Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne

  • jin
  • 11:43 8 Çile 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Halîme Kaya ya gundê wê hatiye şewitandin, hevjînê wê di îşkenceyê de hatiye qetilkirin û lingê kurê wê hatiye seqetkirin û bi salan e li ber xwe dide, îro têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne û wiha got: “Canê me çû lê rûmeta me ma ye. Em têkoşîna heqîqetê dimeşînin."
 
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" de li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam dike. Ji Dayikên Aştiyê ya 72 salî Halîme Kaya jî tev li çalakiya nobetê bûye.Di sala 1992’yan de gundê Kaya hate şewitandin û hevjînê wê di îşkenceyê de hate qetilkirin. Kaya, ji wan rojên zehmet ber bi îro ve dest ji têkoşîna ji bo jiyaneke birûmet tê meşandin, berneda. Kaya, bi salan e li gel Dayikên Aştiyê tev li xwepêşandanan, çalakiyên mertalên zindî, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên nobetan bû. Kaya, îro jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî" de tev li Nobeta Edaletê bû. 
 
JI BER NEBÛ CERDEVAN HEVJÎNÊ WÊ QETIL KIRIN
 
Li gundê Kaya ê Xirbêbelek ê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê cerdewantî hate ferzkirin. Di sala 1992’yan de dema hevjînê Kaya, Kanco Kaya cerdewantî red kirî gef dest pê kirin. Piştî bûyera mirina leşkerê ji rêka Bihûra Hopê jiyana xwe ji dest da, li gel 4 azayên xwe Kanco Kaya hate binçavkirin. Dema ku gund hat xerakirin û bombekirin Kanco Kaya 45 rojan îşkence dît. Piştî îşkenceyê girtînameyeke ku qezaya trafîkê kiriye li Kanco Kaya didin îmzekirin û wî berdidin. Ji ber bandora îşkenceya giran, piştî demeke kin Kaya jiyana xwe ji dest da. 
 
JI BER ÎŞKENCEYAN KURÊ WÊ SEQET MA
 
Piştî mirina hevjînê xwe, ji ber şewitandin gund Halîme Kaya bi 4 zarokên xwe re gund terikand û wiha behsa wan rojan kir: “Hemû derdorê gundê me bûbûn cerdevan. Ji bavê zarokên min re jî gotin tu dê bibî cerdevan. Wî jî digot ku ez nabim cerdevan. Der barê wî de gotin ku 'keyayê Apociyan e' û giliyê wî kirin. Leşkeran jê re digotin ku heke cerdevantiyê qebûl nekî dê tiştên nebaş werin serê te û gef li wî dixwarin. Wî jî qebûl nedikir. Li Bihûra Hopê leşkerek hate kuştin. Yên ku îxbar kirin gotine ku kesên leşker kuştine, ji gundê Xirbêbelek hatine. Hevjînê min ê keya û 4 azayên wî pev re binçav kirin. 45 rojan di îşkenceyê de man. Agahiya mirina wî ji me re şandin. Me xwest canezeyê me bidin me lê belê hevjînê min piştî 45 rojan hate malê. Girtînameyeke wekî ku qezaya trafîkê derbas kiriye pê dabûn îmzekirin û şandibûn malê. Tiştên ewqas xirab lê kiribûn ku ez nikarim vebêjim. Jixwe gelek nejiya, jiyana xwe ji dest da.”
 
Kaya, da zanîn ku leşkeran piştî hevjînê wê, vê carê jî îşkence li kurê wê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 zarokên min bi hev re girêdan û birin. Li Mehsertê jî heman tişt li me kirin. Bi îşkenceyan kurê min ê navîn seqet hiştin. Şikir ku serê me bilind e. Hevjînê min canê xwe da lê belê ew bêrûmetî neanî gundê me. Canê me çû lê belê rûmeta me ma. Şikir ku serê me bilind e.”
 
‘ÊM TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ DIMEŞÎNIN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya da zanîn ku ji bo sekinandin xwîna diherike ew biryar daye ku bibe Dayika Aştiyê û wiha domand: “Em têkoşîna mafê xwe, Rêbertiya xwe û zarokên xwe didin. Tu doza me vê dewletê re nîn e. Ya li hemberî me dewleteke zilimkar e. Lê belê em ji bo girtiyên xwe, ji bo Serokê xwe çi hewce be dê wê bikin. Ji bo tecrîda ser Rêbertiya me were rakirin em di çalakiyê de ne. Em dixwazin ku Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, wekî her girtiyekê mafên xwe bikar bîne û daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Em têkoşîna heqîqetê û edaletê didin. Em heqîqet û edaletê dixwazin.”
 
BANG LI DAYIKÊN LEŞKERAN KIR
 
Di dawiya axaftina xwe de Kaya diyar kir ku heke tecrîd were rakirin û bi Ocalan re hevdîtin were kirin, dê ji bo aştiyê gavek were avêtin û wiha derbirî: “Serokatî di her şert mercan de anî ziman ku ew aştiyê dixwaze. Erdogan ji bo koltixa xwe, ji bo desthilatdariya xwe hevdîtinan qebûl nake. Ew difikirin ku em ê di xewnên xwe de aştiyê bibînin lê belê em ê wê xewnê di rastiyê de bijîn. Em bang li dayikên leşkeran jî dikin, bang li dayikên tirk jî dikin. Heke hûn destê ku em dirêj dikin bigirin, dê ev xwîn bisekine. Heyfa wan canan e. Kefenê wan jî didin pişta wan û wan dişînin şer. Heke ji dil bin bilanî zarokên xwe bişînin şer. Heke ku hevdîtin li Îmraliyê re werin kirin, aştî ava bibe ma ev ji şer baştir nîn e. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

20/06/2024
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin