Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê

img
MELETÎ - Bavê siyasetmedara kurd a girtî Sebahat Tûncel a ketiye greva birçîbûnê, Fahrettîn Tuncel bi telefonê bi keça xwe re axivî. Tûncel, diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê gel ve kêm e û anî ziman ku ji bo bi cih hatina daxwazên girtiyan divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin 34 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên 37 roj in di greva birçîbûnê de ne dê heta 15 Sibatê ku salvegera radestkirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ye çalakiya xwe bidomînin. 
 
Yek ji girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kiriye jî siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel e. Tûncel ku di 6'ê mijdara 2016'an de dema Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1'an a Kocaeliyê ji ber doza Kobanê anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Tûncel di 27'ê kanûnê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê diyar kir ku ew ê tevî Mûkades Kabak û Melek Kartal ên di qawişa wê de dimînin dest bi girava birçîbûne bikin.
 
Bavê Sebahat Tûncelê, Fahrettîn Tûncel ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku divê gel zêdetir xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin û bang li gel kir. 
 
'TECRÎD LI SER HEMÛ CIVAKÊ TÊ MEŞANDIN'
 
Fahrettîn Tûncel bi lêv kir ku beriya hefteyekê bi telefonê bi keça xwe Sebahat Tûncelê re axiviye û wê demê hînbûye ku keça wî di greva birçîbûnê de ye. Tûncel, got ku keça wî Sebahat Tuncelê ji gel re jî peyama xwedî derketina greva birçîbûnê û daxwazên wan şandiye. Tûncel wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyan ji ber tecrîda ku li Grava Îmraliyê heye û belavî hemû girtîgehan bûye dest bi greva birçîbûnê kirin. Her çiqas weke ku tecrîd li ser kesekî tê meşandin were nîşandan jî, bi rastî tecrîdek li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. 3 sal in destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Mînaka tecrîdeke bi vî rengî li tu deveran nîne. Ev tecrîd siyasî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan pêşeng e, li ser wî tê meşandin û li ser hemû civakê belav dibe. Girtiyan jî li dijî vê bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kirin."
 
'BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTIN BIBE DÊ XWÎN JÎ BISEKINÊ'
 
Di berdewama axaftina xwe de Tûncel, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd asteng e û ev tişt gotin: "Sebahat hem dema parlamenter bû û hem jî di girtîgehê de şaşiyên hikûmetê vedibêje. Sebahat, dibêje ku li vî welatî pirsgirêka kurd heye û muxatabê vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e. Heke hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk were dê pêşî li mirinan bê girtin û ev xwîn jî dê bisekine. Lê rê nadin ku ev deng bigihe raya giştî. Tecrîd li pêşiya çareseriyê astengiyeke sereke ye. Zarokên biçûk dibin çiyayekî weke Gabarê û li wir didin kuştin. Kesên ku pereyên wan hene nayên kuştin. Greva birçîbûnê yek ji rêya ji bo bidawîkirina tecrîdê û rawestandina van mirinan e."
 
'DIVÊ MUXALEFETA CIVAKÎ BI HEV RE TEVBIGERIN'
 
Tûncel anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe divê mûxalefeta civakî zextê li desthilatê bike û wiha got: “Divê desthilata siyasî bi her kesî re weke hev tevbigere. Lê belê bi heqaretan muxalefeta civakê polar dikin û bi neteweperestiyê desthilata xwe diparêzin. Desthilat israr dike ku vê pirsgirêkê çareser neke û li ser desthilatdariyê bimîne. Lê belê ev pirsgirêk bi zextên mûxalefeta civakî tên çareserkirin. Lê muxalefeta civakî li dijî vê nayê cem hev. Lê heke li dijî van pirsgirêkan muxalefeteke komî hebe, wê dijberiyeke cidî ya civakî derkeve holê. Heke aştî pêk were ne krîza aborî ev qas kûr dibe û ne jî ev qas kes jiyana xwe ji dest didin. Ji ber wê jî divê muxalefeta civakî ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin."
 
BANGAWAZÎ
 
Tûncel diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê gel ve kêm e û bi lêv kir ku ji bo bi cih hatina daxwazan divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê. Tûncel di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedî derketina greva birçîbûnê ev bang li gel kir: “Divê civak guh bide vî dengî û piştgiriyê bide. Divê em hemû piştgiriyê bidin daxwazên greva birçîbûnê. Mixabin grevên birçîbûnê li derve jî têra xwe piştgiriyê nabînin. Gelê li wir ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî serî li grevên birçîbûnê didin. Divê raya giştî vê pirsgirêkê weke tenê pirsgirêka Abdullah Ocalan û girtîgehan nebînin û pirsgirêkeke civakî bibînin û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan." 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

08/01/2024
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin