Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî veguhestina qeydên leşker û polîsan û bêdengiya muxalefetê ya li dijî vê da û wiha got: “Divê li dijî her hilbijêreke qaçax em du hilbijêran qezenc bikin. Em xwedî îradeyeke xurt in ku lîstikên van hîleker û derewînan vala derxînin.” 

Hevserokên bajaran ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî civiyan. Hat zanîn ku dê di civînê de rêveberiyên herêmî bên nîqaşkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî. Bakirhan, ji ber şerên li seranserî cîhanê rewşeke nediyar û bêpergalî heye û wiha got: “Hemû şerên wekaletê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi destê hêzên hegemon tên domandin. Li erdnîgariya kesên ji vê rantê dixwin tu şer nînin. Zêdetir li herêmên kedkar û bindestan e. Yên ranta şer dixwin û yên dimirin ne heman kes in. Wisa xuya dike ku dê têkoşîna ji bo qadên enerjiyê û veguhestina vê enerjiyê bi awayeke ewle dê di demên pêş de jî bidome. Yek ji herêmên ku ev şer herî zêde lê diqewimin jî Rojhilata Navîn e.” 
 
‘PARÇEYÊN’ KU TIRKIYEYÊ JI BO ÎSRAÎLÊ ŞANDINE 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û ev tişt anî ziman: “Gelê Filistînê li Xezeyê tê qirkirin. Polîtîkayeke mezin a dagirkeriyê didome. Weke gavek berê min gotî, vî şerî eleqeya xwe bi xetên enerjiyê heye. Niha jî qadeke nû ya şer derxistin. Geşedanên li Behra Sor hûn tevek dişopînin. Êdî keştiyên şer li wir in. Xuyaye ku dê ew der di dema pêş de veguhere qadeke şer a mezin. Hewl didin li ser xwînê rantê bixwin û rêveberiyên xwe bidin avakirin. Guftûgo tune ye, aştî û muzakere tune ye.
 
Tirkiye bi sekna xwe piştgiriyê dide polîtîkayên şer. Ev sekna wê ji hêzên hegemon serbixwe nîne. Herî dawî TUÎK’ê agahiyeke girîng parve kir û lixwe mikûr hat. Dibêje; Tirkiyeyê ji Îsraîlê re çek neşandin lê parçe şandine. Di demên berê de di fîlmên Yeşîlçamê de digotin; ‘ez nakujim lê cînayetan dikim.’ Mîna wan e. Anku parçe şandine û tenê montaja wan ji Îsraîlê re hiştine. Îcar bi vê pesnê xwe didin. Tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dikarin bi guftûgo û muzakereyan bên çareserkirin.” 
 
'DIVÊ AKŞENER BÊ DARIZANDIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser gotina Seroka Giştî ya Partiya Îyî’yê Meral Akşener a “cînayet bi merdane dihatin kirin” û ev tişt anî ziman: “Divê Akşener bê darizandin. Me berê gotibû ku kuştin, windakirin û cînayetên kiryarnediyar kiryarekî nemerdane ye. Di esrî de rejîma Îranê ya ku her roj kurdan bidarve dike, dê li Rojhilata Navîn tu zalim nekarin bi şer, cînayetên kiryarnediyar û girtinan bigihijin armancên xwe.” 
 
'MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE YE’ 
 
Têkildarî rewşa aboriyê jî Bakirhan wiha got: “Mûçeyê kêmtirîn eşkere kirin û pesnê xwe pê didin. Weke 17 hezar û 2 lîre ragihandin lê hêj mehek derbas nebûyî sînorê birçîtiyê bû 17 hezar û 440 lîre. Anku ew mûçeyê kêmtirîn daket bin sînorê birçîbûnê. Bifikirin ku li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê derket 48 hezar û 500 lîreyan. Bi rastî jî mereq dikim bê ka xelk bi 17 hezar lîreyan çawa debara xwe bike. Xelk anîn rewşekî wisa ku her roj ciwan, zarok întîhar dikin. Sedema vê jî xizanî ye, krîza aborî ye.”
 
PÊŞHILBIJARTIN
 
Bakirhan, der barê pêşhilbijartina DEM Partiyê de jî ev tişt anî ziman: “Rêbazekî nû bû. Anku rêbazekî gel esas digire bû. Ev rêbaz, pir binirx bû. Erê rast e li hinek herêman kêmasî derketin lê rêbazekî wiha demokratîk li seranserî cîhanê cara ewil e tê ceribandin. Lewma pir biqedr e. Heke kêmasî hebin, em ê ji bo hilbijartinên din hewl bidin van kêmasiyan temam bikin. 
 
Di rewşekî ku em rêbazên demokratîk bi kar tînin de, îktîdar li pey hîleyan e û hewl dide vîna me xesp bike. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma. Di wê baweriyê de me ku xelkê me yê Amed, Êlih, Sêrt, Wan, Qers û herêmên din kelecana şandina qeyûman dijîn. Hikûmetê ev rastî dît. Em li kîjan herêma Kurdistanê bi ser kevin, leşker, polîs û cendirme li wan deveran veguhestin. Li ku derê qişleyek hebe, li ku derê klubeyeke nobetgirtinê hebe, bi hezar leşker û polîs lê veguhestin. Ev kes ji bo dengê xwe bidin AKP’ê veguhestin van herêman. Îcar muxalefetek heye ku vê rastiyê jinedîtî ve tê û dengê xwe dernaxîne. Li dijî kiryarên li Kurdistanê xemsar in. Lê em ê pey vê nêzikatiya zordest û hîleker bernedin. Em xwedî wê îradeya xurt in ku hemû lîstikên van hîleker û derewînan vala derxînin. Em ê tevahiya van lîstikan vala derxînin. Di serî de dozger, dadger û lijneyên hilbijartinê yên li Kurdistanê îtîrazên me red kirin, em ê derheqê tevekan de serlêdana sûc bikin. 
 
EM Ê LI ŞÛNA HER KESEKÎ DU KESAN QEZENC BIKIN
 
Di serî de hûn hevserok, niha berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me. Erê rast e ew hilbijêran vediguhêzin û hewl didin îradeya me xesp bikin. Li şûna her hilbijêreke qaçax ê wan anî, divê em du hilbijêran qezenc bikin. Heke em di halê xwe de bihêlin, encam diyar in. Lê em ê vê lîstikê vala derxînin. Em ê gel qaneh bikin û bi ser kevin. Divê em kesên ji bo hilbijartinê nehatin bajar qaneh bikin û bînin da ku dengê xwe bidin. Banga me ji bo baroyan û komeleyên mafên mirovan ew e ku li dijî vê paşverûtî û neheqwiyê serlêdana sûc bikin. 
 
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN MEŞÊ
 
Gelek saziyên me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê dê di navbera 1-15’ê sibatê de meşekê li dar bixin. Weke DEM Partiyê em jî piştgiriyê didin vê meşê. Bi tecrîdê pirsgirêk çareser nabin. Berevajî vê kûrtir dibin. Ya ku aboriya Tirkiyeyê veguherandî vê rewşê, di şexsê tecrîdê de neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi rastî jî heke ev welat bixwaze li Rojhilata Navîn nûnertiya aştiyê bike, bila li şûna avakirina baregehên leşkerî, bila tecrîdê rake, bi rêya guftûgo û muzakereyan li çareserkirina pirsgirêka kurd vegere. Em ê di tu hevkêşeyeke ku kurd, elewî, jin, kedkar û ciwan ne di nav de cih negirin. Dibe ku rêbaza wan a siyasetê derew bin lê ya me guftûgo, muzakere û lihevkirina Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî divê em Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.” 
 
 

Sernavên din

08/07/2024
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan