Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî, diyar kir ku komplo bi rêbazeke cuda tê meşandin û got: "Tecrîd beşek ji vê konsepta îmhakirin û qirkirinê û neçareserkirina pirsgirêka kurd e."  
 
Ji aliyê Hêzên navdewletî, bi pêşengiya DYA, welatên NATO û Îsraîlê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî vê gelê Kurd û dostên kurdan dest bi çalakiyan kirin. Gelê kurd Ocalan kêlî bi kêlî şopand û li dijî vê komployê dest bi çalakiyên cur bi cur kirin. Li aliyekî meşên girseyî li dar xistin, li aliyê din ve jî dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. 
 
Di ser komploya navneteweyî re 25 sal derbas bûn, lêbelê di şexsê Ocalan de hewldayinên tasfiyekirina gelê kurd hê di roja me ya îro de jî didomin. Ocalan ê ku 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê girtin 35 meh in ku tu agahî jê nayên standin. Ev yek dibe sedema fikaran. Her wiha li dijî tecrîda girankirî kampanyaya "Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya ku di 27'ê mijdarê de hatiye destpêkirin, dê heta 15'ê sibatê bidome. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs der barê 15'ê sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîdê de axivî.
 
'TECRÎD BEŞEK JI KONSEPTA ÎMHAKIRINÊ YE'
 
Ahmed Karamus diyar kir ku piştî komploya navneteweyî Tirkiyeyê bi konsepteke cuda ev komplo daye meşandin û wiha axivî: "Destpêkirina tecrîdê berhemeke desthilatdariya dewleta tirk bû. Bi hevkariya hin hêzên navneteweyî konseptek dan pêşiya xwe û ev konsept li ser armanca tunekirina kurdan û neçareserkirina pirsgirêka kurd bû. Dixwazin ku li ser hebûn û berxwedana gelê kurd, xebat û tekoşînê  bi her şêwazî bêencam bihêle. Ew civîna ku dı konseya ewlekariya dewleta tirk de hatibû şîrovekirin û nirxandin û biryarên ku di wê civînê de hatibûn girtin, li gorî nêrîna min tecrîtdbeşek ji vê konsepta îmhakirin, qirkirinê û bêçarehiştina pirsgirêka kurd e. Em vê baş dizanin ku konsepta ku di 2014'an de ku hat qebûlkirin êdî xistin meriyetê ku îro tecrîdeke bêdawî ku di esasê xwe de dewleta tirk hem zagonên xwe, hem qanûnên xwe yên navxweyî û hem jî peymanên navdewletî di mijara girtiyên siyasî de ku di destê dijmin de wekî esîr in pêk tîne. Zagon û peymanên navneteweyî jî binpê dike. Dewleta tirk di rewşeke wiha de tu zagonan, tu peymanên navxweyî berçav nagire û binpê dike. Jixwe heta astekê ev konsepta ku dane pêşiya xwe di asta navdewletî de jî piştgiriyeke digire."
 
'EV KONSEPTA QIRKIRINA GELÊ KURD BÛ' 
 
Karamûs da zanîn ku dewleta tirk bi girankirina tecrîdê û qutkirina hevdîtinên bi Ocalan re şêwaza komployê didomîne û wiha domand: "Komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî birêz Ocalan, ji aliyê heman dewletan ve pêk hatiye. Ji ber wê sedemê konsepta ku danîne pêşiya xwe konsepteke ne tecrîdkirinê ye, konsepta qirkirina gelê kurd e. Dixwazin ku nerazîbûna gelê kurd a li hemberî polîtîkaya wan a dagirkeriyê, bêdeng bihêlin. Encamên ku ev tecrîd wan bi xwe re bîne, israra dewleta tirk e ku birêz Ocalan îzole bike û tu danûstandin û pêwendiyê li gel gelê kurd neke û bi her şêwazî îzolosyoneke berfireh belav bike. Armanca wan jî ew e ku di vî warî de li gorî konsepta xwe tevbigerin. Ji aliyeke din ve niha hebûna birêz Ocalan ku paradîgmaya ew bi xwe diafirîne perspektîf, felsefe û polîtîkaya ku bandoreke gelek mezin di asta navnetewî û navdewletî de dike. Mileke tecrîtê jî ew e ku bîr û ramanên siyasî, civakî ji dawî anîna pirsgirêka kurd bêpar bihêle. Yan jî bandora wê ya di asta navdewletî de ku bêencam bihêle û bêbandor bihêle. Êdî paradîgmaya birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd hem di rojhilatanavîn de û hem jî di asta navdewletî de êdî ji pirsgirêkan re bûye fikrek, ramanek û felsefeyek. Em wisa difikirin ku tê xwestin ku pêşî li fikrê birêz Ocalan bê girtin û bê bandor bê hiştin.Lê gelê kurd tecrîtê bi ti şêwazî qebûl nake û tekoşîna gelê kurd bi israre û bi îrade ye ku  vê konseptê û tecrîta li dijî birêz Ocalan bi dawî bîne li ber xwe dide û dê li ber xwe bide." 
 
'DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN'
 
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs bal kişand ser giringiya tifaqa kurd a li ser şikandina tecrîdê û ev tişt gotin: "Daxwaz û têbeniyên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî hene. Bêşik û bêgûman cihê şanaziyê ye ku hêviyên wan ji saziyeke netewî heye ku pêşengiyê ji vê re bike. Em wekî KNK ku di vê kampanyanyayê de, di van çalakiyan û dîplomasî û xwepêşendanan de em bang li her kesî dikin ku bi şêwazeke çalak em tevlî van xebatan bibin. Bêgûman dema hêza Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi yekdengî û yekrêzî danûstandinê bi hev re bike, bingehek di nava beşeke mezin ê Tevgera Kurdistanî de heye. Her çiqas hin aliyên kurd nêzikî vê nebin jî em bawer dikin dema ku piraniya hêzên kurd û Kurdistanî li ser vê rêkeftinekê bikin dê bandoreke siyasî hem li ser her çar beşên Kurdistanê û hem jî li ser Rojhilata Navîn bıke û hem jî di asta navdewletî de bidestxistina statuya siyasî, dîplomatîk ê berfirehtir bibin. Dem dema em bi hev re bi yekrêzî û bi yekdengî xwedî li deskeftiyên xwe derkevin û em li gel hev du tevbigerin."
 
'ÇARESERIYA PIRGIRIKA KURD BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ PÊKAN E'
 
Karamûs di berdewama axaftina xwe de got ku tecrîd bi pergaleke taybet ji aliyê hêzên komploger ve tê meşandin û got: "Dema ku mirov temaşe dike, hêzên ku di nava konseptê de cihê xwe girtine û piştgiriyê didin dewleta tirk mebesta wan kûrtirkirina aloziya ye, kûrtirkirina bêçareseriya siyasî ya li herêmê ye. Êdî bi awayekî zelal aşkere bûye ku pirgirêkên navxweyî û yê Rojhilata Navîn encax bi şêwazeke siyasî dikarin bê çareserkirin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan dide xuyakirin ku daxwaza hêzên di nava komployê de û di nava vê pêvajoyê de cih girtine dixwazin bi her rengî û şêwazê birêz Ocalan îzole bikin. Em baş dizanin heta ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi şêwazeke siyasî neyên çareserkirin dê her û her ev alozî berdewam bikin. Ji ber wê çi dewleta tirk dibe û çi jî dewletên kolonyalist dibin naxwazin pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn çareser bibe. Ji ber vê sedemê dixwazin ku vê tecrîtê hin kurtir bikin. Em wekî KNK di çareserkirina pirsgirêka kurd de çareseriyê di şikandina tecrîdê de dibînin. Ji bo ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, di asta diasporayê de gelê kurd bi hemû hêz û pêkhateyên xwe pêwîst e ku gavên berbiçav biavêje da ku dawî li tecrîdê bê. Heta ku tecrîd neyê rakirin pirsgirêka kurd bi şêwazeke siyasî jî nayê çareserkirin."
 
'DEWLETA TIRK JI NAKOKIYÊN DI NAVBERA KURDAN DE SÛD WERGIRE'
 
Karamûs anî ziman ku êrişên li dijî kurdan hemû berhemên tecrîdê ne û ev tişt gotin: "Polîtîkayên tecrîdê û kûrkirina tecrîdê beşek ji konsepta tasfiyekirina kurdan e. Dixwazin hêza çareseriya kurd bêçalak bihêlin. Ji ber wê jî nakokiyên ku hene hin berfirehtir dibin. Ev nakokiyên ku hene jî bêguman bandora xwe li ser tevgera kurd bi giştî dike. Îro dewleta tirk êrişên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.  Bi armanca tasfiyekirina hebûn û deskeftiyên statûya kurd dike. Li ku dera cîhanê bertekek li dijî dagirkeriya dewleta tirk bê nişandan em dibînin ku dewleta tirk bi SÎHA'yan, tanq û topên xwe êrişî wir dike. Beşek ji konsepta dewleta tirk heye ku ew konsept jî tevgera kurd ji hev veqetandiye. Ev dibe sedem ku dewletên dagirker, li herêmê sûdê ji van nakokiyan wergirin. Ji ber wê tecrîd êdî bûye pirsgirêka çar perçeyên Kurdistanê. Dewletên ku li herêmê dixwazin ku gelê kurd bêîrade bihêlin. Ji ber wê ev ji bo me firsendeke mezin e ku em konsepta komkujî, qirkirin û dagirkerinê yên dewletê bêencam bihêlin. Dema ku berjewendiyên gelê kurd ketin bin metirsiyê em wekî KNK xwedî helwest in. Baweriya me heye ku pirsgirêka kurd li beşeke Kurdistanê bê çareserkirin û ev dê bandorê li ser perçeyên din jî bike. Hebûna birêz Ocalan, felsefe û paradîgmaya wî ya ji bo çareseriyê em dibînin. Jixwe demeke dirêj e ku ji bo azadiya birêz Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Wekî KNK di vê çarçoveyê de me gelek bang kirine. Êdî hatiye îspatkirin ku konjuktora siyasî çi li Kurdistanê dibe çi li Rojhilata Navîn dibe êdî gihaştiye qonaxeke ku êdî em bi hev re tevbigerin û bibin aktoreke sereke."
 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

09/02/2024
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin