Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan

img
ÎZMÎR - Di îdianameya derheqê Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya de ku niha girtî ye, xebatên komeleyê weke “fealiyetên rêxistinê” hatin nîşandan. 
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser û Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Alî Yalçinkaya di 28’ê mijdara 2023’yan de li Îzmîrê hatin binçavkirin û di 1’ê kanûnê de hatin girtin. Îdianameyên derheqê Guleser û Yalçinkaya de hatin qebûlkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya îzmîrê de polîsan bi ser malan de girtin û Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser, Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya û Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlîkler, Dîlaver keklîk û di 29’ê mijdarê de jî rêveberê EGE-TUHAYDER’ê yê berê Ramazan Yavuz hatin binçavkirin. Her 6 kes jî di 1’ê kanûnê de derketin dadgehê. Guleser, Yalçinkaya, Nerîman Bîrlîkler û Ramazan Yavuz hatin girtin. Dîlaver Keklîk û Derya kandemîr jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
XEBATÊN KOMELEYÊ 
 
Îdianameya derheqê Yalçinkaya de ji hêla 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. Derheqê Yalçinkaya de bi îdiaya “endamtiyar rêxistinê” îdianame hate amadekirin ku ji 48 rûpelan pêk tê. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên eşkere û nepen û xebatên ziman jî cih girtin. Di beşeke mezin a dosyayê de axaftinên Yalçinkaya li ser telefonê di çarçoveya xebatên komeleyê de bi qursiyeran re kiriye cih girtin û weke sûc hatin nîşandan. 
 
QURSA ZIMANÊ KURDÎ WEKE SÛC HAT HESIBANDIN 
 
Qursên zimanê kurdî yên Yalçinkaya didan weke “li ser navê rêxistinê fealiyet meşandiye”, “endam bi rêxistinê daye qezenckirin” û “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan. Her wiha Yalçinkaya têkildarî qursên zimên ên ku Avesta her 3 mehan carekê dide destpêkirin hevpeyvîn kiribû û gotina wî ya “Ji bo kurdî bijî em têdikoşin” weke sûc hate nirxandin. Li hêla din; tevlibûna çalakiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê yên ji bo girtiyên nexweş, merasîmên cenazeyan û çalakî û xwepêşandanên rêxistinên civaka sivîl jî weke sûc hatin nîşandan. 
 
HEVDÎTINA TELEFONÊ JÎ DI ÎDIANAMEYÊ DE CIH GIRT 
 
Îdianameya derheqê Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser de jî ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. Îdianame, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin û îfadeyên şahidên eşkere û nepen, xebatên komeleyê û tevlibûna çalakiyên rêxistinên jinan tê de cih girt. Di beşeke mezin a îdianameyê de 34 axaftinên Guleser ên li ser telefonê di çarçoveya xebatên komeleyê de bi xizmên girtiyan û rêveberên komeleyê re kirine cih girt. 
 
PÎROZKIRINA CEJNA XIZMÊ GIRTÎ SÛC E! 
 
Pêşwazîkirina girtiyan a li pêşiya girtîgehan, parvekirina van xebatan li ser medyaya civakî û hevdîtinên Guleser ên bi xizmên girtiyan re weke sûc hatin nîşandan. Di îdianameya Guleser de naveroka hevdîtinên bi xizmekî girtiyekî re ku weke “X zilam” hatiye kodkirin hate bicihkirin. Di naveroka hevdîtina behsa xeberê ya weke sûc tê nîşandan da cejn tê pîrozkirin û pirsên weke bê ka dê biçin serdana girtîgehan an na tê kirin. 
 
Beşeke hevdîtina Guleser bi xizmê girtî re kiriye wiha ye: 
 
- Nîlay Guleser: Alo merheba. Çi dikî, çawanî? 
 
- X zilam: Baş e sax bî, cejna we mibarek be. 
 
- Nîlay Guleser: Sax bî, cejna we jî mibarek be. 
 
- X zilam: Sibe hevdîtin heye. Hûn dê biçin an na? 
 
- Nîlay Guleser: Ez ê nekarim sibe biçim. Ez hefteya berê çûbûm. 
 
XEBATÊNB 8’Ê ADARÊ
 
Di heman demê de tevlibûna Guleser a civîna Tevgera Jinên Azad (TJA) a li êlihê, tevlibûna wê ya çalakî û xwepêşandanên di 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê û çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristî û pirsgirêkên girtiyan jî di îdianameyê de cih girtin. 
 
Danişîna ewil a Yalçinkaya dê di 18’ê çileyê de, ya Guleser jî dê di 19’ê adarê de bê lidarxistin. 

Sernavên din

09/01/2024
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin