Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim

  • rojane
  • 15:19 18 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Di danişîna doza 11 rojnamegeran a li Enqereyê de li şahidê eşkere hate guhdarîkirin. Tevî pirsên biisrar ên şandeya dadgehê jî şahid got ku ew rojnamegeran nas nake. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di 29’ê cotmeha 2022’yan de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. 4’emîn danişîna doza rojnamegeran li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin. 
 
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, rêxistinên hiqûqê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesan danişîn şopandin. Di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Amsterdamê ya Darizandina Adilane jî doz şopandin. Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz di danişînê de amade bû. 
 
ŞAHID BARAN: EZ NAS NAKIM
 
Danişîna dozê bi guhdarîkirina Ozgur Baran ku kurê yek ji şahidên Doza Kobanê ye Samî Baran e dest pê kir. Şahid Ozgur Baran, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Baran, got ku dixwaze ji danişînê derkeve û sedema wê venegot. Şandeya dadgehê jê re got ku îfadeyên wî yên di dema berê de hene û pirsa bê ka rojnamegeran nas dike yan na jê kir. 
 
Baran, got ku rojnamegeran nas nake. Baran, wiha got: “Ez nizanim bê ka têkiliya MA’yê bi rêxistinê re heye yan na. Ez navên hûn qala wan dikin nas nakim. Nizanim ka têkiliya wan bi rêxistinê re heye yan na.” 
 
Dadgehê ji Baran pirsa “têkiliya we bi rêxistinê re heye” kir. Baran jî got; “Têkiliya min bi rêxistinê re hebû lê ez piştre teslîm bûm.” 
 
Şandeya dadgehê îcar pirsa “Ma tu nizanî bê ka ev ajans nûçeyên rêxistinê çê dikin an na?” kir. Baran, diyar kir ku ajansê di demên berê de bi malbata wî re nûçe çêkiriye û li ser vê yekê li ajansê geriyaye û gef lê xwariye. Di vê navberê de dadgehê pirsa bê ka rojnamegeran nas dike yan na ji Baran kir. Li ser vê yekê parêzer kete navberê. Parêzer Şevîn Kaya got ku dadgeh derdikeve derveyî îdianameyê û îtîraz kir. 
 
Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz got ku ew îfadeyên şahid qebûl nake û xwest tevdîra kontrola edlî were rakirin. 
 
PARÊZER: PIRSÊN JI BO ARASTEKIRINÊ LI ŞAHID TÊN KIRIN
 
Parêzeran gotin ku piştî guhdarîkirina tevahiya şahidan dê parastina xwe bikin. Parêzer Şevîn Kaya dadgeha rexne kir û gotina wê ji hêla serokê dadgehê ve hate birîn. Şevîn Kaya wiha got: “Ez ê ji we bixwazim ku mudaxileyî îfadeyên şahidan nekin. Usûlê dadgeha we ya guhdarîkirina li şahidan li dijî CMK’ê ye. Dadgeha we pirsên ji bo arastekirinê ji şahidan dike. Tu eleqeya pirsên we bi îdianameyê re nînin.” 
 
DAXWAZA TESLÎMKIRINA MATERYALAN HATE REDKIRIN 
 
Dozger jî got ku darizandina nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci didome û xwest ku materyalên hatine desteserkirin neyên dayîn û xwest daxwaza ji bo vê bê redkirin.
 
Parêzer Mûstafa Vefa jî diyar kir ku miwekîlên wî rojnameger in û ji ber ku materyalên wan hatine desteserkirin nikarin bixebitin. Vefa, biryarên Dadgeha Bilind ên têkildarî radestkirina materyalan de bi bîr xist û xwest ku sepana kontrola edlî jî were rakirin. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa kontrola edlî bidome, roja îmzeyê bibe mehê carekê û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Danişîna dozê taloqî 25’ê nîsanê hate kirin. 
 

Sernavên din

20/01/2024
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan