Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê

  • rojane
  • 11:48 17 Çile 2024
  • |
img

AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 

 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ji bo duyemîn danişîna doza Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Muftuoglû ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin banga tevlibûnê kirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Muftuoglû zêdetirî 8 meha ye girtî ye û bal kişandin ser nakokiyên di îdianameyê de. Bi domdarî bal kişand ser danişîna ewil a Muftuoglû û wiha hate gotin: “Ji nûçeyên ku Dîcleyê çêkirine heta mayîna Dîcleyê ya li gel bavê xwe li hotêleke Stenbolê, bi îdiayên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereye ku wê û malbata xwe ji hevre şandine kirine mijara sûc. Gera Muftuoglu ya derveyî welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlên sûc hatine nîşandan.”
 
‘HEMÛ ÎDIA PÛÇ DERKETINE’
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin û ev tişt hatin parvekirin: “Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Şahidê nepen berê di dosyaya 10 rojnamegerên li Enqereyê de hat guhdarkirin. Di pirsekê jê hatiye kirin de got; ‘Bi dewletê re dixebite.’ Em qala kesekî wekî sîxur ku li ser navê dewletê dixebite dikin. Wekî parêzerên Muftuoglû jî anîn ziman, an ev kes polîs e ku ne polîs be jî peyvirdariyeke bi vî rengî ne li gorî zagona ye. Bi kurtasî hemû îdia û şahidên nepen ên di îdianameyê de pûç bûne. Ji xwe ev aganşt ji bo me bêqîmet in.”
 
‘DÎCLEYÊ NE TENÊ XWE, EM TEVEK PARAST’ 
 
Daxuyanî wiha dom kir: “Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcleyê de ne ew sûc in ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî Dîcle nas dike. Lê şandeya dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglû berneda. Bi lez û bez ev biryar hate dayîn û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a derhiqûqî dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcleyê ne tenê xwe, em tevek parast. A rast, rojnamegerî parast.”
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ KIRIN 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dîcle dê di 18’ê çileyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tune bû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle, rojnamegerî ye. Eşkere ye ku girtina Dîcleyê ne ji bo tevdîrê, ji bo cezakirinê ye. Em dixwazin ku were berdan. Danişîna Dîcleyê sibe saet di 11.50’ê de tê lidarxistin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya bide û tev li danişînê bibin. Em naxwazin êdî tu kes ji ber rojnamegeriyê bê girtin û darizandin. Em careke din dibêjin #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin”
 

Sernavên din

27/06/2024
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest