Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?

  • rojane
  • 14:08 28 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axaftinên Erdogan ên piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê ku digot; “Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn” û “Ez wê civînê rast nabînim” bi bîr xist û ev pirs kir: “Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?” 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin berdewam kir.
 
Danişîna dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Hinek girtiyên siyasî li eywana danişînê amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir û bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.  
 
Demîrtaş, diyar kir ku hilbijartina hezîrana 2015’an hilbijartina herî krîtîk a Tirkiyeyê bû û wiha got: “Di serî de kurdên ku di tevahiya dîroka komarê de tune hatine hesibandin, hemû nasname û baweriyên cuda li derveyî bîrdoziya fermî ya dewletê xwe birêxistin kirin. HDP’ê ji sedî 13,2 deng stand, kete parlamentoyê û nehişt îktîdar piraniya meclisê bi dest bixe. 
 
Wê demê ji bo lihevkirineke nû ya siyasî ya Tirkiyeyê derfet çêbûn. Ez ê hêj jî vebêjim bê ka çima li hemberî xeta ku hemû lihevkirinên civakî û aştiyê diparêze ev xeta neteweperest-olperest a AKP-MHP’ê hate avakirin. Ji ber ku îktîdar mudaxileyî dozê dike. 
 
HDP’Ê PIŞTGIRÎ DA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
Çalakiyên grevên birçîbûnên sala 2012’an piştî nameya birêz Ocalan bi dawî bûn. Piştre jî ‘Pêvajoya çareseriyê’ hate destpêkirin û Tirkiye kete serdemeke nû. Weke HDP’ê me jî piştgirî dida tevahiya pêvajoyê. Dema ku ‘Pêvajoya çareseriyê’ didomiya de Erdogan çendek axaftinên piştgiriyê dikir. Digot; ‘pevçûn ji lihevkirinê, kuştin jî ji dayîna jiyînê hêsantir e û em ya zehmet hildijêrin.’ ‘Em ê tevî gelê xwe lîstika kesên aştiyê naxwazin xera bikin.’ ‘Feraseta ku her sal şehîdan qebûl dike ne feraseteke însanî û wijdanî ye.’ ‘Serkeftiyên şerekî qirêjî, têkçûyiyên aştiyeke bişeref tune ne.’ Yên ku ev axaftin dikir, Erdogan bû. 
 
DEKLARASYONA HEVPAR 
 
Erdogan ê ku ev peyam dida, her wiha hevdîtinên li Îmraliyê zêde kir. Piştî bûyerên Kobanê yên sala 2014’an, hevdîtin zêde bûn û şandeyeke ku ez jî di nav de hevdîtinên xwe dikirin. Ya ku ji destê me dihat me dikir. Me ji bo protokolekê israr dikir. Ya li Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê protokolek bû ku dê em û rayedarên dewletê tev li bûbûna. Ev protokol ji bo wê bû ku êdî navê Tirkiyeyê bi şer û çekan neyê bibîranîn. Hinek bertek nîşanî wê protokolê hatin nîşandan lê gelemperiya Tirkiyeyê erênî nêz bû. Ji sala 1984’an ve li Tirkiyeyê êş û wêraniyeke mezin çêbûbû. Êdî rê li ber vê pêvajoyê dihat girtin û hemû kes keyfxweş bû ku dê siyaset derkeve pêş. HDP’ê di vê pêvajoyê de bang kiribû, hedef hatibû nîşandan lê dîsa jî komplo nedihat bîra tu kesî. Li qesrekî Meclisê daxuyanî hate dayîn. Ev tiştekî wisa ji rêzê nîne. Hikûmeta heyî û partiya ku îro bi terorîstbûnê tawanbar dikin bi hev re deklarasyoneke hevpar weşandin. Em aliyê wê nebûn lê ji ber ku di tevahiya pêvajoyê de em jî hebûn, deklerasyon ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Piştî wê civînê, di medyaya îktîdarê de coşeke mezin hebû, pîrozbahiyên aştiyê hebûn. 
 
PÊVAJO GIHIŞTIBÛ WÊ QONAXÊ KU DÊ ÇEK JI DEWRÊ DERKETINA 
 
Di daxuyaniya heman rojê de min got; ‘Ji vir û şûnde ya ku divê were kirin ew e ku şandeyeke mirovên akîl biçe Îmraliyê û ji birêz Ocalan nameyekî bigirin. Dê Ocalan li pêşiya mirovên akîl bang li PKK’ê bike ku dev ji çekan berdin û pevçûnan bi dawî bikin. Dê şandeya HDP’ê jî hebe. Girteka ji encama wê civînê derdikeve jî dê ji hêla mirovên akîl, dewlet û me ve were îmzekirin. Gava diviya bihata avêtin ev bû. Banga me ji bo her kesên amadekariyên xwe kirine ye.’Ji ber ku provokasyon hebûn û xetereya têkçûna pêvajoyê hebû. Me xwest lez bidin vî karî. Lê çendek roj piştî ragihandina mutabaqetê, di 22’yê adara 2015’an de Erdogan got; ‘Ez civîna li wir rast nabînim.’ Nêzî 22 roj piştre ev gotin kir. Lê di 28’ê sibatê de digot; ‘Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn.’ Bêguman vê nakokiyê bala raya giştî û hikûmetê kişand. 
 
ÇI BÛ KU ERDOGAN DI NAVA 22 ROJAN DE FIKRA XWE GUHERAND? 
 
Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand? Erdogan di 7’ê adarê de daxuyaniyeke din jî da; ‘400 parlamenteran bidin, bila ev meseleye bi xweşî bê çareserkirin.’ Di 11’ê adarê de Erdogan di axaftineke xwe de wiha digot; ‘Banga Ocalan girîng e.’ Heta wê demê jî mutabaqat red nekiriye. Di vê navberê de min jî di 11’ê adarê de got; ‘Em ê nehêlin tu bibî serok.’ Beriya Erdogan, Bulent Arinç bersiva me da û got; ‘Mimkin nîne ku haya Erdogan jê nebe. Ev mutabaqat li ser erêkirina wî hat kirin.’ Erdogan li ser van navan sekinî ye, hinek jê red kiriye, xebatên hevpar hatine kirin û Erdogan herî dawî gotiye ku guncav e. Ji bo pêvajoyê tenê gavek mabû û em hêj jî nizanin bê ka Erdogan çima pêvajo qedand. Dibêjin ya; ‘gotina Demîrtaş a em ê nehêlin tu bibî serok dawî li pêvajoyê anî.’ Tu aliyekî vê ya rast nîne. Pêvajoya çareseriyê ne ji bo ku Erdogan bibe serok hatibû destpêkirin! Erdogan digot; ‘em ê ya zehmet hilbijêrin.’ 
 
HÊJ JÎ LI TIRIYEYÊ ARAMÎ TUNE YE
 
Em li dijî teklîfa AKP’ê derketin û Meclis xitimî. Lê ev xebata beriya wê bû. Di pêvajoya çareseriyê de xebatekî wiha çênebû. Piştî ku HDP weke partî ketî hilbijartinan, Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê û Şandeya Mirovên Akîl nas nekir. Ji wê dîrokê heta niha jî hizûra Tirkiyeyê nîne. Xwezî rojnamegerekî wêrek derketa û pirsa; ‘We ewqas mirov xistin zindanê, her roj cenaze tên. Gelo heke we mirovên akîl bişanda Îmraliyê ma niha dê Tirkiyeyeke cuda nebûya?’ jê bikira. Hilbijartinên hezîranê li rastî wê dîrokê tê ku hêj em bi ser neketin Erdogan fikra xwe guherandibû. Hinek kes dibêjin; ‘Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de HDP’ê bi rehetî xebatên xwe meşand.’ Heta hinek kes dibêjin; ‘we derfetên dewletê dabûn we baş bi kar ne anîn.’ Dê bibêjî qey dewletê bi KPSS’ê 80 parlamenter dan me û me jî rast bi kar ne aniye! 
 
JI BER AXAFTINÊN ERDOGAN WESAYÎTÊN ME DAN BER KEVIRAN 
 
Piştre jî provokasyon çêbûn. Di 15’ê gulana 2015’an de komeke nîjadperest a ji 80 kesan pêk dihat êrişeke faşîst li dijî buroya me ya têkilîdanîn ya Tekîrdagê pêk anî. Polîsan tu tiştek nekirin. Di 18’ê gulanê de li dijî avahiya me ya Edeneyê êrişa bombeyî hate kirin. 4 endamên partiyê birîndar bûn. Di heman rojê de li dijî avahiya partiya me ya Mêrsînê êrişa bombeyî çêbû. Wan rojan dê min li Mêrsînê mitîng li dar bixista. Dê me civîn bikira lê hate betalkirin. Li cihê ku dê ez jî tev li civînê bûbûma, rojek berê bombe hate teqandin. Ji bo provakasyonek çênebe me jî di mitîngê de banga aştî û xwişk-biratiyê kir. Girse pir bihêrs bû û li dijî civîna ku dê ez jî tev li bûbûma, sûîqest hatibû ceribandin. Di 3’yê hezîranê de dema em ji Kanîreşê vedigeriyan, li dijî ajokarê wesayîta me bi çekên lûledirêj êriş hate kirin. Faîl nehatin girtin. Di 4’ê hezîranê de wesayîtên kesên dihatin mitîngê hatin şewitandin û hewl dan hevalekî me bi zindî bişewitînin. 38 kes birîndar bûn. Tevî vê yekê em bi aqilekî selîm tevgeriyan. Heta ku em ji Erziromê derketin, tevahiya wesayîtên me dan ber keviran. Dîrok 4’ê hezîranê ye û ji bo hilbijartinan 3 roj mane. Baş e ev çima dibin? Ji ber axaftina Erdogan ku digot; ‘terorîst, kujerê Yasîn Boru.’ 
 
KA LÊ BINÊRIN KÊ ÇI KIRIYE 
 
Em jî bangên aştiyê dikin. Di 5’ê hezîranê de mitînga me ya Amedê hebû. DAIŞ’ê bi bombeyan êriş kir. Çi zû tê jibîrkirin? Wê rojê ez li pişt dikê disekiniyam. Hindik mabû ku ji bo axaftinê derkevim ser dikê. Di wê kêliyê de Îdrîs Balûken li ser dikê diaxiviya. Di wê kêliyê de teqîn çêbû. Ji ewil ji bo îzdîham çênebe, gotin ‘trafo teqiya.’ Hewldan min tavilê ji wir derxînin. Min qebûl nekir û got; ‘bi sehezaran kes dema li wir ez ê çawa biçim.’ Ji wesayîtê paya bûm, polîsan gaz diavêtin. Me nedikariya bêhnê bistînin. Ji ber wan gazan birîndaran nedikariyan bêhnê bistînin. Tam rewşeke wehşetê bû... Malbata min li qada mitîngê bû. Ji bo tiştekî nebaş çênebe banga hestiyariyê dikir. Me bang li girseyê kir ku bên pêşiya avahiya partiyê. Min li wir daxuyanî da û got; ‘Em ê rê nedin provokasyonan.’ DAIŞ’iyê ku bombe danî jî lêgerîna wî hebû û rojek berê derketibû ku weke firarê leşkeriyê hatiye tespîtkirin. 
 
ROJEK BERIYA TEQÎNÊ HATIYE BINÇAVKIRIN Û BERDAN 
 
Hat zanîn ku rojek beriya teqînê li hotêleke Amedê hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan. Ev kes piştre çû cem hevalê xwe yên Komkujiya Garê pêk anî. Me got; ‘em mitîngên xwe betal nakin û dê girseya xwe bibin ser sindoqê.’ Rojek piştre me mitîngên xwe yên Wan û Stenbolê pêk anîn. Bi wan êrişên bombeyî me 2 puan winda kir. Piştre medyaya îktîdarê got; ‘ji bo dengê xwe zêde bikin bombeyan didin teqandin.’ Esra Elonu twîteke weke ‘gelo tembûra Demîrtaş teqiya’ parve kir. Ma çi nekirin! Em îro weke provakator tên darizandin. Lê binêrin bê ka kê çi kiriye.” 
 
Demîrtaş, piştre jî çalakiyên provakatîf ên piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an li dijî HDP’ê hatine kirin vegot. 
 
ERDOGAN SOR DIKIR 
 
Demîrtaş, anî ziman ku provokasyon ji ber tehrîkên Erdogan dihatin kirin û wiha pê de çû: “Di rewşeke wiha de, parêzbendiyên me betal kirin. Em di rewşeke wiha de ketin hilbijartinê. Dewletê bi xwe ev pêvajo organîze kir. Mîna Çorum, Gezî, Mereş û Kobanê. Tevek jî ji hêla dewlet û provakatorên di nava wê de hatin plankirin. Yek faîl jî nehat darizandin. Hiqûqa li dijî me di meriyetê de ev bû. Em bi qanûnên daristanê ketin hilbijartinê. Bila kesek nebêje HDP’ê tehrîk kir. Yên tehrîk kirin îro welêt birêve dibin. Divê îktîdar hesabê bide lê îro ji me tê pirsîn. Tevî van jî me dev ji hiqûqê berneda. Me her tim hiqûq parast.” 
 
Dadgehê heta saet 13.30’an navber da danişînê. 
 

Sernavên din

11/06/2024
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin