Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye

  • rojane
  • 17:10 27 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Stanbol, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin domiyan. Çalakvanan gotin ku li dijî tecrîdê roj roja têkoşîn û serhildanê ye. 

 
Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Stenbol, Wan, Edene û Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatibû destpêkirin, di roja 24’emîn de berdewam kir. Çalakvanên ku pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, stranên kurdî gotin û daxwaza xwe ya rakirina tecrîdê anîn ziman. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Peyasê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED-TUHAD FED), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaxên Hejmar 1 û 2 yên Genel-Îş’ ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) û gelek kesan kes hatin serdana çalakiyê. 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin: “Em dixwazin aştiyeke mayînde çêbibe. Bi milyonan kurd Ocalan weke vîna xwe dibînin û tecrîda li ser wî tê wateya qutkirina dengê gelê kurd. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome.” 
 
Çalakî, bi stran, dirûşm û serdanan berdewam kir.
 
WAN 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin jî di roja 23’yan de dom kir. Rêveberên DEM Partiyê ya Erdîşê û welatiyên li taxên Mîthat Bey û Serhatê hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.
 
Salih Ergun ku kurê wî Taner Ergun li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin di çalakiyê de axivî û got ku ji bo bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê tev li çalakiyê bûne. Ergun, destnîşan kir ku ew çalakiya girtiyan pîroz dikin û got: “Banga me ji bo hemû rêhevalên me ye; roj roja têkoşîn û serhildanê ye. Divê her kes piştgiriyê bide çalakiya rêhevalên me yên girtî. Em piştgiriyê didin vê çalakiyê û dê ev gav bi xwe re azadiyê bîne.” 
 
Li ser navê şandeyên taxan jî Nevzat Hamzaogûllari û Giyasettîn Gultepe axivîn û gotin ku ew piştgiriyê didin berxwedana li zindanan û xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin. 
 
Çalakî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. 
 
STENBOL
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengtiya MATUHAYDER’ê li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê hatiye destpêkirin, di roja 15’an de berdewam kir. Di çalakiyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û sazî û xelkê bajar hatin serdana çalakvanan. 
 
Beşdaran, diyar kirin ku dê biisrar çalakiya xwe bidomînin û banga her kesên demokrasî û edaletê dixwazin kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê. 
 
Çaalakî dê sibe li avahiya DEM Partiyê ya Esenlerê bidome. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê ya li avahiya ÇUKUORVA TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin bi tevlibûna gel di roja 24’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Ji dayikên girtiyan Nûray Şahîn di çalakiyê de wiha got: “Dê ev çalakiya me heta dawiyê bidome. Banga me ji bo hemû dayikan ew e ku piştgiriyê bidin me. Rengê rondikên dayikan nîne.” 
 
EDENE 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Edeneyê ku li avahiya AATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 24’an de didome. Li eywana çalakiyê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê deng bidin zindanan” hatibûn daliqandin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin û beşdaran banga piştevaniyê kirin. 
 
Nobet, bi klamên dayikan berdewam kir. 
 

Sernavên din

11/06/2024
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin