Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye

  • rojane
  • 09:00 21 Çile 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Welatiyên ku li Cizîrê beşdarî pêşhilbijartinê bûn diyar kirin ku ew ê qeyûman bişînin û daxwaz kirin ku herkes xwedî li vîna xwe derbikeve û keyfxweşiya xwe ya ji pêşhilbijartinan wiha vegotin: "Ev dîmenê îro yê li vê derê tifaqiya me û serkeftina me nîşan dide."  

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca diyarkirina namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr li gelek bajaran pêşhilbijartinan li dar dixe. Li gel vê biryarê li 99 bajêr û navçeyan 100 hezar delege çûn ser sindoqan. Li cihên ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50+1 deng negirtin jî hilbijartin man bo tura duyemîn. Stratejiya ku DEM Partiyê daye ber xwe ji aliyê gel ve jî bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Yek ji navçeyên ku bi tevlîbûneke herî xurt çû ser sindoqan jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Li Cizîrê 2 hezar û 433 delege çûn ser sindoqan û namzetên xwe aşkere kirin. Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn gotin ku ew ê qeyûman bişinin. 
 
'EW DÎSA QEYÛM BIAVÊJIN EM Ê DÎSA HILBIJÊRIN'
 
Yek ji welatiyan Zînet Kuçuk da zanîn ku ew bi biryardar in û ew ê qeyûman bişînin û wiha axivî: "Em keyfxweş in ku em ê namzetên xwe diyar bikin. Biryara ku ji aliyê partiyê ve bi pêşhilbijartinê bê diyarkirin, biryareke cih de bû. Bi vê biryarê em ê bêtir xwedî li namzetên xwe û şaredariyên xwe derkevin. Ew mirovê ku axa xwe, nasnameya xwe û welatê xwe xwedî dernekeve li xwe jî xwedî dernakeve. Me her tim gotiye, em hene û em ê hebin. Em ji xwe bi bawer in û serkeftin ya me ye. Dewlet dibêje heke ez qeyûm biavêjim ser şaredariyên wan ew ê nikaribinn dîsa hilbijêrin. Lêbelê em ji vir dibêjin, hûn biavêjin ser em ê dîsa bidin partiya xwe. Dengê me jî û rengê me jî diyar e. Serkeftin a me ye." 
 
'JI BO KU JI QEYÛMAN RE BÊJIN ÊDÎ BES E EM LI VIR IN'
 
Ayşe Sonmez jî diyar kir ku ev hilbijartin dê li dijî zilmê bersiv be û got: "Ez di serî de berxwedana zindanan silav dikim. Em hatine vê derê ku dengê xwe bi kar bînin û şaredariya xwe ji destê dagirkeran derxînin. Êdî ji vê zilmê re bes e. Zilmê li gelê me dikin, ciwan û jinan dikin. Zilma wan bi vî jî sînordar namîne zilmê li gelê me yê Îranê û Sûriyeyê jî dikin. Em îro ji bo ku ji vê zilmê re bibêjin êdî bese, ji qeyûman re êdî bes e em li virin. Banga me ji Cizîra Botan re heye, xwedî li raya xwe û şaredariya xwe derbikevin. Bila dagirkeran ji Cizîra Botan derbixînin. Cizîra Botan cihê şehîdane warê Mehmet Tunçan e, warê Sêvê, Fatma û Pakizeyan e. Bila her kurdek xwedî li vîna xwe derbikeve. Cizîr ya me ye, em kurd in welatê me jî Kurdistan e."
 
'DIVÊ HERKES XWEDÎ LI BAJARÊ XWE DERBIKEVE'
 
Ji welatiyan Ahmet Pîşkîn Karabalik daxwaz kir ku gelê kurd xwedî li vîna xwe derkeve û ev bang kir: "Em ji bo ku hevşaredarên xwe aşkere bikin li vir in. Biryara partiya me ya gel namzetê xwe hilbijêre biryareke cih de bû. Ji ber vê biryarê em keyfxweşin. Em xwe bi xwe dê namzetên xwe aşkere bikin û em weke gel xwe bi xwe dê birêve bibin. Heta niha her tim bi qeyûman vîna me xespkirin lê em vê carê jî ji xwe bawerin û em ê biserbikevin. Em bang li gelê kurd dikin ku herkes xwedî li vîna xwe û bajarên xwe derbikeve. Me kuştin dîtiye, girtin dîtiye me her tiştek bi çavê xwe dît. Heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê pey partiya xwe û gelê xwe bin. Em hatine vî emrê xwe heta niha em zilma dewletê dibînin. Bila gelê kurd li dijî vê zilmê bibin tifaq, bila destê xwe bidin hev da ku em biserbikevin. Em ê bi serbikevin." 
 
'CIZÎR A ME YE'
 
Ji jinan Zeytûn Ozturk got ku ew ê bajarên xwe ji bo qeyûman nehêlin û got: "Bi tayînkirina qeyûman heqaretê li me dikin. Lê ew çi bikin jî em dev ji vîna xwe bernadin. Heta ku em sax bin em ê bi ser vê rêyê bimeşin. Divê ku gelê kurd xayintiyê li partiya xwe neke û xwedî li raya xwe derbikeve. Raya mirov şeref û namûsa mirovî ye. Bila kesek raya xwe nefiroşe. Cizîr her tim ya me bû û dê dîsa ya me be. "
 
'EM Ê ÇARENÛSA BAJARÊ XWE DIYAR BIKIN' 
 
Ji delegeyan Kumrî Ozdemîr jî ji gel daxwaz kir ku gel tenê bi reya xwe avêtinê re sînordar nemîne û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku hilbijartineke bi edeletî pêk bê ez hatime vê derê. Hatina me ya li vir ew e ku çarenûsa bajarekî diyar bikin. Ev dîmenê îro yê li vê derê tifaqiya me û serkeftina me nîşan dide. Bila gelê kurd tenê bi deng avêtinê re sînordar nemîne. Piştî ku namzetên me diyar bûn bila li gel wan di kolanan de di nav xebatan de bin."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

03/07/2024
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin