Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên ku li 5 bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" tev li Nobetên Edaletê bûn ev peyam parve kirin: "Em azadiyê dixwazin, heya tecrîda li ser Rêberê me û zarokên me tê rakirin, dê çalakyên me bidomîn."
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî bi serdanan berdewam kirin.
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam kir. Çalakiyê, mehek li pey xwe hişt. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.
 
Gelek kes hatin serdana çalakvanan. Ji çalakvanan Haci Cîhangîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li îmraliyê lê bandorê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dike û got ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Cîhangîr, destnîşan kir ku aştî dikare bi Abdullah Ocalan pêkan e û xwest azad bibe. Bi domdarî Cîhangîr bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê. 
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê ve, bi xizmên girtiyan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Kesên tev li Nobeta Edaletê ya li avahiyê Nûnertiya Herêmê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de didome bûne, pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. 
 
Endamên Şaxa Îzmîrê yên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) çû serdana çalakiya malbatên girtiyan. Ji Rêveberên Şaxa DAD'a Îzmîrê Zeynel Bazkurt wiha axivî: "Gelê me di astengî, nalîn û zorê de ye. Wek divêtiyeke baweriya xwe em dixwazin li gel yên di astengî, nalîn û zorê de ne, bin. Em dixwazin bêjin ku em cem daxwaza rewa ya dayikên in." 
 
Bozkûrt bal kişand ser girtiyên ketine greva birçîbûnê û got: "Piştgirîdayîna zarokên xwe, mafê herî mezîn ê dayikan e. Divê pirsgirêka kurd, bi rêyên demokratîk bi awayekê demildest were çareserkirin. Çareserî jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd û zindanan e."
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî mehek li pey xwe hişt. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek kes çûn serdana çalakgerên Nobeta Edaletê. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Sayyîgît di çalakiyê de ev tişt gotin: "Wekî tê zanîn ji bo ku tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li vê derê jî dayikên me ji bo pişgriyê bidin wan di nobetê de ne. Em vê nobetê silav dikin. Ev sedan sal in ku li ser kurdan polîtîkaya zext û asîmîlasyonê heye. Li ser xwîna kurdan xwe li se pêya digirin. Ji bo ku me tune bikin, dixwazin çand, ziman û nirxên me tune bikin. Bi salan e ku em li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Em ê ji îro pê de jî li ber xwe bidin."
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikên Aştiyên yên ji Mêrsîn û Colemêrgê hatibûn, Komeleya Jinan a Rosayê, Rêxistina Bajarê Nû yê DEM Partiyê, Partiya Bindestan a Sosyalîst û Rêveberên Rêxistina Amedê nobet ziyaret kirin. 
 
Dayikên Aştiyê, bi dirûşm û tilîliyan kesên hatine serdanê pêşwazî kirin. Dayikan gul dan kesên tev li çalakiyê bûne. Dayikan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em azadiyê dixwazin. Heya ku tecrîda ser Rêberê me û zarokên me radibe dê çalakiyên me bi dawî nebe û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çalakî bi strîna stranan û berzkirin dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" dom kir. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 31’an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û hatin berzkirin.
 
Di çalakiya nobetê de Hasan Ehim axivî û anî ziman ku bi mehan e ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku daxwaza wan azadî ye. Ehîn xwest demildest tecrîd were rakirin.
 
STENBOL  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. 
 
Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” ve “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Gelek welatî hatin serdana çalakvanan. 
 
 
Endamên ANYAKAY-DER'ê û parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî hatin serdana nobetê. Di dima serdanê de beşdaran gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”,  “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Ji xizmên girtiyan a di Nobeta Edaletê de Zeynep Çalihan got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û anî ziman ku bêdengiya li hemberî vê rewşê çareserî nîne. Çalihan, destnîşan kilr ku divê her kesên xwedî wijdan di vê mijarê de bi berpirsyartiya xwe rabe û wiha axivî: "Gelo heke zarokên me di zindanan de şehîd bibin em ê çi bikin? Banga min ji bo rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ew e ku dengê xwe derxînin. Xizmên ji bo rakirina tecrîdê dest bi grevê kirine. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Banga me li her kesî ew e ku tev li grevê bibin. Divê hemû xelkên cîhanê xwedî li greva birçîbûnê derkevin. Divê her kes li vê derê be. Divê biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re guftûgoyê bikin. Birêz Ocalan di vê mijarê de dibêje; 'Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.' Lê kesek xwe nade ber." 

Sernavên din

16/06/2024
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike