Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin

img
AMED - Welatiyên Farqînê ku di hilbijartinên herêmî de amadekariya şandina qeyûm dikin wiha gotin: "Her kes dizane ku em ê şaredariyên xwe dîsa bigirin, lewma bila amade bin."
 
Pêvajoya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bên kirin dest pê kir. Partiyên siyasî li ser hev namzetên xwe yên şaredariyan diyar dikin. Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî amadekariyên xwe yên ji bo diyarkirina namzetan didomîne. Di vê pêvajoyê de bersiva gel a li dijî qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê û MHP'ê ve li bajarên Kurdistanê hatine tayînkirin jî cihê mereqê ye.
 
Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de bi rêjeya ji sedî 75,69'an Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket û Şaredariya Farqînê bi dest xist. Lê di 23’yê adara 2020’an de qeyûm tayînî şaredariya Farqînê kirin.
 
Welatiyên ku me li navçeyê mîkrofon dirêjî wan kir, beriya hilbijartinên herêmî DEM Partî nîşan dan û gotin ku ew li benda roja şandina qeyûman in.
 
Welatî Ahmet Gemsîz diyar kir ku ji xwe diyar e ka ew ê dengê xwe bidin kê û işaret bi DEM Partiyê kir. Gemsîz wiha got: “Em ê ji bo azadiya xwe, zimanê xwe û li dijî neheqiyên tên kirin dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bidin nasnameya xwe, ji ber vê yekê divê hemû kurd dema ku diçin ser sindoqan adil bin.”
 
‘EM BI PARTIYA XWE BI BAWER IN’
 
Welatiyê bi navê Şehmûs Solûk diyar kirin ku ew ê careke din ji bo ji polîtîkayên qeyûm re bibêjin ‘raweste’ biçin ser sindoqan û ev tişt got: “Em ê welatê xwe bi rê ve bibin. Gelê navçeyê ji qeyûm nerazîne, lê ji ber ku azadiya raman tune ye gelek kes nikarin dengê xwe bilind bikin. Ji bo welatekî xweş divê şitlên nû bên çandin. Em ê li dijî zordestiyê bisekinin û em ê piştgiriyê bidin xwe. Ew ê sekna me rast be û em ê bidin zanîn ku em li ser pêyan in. Em li dijî qeyûman û polîtîkayên wan in. Em hêvî dikin ku careke din tu carî bi tiştekî bi vî rengî re rû bi rû nebin. Em bi partiya xwe bawer in, piştgiriya me bêdawî ye. Em ê her carê li ser sindoqan bersivê bidin û bijî DEM Partî.”
 
‘JI BO ROJEKÊ BE JÎ EM Ê DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA XWE’
 
Hamdûllah Başak, anî ziman ku li dijî polîtîkayên qeyûm jî ew ê dîsa dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Ji ber ku em kurd in em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo rojekê be jî em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Piştî ku me dengê xwe da partiya xwe, bigirin jî bila bigirin.” 
 
‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE’
 
Hasan Eşiyok, diyar kir ku ew di şaredarên ku bi pirsgirêkên gel re mijûl dibin de bi israr in û got: “Ma em ê dengê xwe bidin kê, em ê dengê xwe bidin xwe. Em dixwazin kesekî ku pirsgirêkên gelên li Farqînê dijîn dizane di rêveberiyê de be da ku bikarî be bi gel re bixebite. Xwesteka me ew e ku kî bê bila bê, bila ji bo me xizmetê bike. Em qeyûman naxwazin.”
 
‘MAFÊ MILETEKÎ BIN PÊ DIKIN’
 
Welatiyê din ê bi navê Îsmet Îlhanli jî DEM Partî destnîşan kir û diyar kir ku hewceyî bi gotinê nîne, ji xwe diyare ku ew ê dengê xwe bidin kîjan partiyê. Îlhanli bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xelk dengê xwe dide û partiya xwe hildibijêre, lê ji destê wan tê girtin, ev neheqiyeke mezin e. Mafê miletekî bin pê dikin, ev ne mafê wan e. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê biçin ser sindoqan, deng bidin û bên. Em dixwazin namzetê ku em hildibijêrin xizmetê ji me re bike.”
 
‘EM LI DIJÎ WAN SERÎ NATEWÎNIN’
 
Adem Aktar, anî ziman ku çawa qeyûm tayînî îradeya wan kirine, ew jî dê di hilbijartinên herêmî de wan paş ve bişînin û wiha got: “Weke gelê kurd em ê çand û dîroka xwe bi bîr bînin û wisa biçin ser sindoqan. Bi awayekî hovane qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û desteser kirin. Her dengek îradeya kurdekî temsîl dikir. Bi vê hişmendiyê em di vê pêvajoyê de li kolanan bûn û ji niha û pê ve jî em ê wisa bin. Mafê wan nîne ku qeyûm tayînî şaredariya ku me bi dengên xwe hilbijartiye bikin. Şaredarî yên me ne, yên wan nînin. Çawa ku şaredariyên me desteser kirin, em ê jî bi hilbijartinê dîsa ji destê wan bigrin. Divê ew vê baş bizanibin ku em li hember wan serî natewînin.”
 
‘VÊ CARÊ EM Ê WAN TEMAŞE BIKIN’
 
Aktar, diyar kir ku ew ê şaredariyên xwe dîsa bistînin û wiha got: “Her kes dizane ku em ê wan dîsa bigirin, lewma divê amade bin. Vê carê jî dema ku em şaredariyên xwe ji wan distînin, em ê li wan temaşe bikin ka çawa stûyê xwe xwar dikin û diçin. Vê carê em ê weke gel wan dorpêç bikin.”
 
‘ÇIMA KESÊN KU EM NASNAKIN ME BI RÊ VE BIBIN?’
 
Alaadîn Aksaçli, diyar kir ku çi dibe bila bibe divê kesên tên hilbijartin gel bi rê ve bibin û wiha got: “Em ji gelê xwe re serkeftinê dixwazin. Ji xwe ji zimanê ku em diaxivin diyar e ka em ê dengê xwe bidin kê. Em teqez qeyûman qebûl nakin. Em dixwazin kesê ku em jêdigirin bibe namzet. Çima kesên ku em nas nakin me bi rê ve bibin?”
 
‘DEWLET ZILM Û ZORDARIYÊ DIKE’
 
Welatiyê bi navê Murat Bagciel jî diyar kir ku tevî polîtîkayên zilm û zordariyê jî dewlet wê ser nekeve û got: “Em ê ji bo gelê xwe dengê xwe bidin DEM PARTÎ’yê. Dewlet zilm û zordariyê dike. Em ji Erdogan nerazî ne. Em qeyûman qebûl nakin. Tevgera wan vala ye.”
 
MA / Bazîd Evren - Şîlan Çîl
 

Sernavên din

20/06/2024
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin