Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im

  • jin
  • 10:00 7 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Fatma Dogan ku dayika Fîdan Dogan a 11 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin e diyar kir ku keça wê hêj di temenekî biçûk de tev li têkoşînê bû û wiha got: “Ji ber têkoşîna keça xwe serbilindim.” 
 
Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîna Dogan (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest dan. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn lê hêj jî nehatiye ronîkirin. Tetîkkêş Omer Guney ku li girtîgehê mir li xwe mikûr hatibû û bi belgeyan derketibû holê ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin. Ji bo danişîna dozê ku dê di 23’yê çileya 2017’an de bihata lidarxistin 36 roj mabûn (di 17’ê kanûna 2016’an) ku hat ragihandin ku Omer Guney li girtîgehê miriye. Bi vê yekê re xwestin dosyayê bigirin. Di çarçoveya dosyayê de piştî îtîrafên endamên MÎT’ê û agahiyên suîqestên nû yên li Ewropayê, li ser hewldanên malbat û parêzeran di nîsana 2017’an de têkildarî rola MÎT’ê lêpirsîneke nû hate destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna duyemîn de jî tu pêşketin çênebûn. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn û têkoşîna malbat û rêhevalên wan a ji bo derxistina faîlan didome. 
 
Yek ji jinên hatin qetilkirin Fîdan Dogan di 17’ê çileya 1982’yan de li gundê Malê Bûtan ê di navbera navçeyên Elbistan û Nûrheqê ya Mereşê de ji dayik bû. Piştî koçên bi Komkujiya Mereşê re dest pê kirin, derbasî Fransayê bûn û heta 9 saliya xwe li gel xalet, dapîr û bapîrê xwe ma. 
 
Piştre ew bi xwe jî bi rêya koçberiyê ket û li Fransayê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kir. Dayika wê Fatma Dogan, têkildarî naskirina tevgera kurd û têkoşîna keça xwe axivî. 
 
‘TU KARÊN XWE NÎVCO NEDIHIŞT’
 
Dogan, da zanîn ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin di nava xebatên ciwanan de cih digirt û wiha got: “Rojbîn zarokek pir dirust bû, bi her tiştê xwe zelal bû û ji derewan hez nedikir. Dema dest bi vî karî kirî digot; ‘Ez vî karî nîvco nahêlim.’ 2 kur û 3 jê keç pênc zarokên min hene. Keça min a herî biçûk Rojbîn bû. Pir girêdayî gel û doza xwe bû. Dema behsa xeberê dibû doz, tu kes ji me guhdarî nedikir. Hêj 16 salî bû û tevî hevalên xwe yên keç diçû komeleyê. Her tim digot; ‘gelo ez ê bikarim çawa bêhtir sûdê bidim siyasetê û dozê.’” 
 
‘JI BER KEÇA XWE HER TIM SERBILINDIM’ 
 
Bi domdarî Dogan diyar kir ku tevî gelê xwe, keça wê li hemberî malbata xwe jî berpirsyartî li xwe digirt û ev tişt anî ziman: “Di nava malbatê de xwişk-birayên xwe dianî gel hev. Tu carî li hemberî min û bavê xwe bêrêzî nekir. Di dema dibistanê de mamosteyên wê pir jê hez dikir. Dema Rojbîn li dibistanê tev li refên têkoşînê bû. Ji ber ku min hay ji dijmin hebû weke dayikekê ji ewil fikarên min çêbûn. Lê bi têkoşîna keça xwe serbilindim.” 
 
‘ÇIMA EV 11 SAL IN HÊJ JÎ KUJER NEHATINE DÎTIN?’ 
 
Dogan, got ku keça wê li gel hevalên xwe yên têkoşînê Sakîne Cansiz û Şeyla Şaylemez li naverasta Parîsê hatine qetilkirin lê hêj jî kujerên wan nehatine girtin û wiha pê de çû: “Li naverasta Ewropayê tu tevdîr nehatin girtin û sê kesên qedirbilind hatin qetilkirin. Ji ber ku zarokên me neparastin. Ev komkujî bi hevkariya Fransa, Almanya û Tirkiyeyê hate kirin. Tiliya wan tê de heye. Bi ser re 11 sal derbas bûn lê çima hêj derneketiye holê? Dema li Fransayê bûyerek çêdibe kujer tên eşkerekirin û girtin lê çima ev komkujî ronî nekirin? Li her deverê kamera hene û heke Fransayê bixwesta heta niha derxista holê.” 
 
‘DAXWAZA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIKIR LEWMA HAT QETILKIRIN’ 
 
Bav Hasan Dogan jî got ku keça wî ji ber daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê hatiye qetilkirin. Dogan, wiha domand: “Dema Rojbîn ji Tirkiyeyê hatî Fransayê, dibistana seretayî xelas kiribû û di 6 mehan de hînî fransiziyê bû. Di 6 mehan de li dibistanê bû xwendekara yekemîn. Keçikek pir jîr bû. Dema dihat malê ji ewil dayika xwe û piştre jî ez hembêz dikirim. Xwarzî-biraziyên wê hebûn û navbera wê zarokan gelek baş bû. Mîna zarokan dibû. Di sala 2012’an de ji min re got; ‘Bavo tu ne bavê minî, tu mamosteyê minî.’ Wê demê ez pir dilşad û bextewar bûbûm.” 
 
‘DIXWAZIN BI SER VÊ KOMKUJIYÊ BIGIRIN’ 
 
Dogan, diyar kir ku her sê jinên hatin qetilkirin ji ber xebatên xwe yên li Ewropayê bi taybet hedef hatine girtin û wiha got: “Em xwedî li zarok û rêhevalên xwe derneketin. Ev kes ne kesên jirêzê bûn. Bêguman gelê kurd vê komkujiyê qebûl nake lê ji ber ku komeleyên me nehatin parastin lewma ev her sê kes hatin qetilkirin. Bi ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hate girtin û sê heval şehîd kirin. Divê her kes di vê mijarê de berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Kesên wiha ewqas zû nagehin. Hêzên navneteweyî dixwazin vê komkujiyê di tariyê de bihêlin. Em di ferqa vê de ne. Lê kêmasiyên me jî hene û divê em vê rastiyê bibînin. Heke tevdîrên pêwîst bihatina girtin dê Rojbîn îro hêj bijiya.” 
 
DOZGERÎYÊ DI ADARA 2023’YAN DE BANGÎ MALBATAN KIR 
 
Dogan, destnîşan kir ku dozgerê dozê di adara 2023’yan de bangî malbatê kiriye û wiha pê de çû: “Bi ser re 11 sal derbas bûn lê hêj jî çente û alavên wan nehatine dayîn. Gelo îstîxbarata Fransayê ev 11 sal in hêj nekariye li ser van çente û alavan xebatê bike? Hêj jî şopên tiliyê nehatine girtin? Ev yek rezalete. Li holê şexsek nîne ku dadgeh çêbibe. Dema ji dozger tê pirsîn bê ka çima raporên mirina Omer Guney ku tê îdiakirin li girtîgehê miriye çima radestî parêzeran nehatiye kirin, tevek jî li hev dinêrin. Ji ber ku kaxiza mirinê ya kujer tune ye. Di sala 2015’an de ez heta gundê vî kujerê jî çûm. Gora vî kujerî tune ye. Heke mirî be wê demê gora wî li ku ye? 
 
‘DÊ GELÊ KURD DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDE’ 
 
Herî dawî jî Dogan ev tişt anî ziman: “Hem malbata me hem jî gelê kurd dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi taybet jî qetilkirina sê jinên kurd pir balkêş e. Dê jinên kurd hesaba vê komkujiyê bipirsin û xwedî li mîrateya wan derkevin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/01/2024
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin