Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû

  • rojane
  • 16:44 30 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên li Edeneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.
 
Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Stenbol, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin bi berzkirina daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berdewam kir. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê daye destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Di eywana nobet lê tê lidarxistin de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkênin, ji bo aştiya demokratîk bibin denge zindanan” hatin vekirin.
 
Çalakgerên ji bo nobetê bigirin hatine cem hev destnîşan kirin ku ew ê çalakiya xwe ya îro li Mêrsînê bidomînin. Çalakgeran bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” ber bi Mêrsinê ve ketin rê. 
 
WAN
 
Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk a Wanê de dane destpêkirin di roja 24’emîn de berdewam kir. Gelek welatî û siyasetmedar tev li çalakiyê bûn. 
 
Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr a DEM Partiyê Nazîme Arvas di dema serdanê de axaftineke kurt kir û ev tişt anî ziman: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan demildest werin rakirin. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Em jî weke komîsyon çalakiya we silav dikin. Ez hêvî dikim çalakî bibe wesîleya edalet û aştiyê. Feraseta mêrsalar hewl dide ku me di nava çar dîwaran de bêîrade bihêle, li mutbaxê û ji bo anîna zarokan me sînordar bike. Lêbelê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadî û îradeya jinê were qebûlkirin, têkoşîneke mezin da meşandin. Em bi saya vê têkoşînê di her qadeke jiyanê de xwedî gotin û îrade ne.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA AŞTÎ, WEKHEVÎ Û AZADIYÊ BIDOMÎNIN’
 
Piştre Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr ê DEM Partiyê Okkeş Kava jî anî ziman ku girtî li dijî polîtîkayên zextê yên desthilatê, têkoşîneke dîrokî didin meşandin û wiha axivî: “Îro jî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin têkoşîneke mezin tê dayîn. Her kesê ku xwedî wijdan divê piştgiriyê bide û vê çalakiyê mezin bike. Em ê di her qadekê de têkoşîna azadî, aştî û wekheviyê xurt bikin.”
 
‘ŞER KESÊ BI SER NAXE’
 
Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Saadet Oklû da zanîn ku, dayikên kurd ji ber polîtîkayên şer bi dehan zarokên xwe winda kirine û got: “Cenazeyên zarokên me di nava qutiyan de, bi kargoyê teslîmî me dikin. Em miriyên xwe bêyî vecîbeyên olî pêk bînin, vedişêrin. Ji vê derê bang dikim; bila dayikên leşkeran û Dayikên Aştiyê piştgirî bidin me. Em tevî hemû zilma tê kirin, daxwaza xwe ya aştiyê, di her fersendê de tînin ziman. Şer kesê bi ser naxe. Divê Wezîrê Dadê demildest pembûyê di nava guhê xwe de derxîne û bersivê bide vê daxwaza aştiyê.”
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
AMED
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike. Gelek dayik ji bajarên cuda hatin û tev li çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û îro jî çalakiya xwe domandin. 
 
Ji dayikan Rabîa Ataş axivî û got: “Em dixwazin gel û malbatên din jî tev li nobetê bibin. Em ê bi hev re, dest bidin hev û vê tecrîdê bişkînin.” Endamên Platforma Şaxên KESK’a Amedê hatin serdana malbatan. Endamên KESK’ê xwestin neheqiyên dom dikin, bi dawî bibin. 
 
Çalakî bi stranên dayikan dom kir. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, xizmên girtiyan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê TUAY-DER'a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, çalakî dom bikin. 
 
Dayika Aştiyê ya ji Edeneyê tev li çalakiyê bûye Bezo Orûç jî wiha axivî: “Heta ku ev zext li ser Serokê me were meşandin, dê tu kes ji me azad nebin. Em aştî û azadiyê dixwazin.” Dayika Aştiyê Emîne Eren jî spasiyên xwe li dayikên ji Edenê hatine kir û ev tişt gotin: “Em li benda rakirina tecrîda li ser Rêbertî ne. Dilê me dayikan diêşe. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Heya ku tecrîda li ser Serokê me tê rakirin, heya ku zarokên me azad dibin em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
Nobet bi gotina stranan a dayîkan dom kir. 
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya li avahiyê rêxistina DEM Partî ya Esenlerê de tê domandin bûn. Çalakgeran pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û vê peyama “Daxwaz neyên qebûlkirin, dê têkoşîn berdewam bike” parve kirin. 

Sernavên din

13/06/2024
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin