Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e

img

WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê anîn ziman ku heta ku tecrîd bi dawî nebe ne pêkane aştî were ser vê axê û bang kirin ku li dijî tecrîdê herkes dengê xwe derxîne. 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tên ragirtin 34 meh in agahî nayên wergirtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hincetên “cezayên disîplînê” tên astengkirin. 
 
Tecrîda li Îmraliyê tê kûrkirin bi xwe re polîtîkayên şer û hilweşandinê tîne. Ji bilî mirinên ku ev rewş rê li ber vedike, fatoreya krîza aboriyê jî ji gel re tê birîn. 
 
Ji bo ku vê rewşê bi dawî bikin di 10’ê cotmehê de bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di qada navnetewî de çalakî û aktîvîte hatin lidarxistin. Ji bilî vê yekê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya kampanyayê de dan destpêkirin di roja 44’an de ye û Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya malbatên girtiyan de tê meşandin berdewam dike.
 
Li aliyê din nivîskar, derhêner, lîstikvan, hunermend û muzîkjen di 7’ê çileyê de li Stenbol û Amedê deklarasyonên bi serenavê “Em ji aştiyê re bibin dengek” daxwaza xwe ya aştiyê ya li dijî şer anîn ziman û xwestin tecrîd bê rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê têkildarî polîtîkaya tecrîda sîstematîk a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li girîgehan daye destpêkirin axivî. 
 
‘BILA EV BÊHIQÛQÎ ÊDÎ BI DAWÎ BIBE’ 
 
Yek ji Dayikên Aştiyê Belgîn Polat (52) a kesên ji bo tecrîda li Îmraliyê were rakirin têdikoşin silav kir, anî ziman ku bi biryar in ku tecrîdê rakin û got: “25 sal in li dijî birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Ev polîtîkaya tecrîdê di heman demê de bandorê li girtiyên siyasî dike. Îro li girtîgehan hemû maf hatine rakirin. Mafên mirovan ên li hemû cîhanê derbasdar in çima ji bo girtiyên kurd nayên sepandin? Em weke Dayikên Aştiyê di sala 2002’yan de têkildarî tiştên li girtîgehan diqewimîn çûn Enqereyê û me xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin lê wezîr li pişt deriyan xwe veşart û bi me re hevdîtin nekir. Heke wezîrê vî welatî yê ji edaletê berpirsyar wiha bike, kî dizane rêveberiyên girtîgehan çi dikin. Daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Em ê vê tecrîdê rakin. Ji bo Ocalan di nava gelê xwe de be, weke dayîk tişta ji destê me bê em ê bikin. Bila êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”
 
Gulçîn Karabuk a tecrîda li ser Ocalan tê sepandin şermezar kir, bal kişand ku ji bo tecrîd were rakirin divê herkes berpirsyartiya xwe bi cih bîne.  
 
‘EM HETA DILOPA XWÎNA XWE YA DAWÎ LI CEM WAN IN’ 
 
Karabuk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan tê pêkanîn neyê rakirin, aştî nayê ser vê axê. Li Kurdistanê li dijî gelê kurd jî tecrîdeke cidî tê sepandin. Em ê weke Dayikên Aştiyê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin bikin. Em dayik heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li cem têkoşîna wan a pîroz bin. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan û li dijî birêz Ocalan têbikoşin û vê tecrîdê rakin. Li dijî kurdan bi sedan salan e polîtîkayên înkar û çavtirsandinê tên meşandin. Divê li dijî van pêkanînên antîdemokratîk ên li ser kurdan tên ferzkirin herkes dengê xwe derxîne. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê berdewam bike.”
 
‘DIVÊ EM JI GIRTIYAN RE BIBIN DENG’ 
 
Dayika Aştiyê Emîne Atak jî bi lêv kir ku heke tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê were rakirin dê hewayê aştî û xwişk û biratiyê bibe serwer. 
 
Atak, anî ziman ku ji ber vê yekê divê herkes ewilî xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin derkeve û wiha got: “Em ê li derve xwedî li çalakiyên girtiyan derkevin û li cem wan bin. Divê em ji girtiyan re bibin deng. Herkes dizane ku heta tecrîda li dijî Ocalan tê pêkanîn neyê rakirin aştî pêk naye. Heke tecrîda li dijî Ocalan were rakirin dê aştî were vî welatî. Ji ber vê yekê divê tecrîd demildest bê rakirin.”
 
 

Sernavên din

09/01/2024
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin