Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê derhênerê kurd Mensûr Kerimiyan ê di êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, li Silêmaniyê hate veşartin. 
 
Derhêner Mensûr Kerîmiyan di 26’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin. Rejîma Îranê nehêla cenazeyê Kerîmiyan li bajarê wî Sinê yê rojhilatê Kurdistanê bê definkirin. Li ser vê yekê cenaze îro li Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
 
Merasîma cenaze li Goristana Şêx Ebas ya li Silêmaniyê pêkhat. Merasîmê bi anîna cenaze û dirûşmên ‘Şehîd namirin, Mensûr namire’ dest pê kir. Piştre deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan hat girtin.
 
Di destpêkê de li ser navê saziya malbatên şehîdên rojhilatê Kurdistan a li Başûr peyamek hat xwendin. Di peyamê de di kesayeta şehîd Mensûr de tevayî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê hat bibîranîn û hat gotin, Şehîd Mensûr mînakek ya têkoşînê bû û hemû hewldanên wî ji bo avakirinê bûn û di aliyê hunerî de xizmetek mezin ji gelê kurd re kir.
 
Piştre li ser navê KNK’ê Şêrko Heme Emîn peyam xwend. Di peyama KNK’ê de jî hat gotin: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevayî gelê xwe re dixwazin. Şehadeta Mensûr Kerîmiyan wê rastiyê nîşan dide ku çarenûsa kurdan hemû yeke. Li Rojhilat ji dayîk dibe, li Rojava şehîd dibe û li Başûr tê veşartin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku dijminê me ti cûdahiyê naxe nava me de.”
 
Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir jî axivî û got: “Îro şîn, şerm û şikestine, parçebûna me wisan kiriye ku ger ew lewaz jî bin, wê bi hêsanî bikarin li beramberî me biserkevin. Ji berku em ne yekgirtîne. Di sed salên borî de me nekariye bernameyek giştgir û nîştimanî hebe.”
 
Li ser navê Tevgera Azadî jî peyamek hate xwendin, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re hat xwestin. Di peyamê de hat gotin, Şehîd Mensûr Kerîmiyan bi hunera xwe xizmetek mezin ji doza gelê xwe re kir, ew kesek netewî bû û astengiya rejîma Îranê nîşaneya wê ye ku şehîd ne kesên asayî ne.
 
Di merasîmê de peyama hevrê û sînemagerên Rojhilatê Kurdistanê jî hat xwendin. Di peyamê de hat gotin; “Dewleta tirk dijminê sereke yê gelê kurd e di Rojhilata Navîn de. Dewleta faşîst ti cûdahiyek naxe nava tu kurdekî de. Bi alîkariya welatên serdest hewl dide li herderê destê xwe têxe nava xwîna kurdan.”
 
Li ser navê malbata şehîd, birayê wî Yunis Kerîmiyan axivî û got: “Hevrê û malbata şehîd me gelek hewl da cenazeyê şehîd li cihê hatî dinê merasîmek bi heybet jêre bikin û veşêrin. Lê mixabin desthilatdarên Îranê rê nedan. Ji ber wê me biryar da em li vir veşêrin. Sine û Silêmanî zarokên yek dayîkê ne, ew dayîk jî Kurdistan e. Em spasiya hemû hevrê û kesên ku bi her cûrek xema me parvekirine dikin.”
 
Li ser navê Çand û Hunera Başûr û Komîna Film a Rojava jî peyam hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de hat gotin; “Em têkoşîna hunermend Mensûr Kerîmiyan ku nêzî 20 salan di warên cûda yên sînemayê de kar kir giring dinirxînin. Em soz didin em ê li ser rêbaza şehîdan berdewam bin. Yên ku li gel Şehîd Mensûr kar kirin dizanin ku ew xwedî li çand û hunera doza Kurd derdiket. Em dizanin ku her parçeyek li gel êşên parçeyek din yê Kurdistanê de jiyan dikin. Ji ber wê Şehîd Mensûr jî vê rêyê hilbijart.”
 
Piştî axaftin û peyaman bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ cenazeyê Mensûr Kerîmiyan li Goristana Şêx Ebas ya Silêmaniyê hat veşartin.
 

Sernavên din

20/06/2024
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin