Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin

  • rojane
  • 10:33 30 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kurtay Serhat ê têkildarî şerê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê diqewime axivî, diyar kir ku windahiyên leşkeran tên  veşartin û wiha got: “Bi salane propagandaya 'me qedandin'  tê kirin. Lê hatiye rewşeke wisa ku ew bi xwe jî bûne qurbana derewên xwe.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Di 22-23’yê kanûnê de li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pêvçûnan de gelek leşkeran hatin kuştin. Wezareta Parastinê ragihand ku di pevçûnên 22’yê kanûnê yên li Xakûrkê 6 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Her wiha ragihand ku di 24’ê kanûnê de jî li Metînayê pevçûn derketiye û 6 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê têkildarî pevçûnên 22-23’yê kanûnê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniya ji hêla ANF’ê ve hatiye weşandin; di pevçûnên li Xakûrkê de 27 leşker hatine kuştin û girê ku leşker lê bûn jî ketiye bin kontrola wan. Di heman demê de hat destnîşankirin ku gelek çek û techîzata leşkerî hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûnên li Metînayê de jî 9 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de têkildarî pevçûnên li Zapê jî agahî hatin dayîn. Hat gotin ku di pevçûnên li Zapê de 34 leşker hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnan de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
 
Der barê geşedanên ku li herêmê diqewimin de rojnameger Kurtay Serhat ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandinên girîng kirin. 
 
'HESABA LI MALÊ NE LI GORÎ BAZARÊ BÛ'
 
Rojnameger Serhat, anî ziman ku yekane tişta ku bi salan e leşkerên li herêmê dikin girtina giran e û wiha axivî: "Lêbelê, hesaba li malê ne li gorî bazarê bû, ji ber ku her ku pozîsyona şer û avakirina baregehan zêde dibe şer jî giran dibe. Ev tê wê wateyê ku qasî ku girên wê herêmê hene divê ku artêşa tirk bigire. Bi salane ku hewl dide vê yekê bike, li ser bi dehan giran bi cih bûye, lê nikare leşkerên xwe tam bi cih bike. Ji ber ku hêza dijberê wan ne hêzeke ji rêzê ye, hêzeke gerîla ye û bi salane li wan herêman pergala bin erdê amade kiriye û gav bi gav tevahiya herêmê nas dike.” 
 
'LI DÛ HEV WENDAHIYAN DIDIN'
 
Kurtay Serhat, anî ziman ku artêşa tirk li baregehên ku herî zêde lê amade ye windahiyan dide û wiha got: “Bi teknolojiya heyî heta herêmên herî dijwar dikarin leşkeran bişînin. Lê belê pirsgirêk tenê bi şandinê an jî misogerkirina ragihandinê bi dawî nabe. Bi taybetî heke hûn li erdnîgariyeke wisa berfireh bin û eger hêzek li dijî we şer bike, ev yek hîn aloztir dibe. Bi qasî ku em dibînin, herêmên baregehên ku artêşa tirk lê hene li dû hev windahî dane. Di baregehên ku herî zêde amadene û bi sê qatên têlên ewlehiyê hatiye dorpêçkirin û her alî jî tim û tim bi kamerayên erd û hewayî ve tê şopandin darbe dixwe. Awayê ku medyaya şerê taybet a radigihine û diafirîne ne rast e.”
 
'TIFAQA AKP'Ê Û PDK'Ê'
 
Serhat, bal kişand ser hevkariya AKP’ê û PDK’ê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê siyasî ve, wisa xuya dike ku Tirkiye bi avakirina baregehên daîmî û çêkirina rê li vir razemeniyên pêşerojê dike. Yanî di pêşerojê de planên îlhaqê hene û vê jî gav bi gav pêk tînin. Lê bi awayekî fermî ev herêma 35 salî ya xaka Iraqê ye û 40 kîlometre kûr e û em dizanin ku di vê mijarê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê re ti lihevkirinek nîne. Planên ku bi ser tifaqa bi PDK'ê re çêkirine, lê ne diyare ku dê kengî ev şert û merc berovajî bibin. Xuya ye ku PDK ji ber lawaziya xwe ya li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi dewleta tirk heye û bikar tîne. Dewleta tirk a êrişkar jî vê yekê her tim li dijî hevkarên xwe weke şîrekî bikar tîne. Dewleta tirk jî ji vê rewşa PDK’ê û bi taybet Barzanîyan sûd werdigire û dixwaze heta Kerkûk û Mûsilê serweriya xwe ava bike, an ku her du hêz jî ji bo vê di nav hewldayinê de ne. Lê çawa ku her tiştekî dîroka xwe ya bi dawîbûnê heye, ev polîtîka jî diqede. Di vê mijarê de em vê ji dîrokê re bihêlin; Niha yê ku herî zêde piştgiriyê dide van polîtîkayên berfirehkirina rejîma AKP’ê û MHP’ê û ji bo di pratîkê de bi cih bîne, PDK û bi taybetî Barzanî ne, lê dema ku ba bizivire, yên li Iraqê dewleta tirk weke dagirker îlan bike PDK û Barzanî ne. Em ê van bi hev re bibînin.”
 
'ÇAWA DIBE KU DI GULEYEKE TACÎZÊ DE EVQAS WENDAHIYAN DIDIN?'
 
Serhat, bi lêv kir ku li herêmê pevçûnên dijwar rû didin û di van pevçûnan de wendahiya leşkeran pir e û wiha domand: “Bi salane propagandaya 'me qedandin'  tê kirin. Lê hatiye rewşeke wisa ku ew bi xwe jî bûne qurbana derewên xwe. Ji şerê ku berdewam dike destkeftiyek siyasî, çîrokek serketî çêkirin û ji bo medyaya şerê taybet materyal çêkirin û pir bi kar anîn. Berê rewş di asta medyayê de bû, niha bala xwe bidinê, hemû daxuyaniyên wan ên fermî di vî warî de ne, di her daxuyaniyeke wan a fermî de nakokî hene. Bifikirin, dewletê di daxuyaniya xwe ya fermî de got, 'ku gelek leşkerên me di encama gulebarana terorîstan de jiyana xwe ji dest da' Îcar çawa dibe ku evqas kuştî û birîndar di encama guleya tacîzê de jiyana xwe ji dest bidin?  Di warê leşkerî de gulebarankirina bi tacîzê tenê ji bo hişyariyê tê kirin. Ger saziya fermî ya dewletê daxuyaniyên bi vî rengî pêkenok, derveyî hiş û aqil bide, divê em ji medyayê tiştekî hêvî nekin. Bi rastî jî medyaya wan ji bilî propagandaya hişk û qehremaniyê tiştekî nake. Ya rast ew e ku ji sala 2015’an û vir ve bi taybetî ji sala 2021’an ve şerekî pir dijwar heye. Li van herêman her roj di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şer û pevçûn diqewimin û hema bêje her roj kuştî û birîndarên artêşa tirk çêdibin, lê artêşa tirk bi tevî windahiyên wan hene jî bi awayekî fermî parve nakin û paşguh dikin. HPG rastiya vî şerî bi belge û wêneyan bi raya giştî re parve dike.”
 
'POLÎTÎKAYA ŞER CIVAKÊ DIRIZÎNE'
 
Serhat destnîşan kir ku krîza aboriyê ji ber israra polîtîkaya şer a dewletê didome û got: “Bêguman vî şerî bandorên madî û manewî yên mezin li ser civakê kiriye û wê bike. Aloziya aborî ya heyî encama van polîtîkayane. Civak her roj ji ber van polîtîkayên şer têk diçe. Krîza aborî ya heyî tenê destpêk e. Xuya ye heta ku di vê polîtîkaya înkarê de bê israkirin dê ev yek bidome. Her wiha di civakê de rûxandineke kûr a exlaqî heye, civak riziyaye. Bi kurtasî, polîtîkaya şer hem civaka Tirkiyeyê tune dike û hem jî dirizîne. Berpirsiyarê vê jî tenê hikûmet û komeke teng a li derdora wê ne.”
 
'CIVAK BÛYE QURBANIYA POLÎTÎKAYÊN ŞER'
 
Rojnameger Kurtay Serhat, diyar kir ku civak bûye qurbaniya polîtîkayên şer ên AKP û MHP'ê û wiha pê de çû: “Şerê li herêmê ji sala 2021’an û vir ve xwedî karakterekî cuda ye. Dema ku operasyona Garê ya 4 rojan têk çû rewşa wan a heyî diyar bû. Rewşa nû jî zû, dereng wê derkeve pêşberî me. Ji ber ku ya ku dihate xeyalkirin û dihat xwestin pêk nehat. Heman xeyalên dagirkeriyê îro jî berdewam in. Ji ber vê yekê yên ku rexne dikin bi awayekî cidî raya giştî dixapînin. Li vir dibêjin, 'me berê ev kir, me wisa kir, em wisa şêr bûn, em bi vî rengî qehreman bûn.' Dibêjin ku,tiştên berê hatine kirin rast bû û tişta ku niha tê kirin jî xelete. 
 
Bi kurtasî herkes di vê mijarê de hewl dide reklama xwe bike û berjewendiya siyasî bi dest bixe. Aliyên  kurd her car dewlet hişyar dikir û digot dev ji van polîtîkayên şer berde. Dewlet ji şer encam nagire. İsrara şerê van di 9 salên dawî de Tirkiye aniye vê astê. Ji ber vê yekê civaka Tirkiyeyê ji ber rejîma AKP’ê û MHP’ê ji cîhanê û serdema nû bi qutbûyî dijî û dewlet û çapemeniya tirk jî sond xwariye ku rastiyê nebêje. Ger hûn manşetên rojnameyan ên ji sala 1984’an heta niha vekin û binêrin arşîva televîzyona dewletê TRT'ê binerin, hûnê heman manşetên rojnameyên îro jî bibînin. Îcar çi bû, tevgera kurd wisa ji holê rabû? Berevajî vê, ew veguherî hêzek û xwedî rastiyeke ku bandorê li ser tevahiya cîhanê dike ye.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/01/2024
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar