DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye

  • jin
  • 11:04 29 Çile 2024
  • |
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di merasîma danasîna namzetên jin ên hevşaredariyê de diyar kir ku ew ê di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya binefşî ye.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên hevşaredarên jin ên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, li hotêleke Amedê bi zaravayê kurmancî bi dirûşma “Dema jinan vîna jinan” û bi zaravayê kirmanckî bi dirûşma “Demê cinîyan îradeyê cînîyan” bername li dar xist. Li eywana bernameya danasînê pankartên “Li dijî tundiya dewleta mêr bi vîna jinê ber demokrasiya xwecihî ve” û “Jin, jiyan, azadî” ku bi 11 zimanan hatiye nivîsandin hatin daliqandin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tev li bernameyê bûn.
 
‘EM RÊ NADIN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET’
 
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû diyar kir ku wan şahidiya kêliyên dîrokî kirine û got ku bi vê hêvî û moralê diçin hilbijartinên 31'ê Adarê. Bi domdarî Turkoglû destnîşan kir ku bi pêşhilbijartinan pîrozbahiya demokrasiyê li dar xistine û hemû beşdar silav kilr. Turkoglû, da zanîn ku wan bi feraseta demokrasiyê ji asta herêmî dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Bi vê kelecanê em ber bi hilbijartinê ve diçin. Me vîna xwe ya ji bo hilbijartina herêmî nîşan da. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Pergala hevserokatiyê ya ku me di warê siyasî de pêk anî, nûnertiya wekhev û hevserokatiyê jî di nav de ye, îro ketiye meriyetê. Ev modêl ne tenê ji bo jinan di meriyetê de ye. Ev pergal rê dide ku mêr jî bêyî kedxwariyê di jiyana wekhev de cih bigire. Zîhniyeta yekperest û feraseta netewedewletê ya ku heta îro bi hişmendiya serdest a mêr hatiye, hewl dide bi pêş bikeve. Îro ev feraset bi rêya qeyûman hewl dide xwe ava bike. Ev modêl jî modêla jinê ye.”
 
‘HIKÛMETÊN HEYÎ ZAYENDPEREST IN’
 
Di berdewamê de Turkoglû bilêv kir ku hikûmetên heyî zayendperest in û ev nirxandin kir: “Qada me di rêveberiyên herêmî de ava kiriye vê hikûmetê dihejîne. Ev modêl di heman demê de qonaxa têkoşîna jinan a bi hezaran salan nîşanî me dide. Nêzî 200 sal in di navbera mafê dengdanê û mafê nûnertiyê de cudahî heye û li hemberî vê yekê têkoşîn jî heye. Pergala me ne tenê ji têkoşîna jinên kurd ên li Kurdistanê, ji têkoşîna jinên cîhanî jî feyz digire. Hevserokatî xeta me ya binefşî ye, sedema têkoşîna me ye. Çiqas êriş bikin jî m ê têbikoşin. Namzeta me ya Sêrtê Safiye Alagaş diviyabû îro li vir bûya lê hate binçavkirin. Ne rojnamegerî ne jî hevserokatî sûc e. Em ê ji bo vê têbikoşin.”
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Turkoglû, daxuyand ku desthilat dixwaze bi tayînkirina qeyûman rejîmeke yekperest bide avakirin û destnîşan kir ku ew ê di 31’ê Adarê de qadên civakî û siyasal dîsa ava bikin. Turkoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ewil em ê qeyûman bişînin. Niha gelek hevalên me yên ku pergala hevserokatiyê xistine meriyetê di girtîgehan de ne. Desthilatê gelek saziyên me yên jinan girtin. lê em ê dîsa wan vekin. Li Amedê tundiya li dijî jinan zêde bûye û sedem jî qeyûm in. Navendên jin û ciwanan bûne cihê tiryakê. Her wiha tax jî kirine cihê tiryakê. Em ê hesaba vê yek bi yek bipirsin.” 
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka bi rêyên demokratîk hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û aştiyê, hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Em ji bo jiyaneke nû ava bikin dimeşîn û em ê bedel jî bidin. Weke DEM Partiyê em ê polîtîkaya xwe ya rêya 3’yemîn bixin meriyetê.”
 
Piştî axaftina Turkoglû, sînevîzyon hat nîşandan. Şaredara Dêrikê ya Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) Ayşe Karadag silav da beşdaran. Herî dawî jî strana jinan a DEM Partiyê hate parvekirin.
 

Sernavên din

30/01/2024
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN