Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê

  • rojane
  • 09:07 26 Çile 2024
  • |
img
AMED - Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay ku têkildarî konferansa dê 27’ê mehê bê lidarxistin axivî, wiha got: “Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin ser tiştên ku dijberê olê lê bi navê olê tên kirin. Werin bi dîtinên xwe, pêşniyazên xwe û bi tevlibûna xwe hêzê bidin vê konferansê.”
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê, dê sibê li Amedê “Konferansa Îslama Demokratîk” li dar bixe. Konferans dê li eywana konferansê ya avahiya xizmetê ya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê bê lidarxistin. Konferans dê bi 4 rûniştinan pêk bê û dê di her rûniştinê de mijarên cuda bên nîqaşkirin. Konferans dê saet di 10.00’an de dest pê bike û heya saet 17.00’an berdewam bike. Dê tevî gelek alimên olê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, rêxistinên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û akademîsyen jî tev li konferansê bibin. 
 
Dê di rûniştina yekemîn de Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsel mijara “Misilmanbûna di serdema kapîtalîzmê de”, di rûniştina duyemîn de Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA’yê Rumeysa Menîce Gulmez mijara “Aştiya Rojhilata Navîn, dewlet û ol”, di rûniştina sêyemîn de Akademîsyen-Îlahiyatnas Fadil Bedîrhanoglû mijara “Li dijî siyaseta demokratîk a kurd, amûra olê ya dewletê” û di rûniştina çaremîn û dawiyê de jî Bedrettîn Gunat û nîvîskar-lêkolîner Şukru Aslan mijara “Îslama demokratîk” gengeşe bikin. Herî dawî jî dê encamnameyek bi raya giştî re bê parvekirin. 
 
Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay, pirsa ‘Çima pêdivî bi konferanseke wiha heye?’ nirxand û gelê devera Amedê vexwend konferansê.
 
‘DEWLET JI BO KIRYARÊN XWE REWA NÎŞAN BIDE OLÊ BI KAR TÎNE’
 
Ay da zanîn ku di dîrokê de pergala dewletiyê her tim olê bi kar aniye û dewletê her tim ji bo ku kiryarên xwe rewa bike herî zêde pêwistî bi olê dîtiye. Ay diyar kir ku kiryarên ku ji aliyê olî ve herî guneh tên zanîn tên kirin û got ku ev yek di bin navê olê de tê kirin. Ay anî ziman ku bi gotinên olî û bi kesên oldar tên zanîn van kiryarên xwe, vê zilma xwe, xerabiyên xwe, dagirkeriya xwe, mêtîngeriya xwe dixwazin rewa bikin. Ay bi lêv kir ku di vê pêvajoya salên dawî de di nava civaka îslamê de gelek rêxistin bi navê ola îslamê derketine û Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û wiha got: “Dema mirov dinêre ev tişt hemû lîstikên pergala kapîtalîst in. Ji bo ku di sedsala pêşiya me de Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin, alozî û qeyrana siyasî kûr dikin. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê jî tiştên ji vê yekê kêmtir nayên kirin. Dema tu li Tirkiyeyê dinêrî, ji avabûna komarê heta niha bingeheke mezin a dewletê olperestî ye. Olperestî li hemû deverên Tirkiyeyê bi destê desthilatdaran bi awayekî bêperwa tê xebitandin. Lê di van çend salên dawî de ev yek wekî sitratejiyekê, wekî bernameyekê desthilatê li hember civakê tê xebitandin.”
 
‘DÊ NÊZÎ 300 ALIM TEVLI KONFERANSÊ BIBIN’
 
Bi domdarî Ay anî ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî, siyasî û civakî heye û got ku divê oldar bi rastiya olê civakê ronî bikin û pêşengtiyê bikin. Ay diyar kir ku divê oldar ji bo çareserkirina pirsgirêkan rola xwe bilîzin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Lê mixabin em dibînin ku di bin navê olê de û kesên bi nasnameya oldar tên nasîn, olê ji bo ku van nelirêtiyan veşêrin bi kar tînin. Çima di vê demê de Konferansa Îslama Demokratîk? Heke mirov ola îslamê bi çend hevokan bîne ziman; ola îslamê edalet, exlaq, wekhevî, parvekirin û cihgirtina li kêleka mezlûman e. Di vê rewşê de ku civak fetisî ye, neçar maye nabe ku oldar jî xwe neçar bibînin û bêdeng bimînin. Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin li ser tiştên ku dijberê olê ne lê bi navê olê tên kirin e. Rastiya ola îslamê çiye û tiştên ku diqewimin çiye? Hindik be jî em ê bi vê konferansê balê bikşînin li ser van nelirêtiyan, olperestiya tê kirin. Ji hemûya Tirkiye û Kurdistanê nêzî 300 aliman dê tevli vê konferansê bibin. Di nava van aliman de şexsiyetên akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî dê hebin û em ê bi derdoreke wiha berfireh vê konferansê li dar bixin.”
 
‘WERIN BI NÊRÎN Û PÊŞNIYARIYÊN XWE HÊZÊ BIDIN VÊ KONFERANSÊ’
 
Ay bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û anî ziman ku ev konferans gelekî girîng e û pêdiviya wan gelekî bi vê konferansê heye. Ay bi lêv kir ku divê kesên dema wan heyî tevli vê konferansê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi dîtinên xwe, pêşniyariyên xwe û bi tevlibûna xwe hêz bidin vê konferansê. Niha li Kurdistanê weke sitratejiyekê di bin navê olê de civakê birêxistin dikin. Di bin navê komele, cemaet û terîqetan de xebatan dikin. Ev yek ji bo hemû Tirkiyeyê û bi taybetî jî ji bo herêma me xetereyeke mezin e. Heke em bi berpirsiyarî tevnegerin û hişyar nebin, di be ku di demên pêş de em bedel bidin. Ji be ku li Îraqê, li Sûriyê, li Lubnanê, li Efganîstanê hwd. rewşeke pir xerab heye ku mirov naxwaze bifikire jî. Tê xestin ku rewşeke wisa li Kurdistanê jî bê avakirin. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir baldartir bin li dijî van lîstik, proje û sitratejiyan. Lewma em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê konferansê bibin.”
 
MA / Bazîd Evren 
 

Sernavên din

26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin