Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin

  • rojane
  • 09:45 22 Çile 2024
  • |
img
RIHA - Delegeyên navçeya Hewagê di pêşhilbijartinê de namzetên xwe yên hevşeredariyê diyar kirin û diyar kirin ku dê di hilbijartinên herêmî de partiya wan bi serbikeve. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajaran, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê pêşhilbijartin li dar xist. Yek ji van cihan jî navçeya Hewagê ya Rihayê bû. Di encama pêşhilbijartina di 20-21’ê çileyê de Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz bûn endamê hevşeredariya Hewagê ya DEM Partiyê yên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê. Delegeyên ku ji bo pêşhilbijartinan deng dan û kesên pêşhilbijartin şopandin tekildarî pêşhilbijartinê nêrînên xwe vegotin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnaxê Mehmet Zekî Îrmez ku pêşhilbijartina Hewagê şopand anî ziman ku bi pêşhilbijartin di dîrokê de yekem car ji aliyê partiya wan ve tê kirin û got: "Piştî hilbijartinên giştî partiya me pêvajoya rexne û rexnedayinê da pêş xwe û li gelek cihan civînên gel li darxistin. Di encamên civînên gel de daxwaza gel ev bû ku di hilbijartinan de namzetên xwe gel bi xwe hilbijêrin derket hole. Me jî li gor daxwaza gel ji bo diyarkirina namzetan vîna gel esas girt. Mirov dikarê bibêje ku gelê me bi daxwaza xwe rojeva 31'ê Adarê diyar kiriye. Armanca me ev ê ku qeyûmên ku desthilata AKP-MHP'ê tayin kirine, ji ku hatinê dîsa bişînin wir.” 
 
'PÊŞHILBIJARTIN JI ALIYE GEL VE BI KÊFXWEŞÎ TÊ PÊŞVAZÎKIRIN'
 
Îrmez da zanîn ku pêşhilbijartinên ji aliyê partiya wan ve tên lidarxistin ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tê pêşvazîkirin û wiha axivî: "Pêşhilbijartin ne tenê ji aliyê delegeyên ku deng didin û kesên deng didin partiyê me, ji aliyê hemû kesên ku deng didin partiyên din jî ev bi erenî tê dîtin. Ev lingekî demokrasiya radîkal e. Em bawerin di hilbijartinên pêş ya me jî em ê dîsa bi vî awayî li gor vîna gelê xwe diyar bikin."
 
'GEL NAMZETÊN XWE BI XWE DIYAR DIKIN'
 
Endamê dîvanê ya pêşhilbijartinên Hewagê endamê MYK'ê yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP)'ê Mehmet Oner jî diyar kir ku gel bi şahiyeke mezin tevlî pêşhilbijartinan dibe û wiha got: "Pêşhilbijartin ji bo herêman pir girîng e. DEM Partî jî hevserokên şeredariyê ku yekemîn şertê xweseriya herêmeyê bi vîna gel diyar dike. Gel jî namzetên xwe yên ku wê di hilbijartinê de deng bidinê bi xwe diyar dikin. Ji ber wê jî gel bi şahiyeke mezin û tevlîbûneke mezin tevlî pêşhilbijartinan dibin. Em dixwazin ku di hilbijartinên pêşya me de tenê bi deng dayina delegasyonê ne bi deng dayina hemû şeniyên navçeyê ve pêşhilbijartinan lidarbixin."
 
'DI HILBIJARTINAN DE EM Ê BI SERBIKEVIN'
 
Yek ji delegeyên Hewagê Abdullvahap Denîz jî bi lêv kir ku ev ji ber pêşhilbijartinê kêfxweşin û ev tişt anîn ziman: "Em namzetên xwe bi xwe diyar dikin. Ev yek tiştekî pir xweş e. Ji ber wê jî em bi hevî ne ku li navçeya me gelek tiştên xweş çêbibin. Yekemîn care partiya me tiştekî bi vî rengî pêk tîne. Bi vê yekê gel namzetên xwe hilbijart. Em bi hevî ne ku DEM Partî di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi ser bikeve. DEM Partî partiya gel e. Partiyên pergalê tu xizmetê ji gel re nakin. Ji ber wê jî gel vîna xwe di DEM Partiyê de dibîne. Em bawer dikin ku di hilbijartinan de em ê bi serbikevin."
 
'JI PÊŞHILBIJARTINAN EM KÊFXWEŞ BÛN'
 
Ji delegeyan Meryem Urucu jî destnîşan kir ku bi diyarkirina namzetên hevşeredariyê ev kêfxweşin û got ku wiha berdewam bike wê gelek baş bibe. Urucu, bi domdarî diyar kir ku heke ev di hilbijartinan de yekitiya xwe ava bikin wê bi serbikevin û got: "Em dixwazin partiya me serbikevê ku edalet pêk were. Ji ber wê jî em dixwazin di hilbijartinan de partiya me bi ser bikeve."
Servet Kuprubaşi ku piştî dengdayinê benda encamên hilbijartinê bû jî anî ziman ku ji bo pêkanîna demokrasiyê pêş hilbijartin xwedî wateyeke mezin in û wiha pê dê çû: "DEM Partî bi vê yekê wê di hilbijartinên herêmî de jî bi serbikeve. Qeyûm darbeyeke li dijî vîna me bû. Em jî li dijî van Qeyûman têdikoşin. Baweriya me ev e ku di hilbijartinê de jî em ê bi serbikevin. Partiyên din xizmeta gel nakin. Niha erebe naçin gundê me. Xebat tune ye.  Ya ku xizmeta gel bike DEM Partiyê."
 
'EM BI PARTIYA XWE SERBILINDIN'
 
Ji delegeyan Bedriye Kiliç jî tekildarî pêşhilbijartinan nêrînên xwe wiha vegotin: "Pêşhilbijartin di cihanê de yekem car ji aliyê DEM Partiyê ve pêk tê. Ji bo hemû dinyayê mînakeke baş e. Em jî ji ber vê yekê bi partiya xwe serbilindin. Em hevî dikin ku ev berdewam bike. Ez bawerim ku kurd di hilbijartinan de dengê bidin xwe. Partiyên pergalê ji gel re tu tiştekî nakin. Dema şeredariya Hewagê di destê me de bû me xizmetên pir baş kirin. Lê dewletê tahamûl nekir û Qeyûm avet ser şeredariyê. Em bi hevî ne ku di vê hilbijartinê de em ê careke din şeredariya xwe bistînin."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

03/07/2024
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin