Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e

  • rojane
  • 16:09 25 Kanûn 2023
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hemû partî di çareseriya pirsgirêka kurd de alî ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê tecrîd bê bidawîkirin. Demîrtaş, wiha got: “Ocalan, aliyê muzakereyê ye. Muxatabê rewa yê gelê kurd e ku daxwazên polîtîk temsîl dike. Aktorê herî bibandor e.” 

 
Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam dike. Demîrtaş, bal kişand ser gotina Suleyman Soylu yê AKP’î ku ji Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik re digot; “Şerê çi, ev têkoşîna li dijî terorê ye” bi bîr xist. Demîrtaş, ev tişt anî ziman: “Navê vê şer e şer. Heke ev şer nebe, ez ê hiqûqa navxweyî bi bîr bixim. Di qanûna rayeyê ya TSK’ê de hatiye diyarkirin bê ka operasyon çawa tên kirin. Di operasyonê de banga ‘teslîm bibe’ tê kirin. Heke bi çekê bersiva vê bangê were dayîn, ewlehiya herêmê tê kontrolkirin û ev yek di qanûnê de hene. Li gorî qanûnan wiha tê kirin. Heke tevî vê yekê jî biisrar bê domandin, ji bo sax were girtin, operasyon tê kirin. Heke pêwîst bike, bêyî ku xelkê sivîl bixin talûkeyê tên bêbandorkirin.” 
 
BANGA ‘LI GORÎ HIQÛQA ŞER TEVBIGERIN’
 
Demîrtaş, da zanîn ku di êrişên bi ÎHA û SÎHA’yan tên kirin de banga “teslîm bibe” nayê kirin û wiha pê de çû: “Yekser girêdayî Peymana Cinevê ye. Soylu, ma tu vê nizanî? Navê vê hiqûqa şer e. Divê bi hiqûqa şer bê kirin. Divê her kes pê bike û ji vê re dibêjin hiqûqa şer. Em bi temamî li dijî şer in. Heke ev pevçûn hebin, navê vê şer e û divê her kes li gorî hiqûqa şer tevbigere. Peywira me ya herî birûmet ew e ku em dawî li şer û pevçûnan bînin. 
 
KESÊN LU ÇEWLIGÊN LUKS RÛDININ BILA ZAROKÊN XWE BIŞÎNIN 
 
Yên ku îro parlamenterên me sûcdar dikin, gelo ji bo aştiya welêt tenê yek deqeya xwe veqetandine? Heta neynûkên xwe jî feda nekirine. Kêmek ne di nav de parlamenterên Partiya Îyî, MHP û AKP’ê, gelemperiya wan karsazên mezin in. Razemeniyên mezin dikin. Li çewligên luks rûdinin. Gelek wesayîtên wan ên luks hene. Dema hûn biryara şer didin, gelo ma zarokên we li Xakûrkê û Zapê nobedê digirin? Dê hadê zarokên xwe bişînin wê derê. Zarokên xwe bişînin em ê wê demê bibînin bê ka hûn dê wiha ji bo şer qare qarê bikin? Dilê me di şewite. Min gelek caran got. 12 leşkerên duh hatin binaxkirin birayên min in. Zarokên herî xizan ên vî gelî ne. Xwezî me aştî pêk bianiya û ew jî niha sax bûna. Berpirsyartî li stûyê me ye. Em ji hêla exlaqî ve xwe berpirsyar dibînin. Em vê yekê qebûl nakin. 
 
EV GOTINE 50 SAL IN TÊN KIRIN 
 
Nûnerên me yên niha li vê eywanê ji bo aştiyê li parlamentoyê çi hewce bike amade ne ku bikin. Her kesê devê xwe vedike qala komkujiyê û gotina ‘heta terorîstê dawiyê dimîne dê bidome’ dike. Ev 50 sal in ev gotin tên kirin. Xizmekî şehîdan duh diqîriya û digot êdî bes e. Mafdar e, êdî bes e. Ma ev êdî kê dixapînin. Hem dê sedema mirina van ciwanan ew bin hem jî bêyî ku şerm bikin dê ji van mirinan DEM Partiyê sûcdar bibînin. Berpirsyar hûn in. Yên ku wan dişînin operasyonan hûn in. DEM Partî ev bi roja ye çi pêşniyar dike? Dibêje; ‘zarokên 20 salî ji bo mirinê neşînin çiyê.’ Li qadan diqîre û dibêje; ‘çareserî hêsan e, rêyeke hêsan heye, rêyeke birûmet a mesrefa wê pir kêm heye.’ Lê polîs bi gazê, bi copan bersivê didin û wan digirin. 
 
NAVÊ NÛNERTIYÊ JI KENGÎ VE BÛYE AŞTÎ? 
 
Duh, endamên me yên Meclisa Ciwanan DEM Partiyê hatin binçavkirin. DEM Partî dibêje; ‘li şûna ku leşkeran dişînin mirinê, tecrîdê rakin. Bila bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.’ Çi tiştê vê gotinê biçûk dixe? Çi tiştê wê derqanûnî ye? Çi tiştê wê ne rewa ye? Li şûna ku lê guhdar bin, di qîrin û dibêjin ‘terorîst, kujer.’ Dema li Meclisê rûdinin û îhaleyên bi trîlyonan werdigirin û dema di pîrozbahiyê de mîkrofonê dirêjî wan dikin jî dibin ‘netewperwer’. Ev in netewperwer? Dê herin karê xwe. Banga min ji bo zîhniyeta ku me îro li vir didarizîne ye; di esasê xwe de berpirsyarên vî şerî hûn in. Berpirsyarê 12 zarokên vî welatî yên duh hatin binaxkirin hûn in. Em nînin, partiya me nîne, siyaseta me nîne... Em, siyasetmedarên aştiyê ne. Qaşo dê aştî çawa pêk bê; dê bên teslîm bibin. Navê teslîmiyetê ji kengî ve bûye aştî? Teslîmiyet teslîmiyet e. Qaşo em ê teslîm bibin Dê teslîmî çi bibin? Dê teslîmî îdeolojiya fermî ya tirk. Qaşo dema dibêjin ‘em tevek tirk in, zimanê me yê dayikê tirkî ye’ dê pirsgirêk çareser bibe. Em jî bibêjin, îcar ew teklîfa aştiyê ya ew dikin em li wan bikin. 
 
BIBÊIJIN ‘EZ KURD IM’ BILA EV MESELEYE ÇARESER BIBE!
 
Teklîfa min ev e; ez jî heman teklîfê li pêşengên Partiya Îyî, AKP, MHP’ê dikim. Bibêjin ‘ez kurd im’ û bila ev meseleye çareser bibe. Ma wiha dibe? Gelo ma dê kî vê bêrûmetiyê qebûl bike? Aştiya birûmet a em qala wê dikin ew e ku tirk, kurd, elewî, sunnî bi hev re bi awayeke azad dijîn."
 
‘ME ÇARESERÎ PARASTIYE’
 
Demîrtaş, bi bîr xist ku ji serdema Osmaniyan heta niha gelek serhildan çêbûne û wiha pê de çû: “Xwîn ketiye navberê, hêrs, hestên tolhildanê. Ev jî rastiyeke. Lê li şûna ku em têkvedana vê li dora êşên hevpar bên gel hev; îro her kesên qala aştiyê dikin tên lînçkirin, akademîsyenên aştiyê ji peywirê digirin û bi gaz, girtin û binçavkirinan bersiv didin. Encama vê siyasetê jî ev e. Encamên wiha dilbiêş derdikevin holê. Bila kesek me sûcdar neke. Banga min ji bo civaka Tirkiyeyê ye; banga min ji bo kesên bi qasî misqalê nirxên wan ên exlaqî heyî ye. Her wiha ez bersivê didim sûcdariyên têkildarî axaftinên min ên li Aydin û Mêrsînê jî; hewldana me ew bû ku em bi hev re bijîn. Me hewl da ku çek bêdeng bibin û xwîn nerije. Ji ber vê yekê jî 7 sal in girtî ne û em hêj jî daxwaza aştiyê dikin. Bav, dayik, xwişk û birayên hevalên me wefat kirin. Ji bo saetekê çûn şînê û hatin. Şîna xwe di hucreyan de girtin. We di pandemiyê de em terkî mirinê kirin. Me êşa erdhejê li vir jiya. Ev tevek jî we kirin. Malbatên me qeza kirin, dayika min seqet ma. Dayika min niha seqet e, kursiya biteker bi kar tîne, nikare bê girtîgehê, di rêyên girtîgehê de qeza kir. Ma çi ma ku we bi serê me ne anî? Em dibêjin çi, her hevalê/a me ya piştî 7 salan mafê axaftinê girtî qala aştiyê dike. Gelo kesên dibêjin ‘ên vê dibêjin terorîst in, em ê wan bieciqînin, wan tune bikin’ welatperwer in? Em durûtiyeke wiha qebûl nakin. Hemû axaftinên xwe yên di parastinên min de cih digirin, bi sala ye em diparêzin. Li ser navê partiyê me ev parastibûn. Me çareserî parastiye. 
 
HÊJ DARIZANDIN XELAS NEBÛYÎ WE BIRYAR DA 
 
We ji dema cezayê hûn îdia dikin dirêjtir em di girtîgehê de girtin. Hêj darizandin xelas nebûyî we biryar da ku em endamên rêxistinê ne. Ez li girtîgehê dibihîzim, nahêlin em peywendiyan bi tu kesî re deynin lê em dibihîsin. Kesên we ji cemaetê darizandin û 6 sal û sê meh ceza lê birî, 2 sal berê cezayê xwe qedandin û tehliye bûn. Ji endamtiya rêxistinê cezayê xwe qedandin lê em ev 7 sal in girtî ne. We, hêj di destpêka darizandinê de temamiya kesên li vir weke endamên rêxistinê qebûl kir. Divê hûn niha ji endamtiya rêxistinê ceza bidin me ku salên em di hundir de mane pêşwazî bike. Beriya darizandinê, we bi awayeke fiîlî em weke endamên rêxistinê ragihandin. Ev yek nîşan dide ku we bi eşkereyî dengê xwe daye. Ev yek, delîla herî şênber a pêşdaraziya we ye. Girtina 7 salan; li gorî qanûnan jî nikarin 7 salan derbas bikin. Ji bo Gultan xanimê, ji bo Sebahat xanimê we got; ‘dosyayên yekkirî.’ Dosyaya yekkirî bikin yek dosya. Ez qala hiqûqeke hêsan dikim. Lê tevî xalên eşkere yên qanûnê jî we bi rehetî 7 sal derbas kirin. Hûn jî teqlîda dadgertiyê dikin. Em vê qebûl nakin. We di nava van 7 salan de bi hezaran derhiqûqtî îmze kirin. Ez ê encamên van ên civakî jî vebêjim. Qaşo di bin nava cezakirina me de we rê li ber karesateke civakî ya çawa vekiriye ez ê qala wê jî bikim. 
 
YÊN KU DIRÛŞMA ÎDAMÊ BERZ DIKIRIN BÊWIJDAN IN 
 
Endamê AYM’ê jî di nav de, tevahiya kesên xwedî cube yên di darazê de we nirxên mirovî binpê kirin. We delîlên sexte xistin nav dosyayê, we em sûcdar destnîşan kir, we şahidên derewîn lê zêde kirin û we ev bi zanebûn kir. Her roja ku hûn ji vê eywanê derdikevin û diçin zarokên xwe hembêz dikin, gelo hûn çi difikirîn ez mereq dikim. Gelo dilê we rehete ku we ewqas xerabî kirine û ji nirxên mirovbûnê dûr ketine? Yên ku li meydanan em sûcdar dikirin û dirûşmên îdamê berz dikirin, nesîbê xwe ji mirovbûnê negirtine û bêwijdan in. Lê wijdana me rehet e, em piştrast in ku tu sûcê me nîne û em nûnertiya nirxên exlaqî yên herî mezin û rûmetê dikin. Tiştên we kirin em mezintir kirin. 
 
TENÊ EM KURD IN LEWMA DEWLETA TIRK ME DIDARIZÎNE 
 
Em di nava siyaseta demokratîk a kurd de cih digirin lewma tên darizandin. Dewleta tirk ji ber armancên nîjadperest û neteweperest, tenê ji ber ku em kurd in lewma me didarizîne. Ji ber ku em li hemberî îdeolojî û tezên nîjadperest ên tirk serî natewînin lewma em tên darizandin. Kurdistan, welatê me ye. Ji ber ku em dibêjin ‘Hûn nikarin Kurdistanê dagir bkin, hûn nikarin tune bikin’ lewma em tên darizandin. Li vê eywanê di şexsê me de hewl didin rastiya kurd û Kurdistanê mehkûm bikin. Armancên wan ên siyasî yên ji bilî vê ew e ku di referandûm û hilbijartinan de bi ser kevin û rejîma yekzilamî rewa bikin. Lewma me di girtîgehê de digirin. Ez kurd im, welatê min Kurdistan e, her du nasnameyên min jî rûmeta min e û tu kes nikare van nirxan bidarizîne. 
 
OCALAN MUXATABÊ MEŞRÛ YE Û AKTORÊ HERÎ BIBANDOR E 
 
Mîna gelên din, li ser xaka Kurdistanê mafê jiyanê yê gelê kurd jî heye û mafê wan jî ye ku bi ziman û nasnameya xwe bijî. Bi rêya polîtîkayên înkar û tunekirinê mafên gelê kurd ji dest hatine girtin. Divê mafên gelê kurd destûreke nû ya bingehîn re bên dayîn. Ocalan, li Îmraliyê bi awayeke derhiqûqî di tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, aliyê muzakereyê ye. Rêya terkkirina çekan girêdayî muzakereyên bi birêz Ocalan re ne. Rastiyek heye ku dewletê jî gelek caran ev yek qebûl kiriye. Rola birêz Ocalan a di çareseriyê de girîng bû û ji wê heqîqetê bawerim ku dê ji vir û şûnde jî wisa be. Muxatabê meşrû yê nûnertiya daxwazên polîtîk ên gelê kurd dike birêz Ocalan e û aktorê herî bibandor e. Bi vê wesîleyê divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk awere çareserkirin. Ji bo vê jî divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Her wiha ez kesên di greva birçîbûnê de jî silav dikim. Her wiha tevahiya partiyên siyasî yên kurd ên di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk de xwedî perspektîfa çareseriyê jî aliyek in û muxatab in. Cihê ku ev pirsgirêk bi awayeke zelal lê were nîqaşkirin û lê were çareserkirin jî parlamento ye. Hemû partî di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de alî ne. Ji ber van sedeman, ji bo bidawîkirina serhildana dawî ya gelê kurd ez piştgiriyê didim hevdîtinên muzakereyê yên Dewleta Komara Tirkiyeyê yên bi birêz Ocalan re û diparêzim. 
 
EM JÎ DIKARIN SÛDEKÎ BIDIN
 
Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de em jî dikarin gelek tiştan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji dest tê bikin. Armanca me, jiyaneke wekhev e. Ez ji kesên min tune dihesibînin, yên hewl didin min tune bikin û bi derew û kompasan tesfiye bikin re wiha dibêjim; ez dostê her kesê demokrasî û aştiyê diparêzin im. Ez ê tu kesên vê qebûl nakin nas nekim. 
 
FONA TERÎM 
 
Di Doza Kobanê de gelek kes hatin mexdûrkirin. Ji bo domandina vê dozê, neteweperestên tirk bi dehmilyonan kes neçarî birçîtî, xizanî û fihûşê kirin. Ciwanên gihaştî sirgûnî derveyî welat kirin. Jinên ciwan ji bo bi rêya hêsan pereyan qezenc bikin, li ser hesabên medyaya dijîtal bedena xwe difiroşin û pêşkeş dikin. Fenomenên medyaya dijîtal bi rêya navendên bedewbûnê û fonên Fatîh Terîm pereyê nefermî rewa kirin û dewlemend bûn. Bala xwe bidin ser, temamiya kesên pere razandin fona Fatîh Terîm neteweperestên tirk in. Li ber kamerayan qala esaleta miletê tirk û mezinahiya reîs dikin lê çiqas tefecîtî ya ku zirarê dide pereyê welat hebin kirine. 
 
LI HOLÊ DEWLET NEMA YE 
 
Reîsê wan dibêje; ‘faîz heram e, nas heye.’ Kesên dema ev gotin dihat kirin heta destên wan teqiyayîn çepik lê dixistin, şerm nakin ku pereyê xwe bidin faîzê. Ji ber neteweperwerên sexte ne. Ji ber ku îslamperestên sexte ne. Yên ku bi fonên Fatîh Terîm milyon dolar qezenc kirin, yên pereyê fermî fermî kirin, karîkatûrên mafyatîk ên bi nelirêtiyan dewlemend bûn tevek jî ji ber girtina me keyfxweş in û çepikan lê didin. Sedem çi ye, ji ber ku divê ev pergal bidome da ku bikarin serwetên xwe mezin bikin. Ji bo ku ax û kevirên vî welatî bikarin qetariyan. Tişta ku neteweperestên tirk jê re dibêjin beka ev e. Anku bekaya serveta wan a qirêjî ye. Heqareta ku tiryakfiroş û kujerekî mafyaya sexte li polîsekî tirk kirî bi qasî misqalê ser guhê wan ve nîne. Hema bes bila kurd di girtîgehê de bin û qeyûm bên tayînkirin, besî wan e. Vaye şandeya we bûye sedema vê. We bi biryarên xwe yên derhiqûqî civakek û dewletek hilweşand. Hûn dikarin bi berhema xwe serfiraz bin. Lê ji kerema xwe me bi tawanbariya hilweşandina dewlet, destûra bingehîn û hikûmetê sûcdar nekin. Ji ber ku ev we bi xwe kiriye. Li holê dewlet û makeqanûneke ku em ji holê rakin nema ye. We ev milet ji hêla exlaqî vê têk bir. 
 
DEMA NAVÊ KURDISTANÊ DERBAS DIBE MÛYÊ SERÊ WAN RADIBE 
 
Baş e lê bingeha teza neteweperestiya tirk, tirkîperestiyê ya ku di vê dozê de me didarizîne çi ye? Çima dema em dibêjin kurd û Kurdistan mûyê serê wan mîna strî dibe? Mesela dema dibêjin Turkistan heman tişt dibe? Na. Ma peyvên tirk, tirkmen, ozturk tu kesî aciz dikin? Lê çima dema peyva kurd tê gotin wisa dibe? Sînorê Tirkiye-Îranê bi awayekî fermî cîranê eyaleta Kurdistanê ye. Eyaleta Kurdistanê bi awayeke fermî cîran e. Li gorî makeqanûna Iraqê jî ji Xabûrê şûn de Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Dema van dibihîsin mûyê serê wan dibe strî. Xeletiyên di dema avakirina komarê de derketin holê, bingeha pirsgirêkên îro ne. Heke di dema xwe de hevkarî bihata kirin dê îro ev tişt neqewimîbûna. Tiştên pê têm darizandin gelemperî gotinên min ên di van mijaran de ne. 
 
EZ JI NEVIYÊN ŞÊX SEÎD IM
 
Dema Mûstfa Kemal derketî Anatoliyayê, artêşa herî xurt û nebelavbûyî artêşa Rojhilat bû. Mûstafa Kemal, naçe Datça, Mûgla û Edîrneyê. Diçe Erziromê. Nameyên ku nivîsandine ji bo begên kurd û Kurdistanê ne. Ne Mûstefa Kemal dibêje; ‘hûn kurd nînin’ ne jî ‘kurdî tune ye.’ Kurdan piştgirî danê. Tekane cihê di Şerê Rizgariyê de artêşan lê şer nekirî Kurdistan e. Ji ber ku gel bi xwe li wir şer kir. Li Dîlokê Karayilan şer kir. Başe gotiye çi; ‘Ey begên kurd, şêxên kurd...’ Her wiha pêwendiyên wî bi Seyîd Riza û Şêx Seîd re jî hene. Negotiye; ‘Şêxên hêja yên kurd, em ê beg û xelîfetiyê ji holê rakin.‘Hêza ku daye piştre xwe ne laîktî bû, Komara Tirkiyeyê nebû, hêza îslamê bû. Yên ku xiyanet li hevpeymanê kirî Şêx Seîd nebû. Rêveberiya Enqereyê bû. Derewan dikin. Pirtûkên dîroka înqilabê xwendine û bûne profesor. Wan gotinên jiber jî bi zarokan didin xwendin. Derewan dikin. Şêx çima serî hi dide? We sozek dan û dema hûn bi ser ketin jî karê we yê ewil bû rakirina xelîfetiyê. Dibêje; ‘hûn kurdî qedexe dikin.’ Yê ku xiyanet kirî ne Şêx Seîd e. Tenê yek belgeyeke ku hevkariya Şêx Seîd û ingilîzan nîşan bide tune ye. Bila rewşenbîrên tirk hinek bixwînin û zana bin. Erê rast e serhildanek heye lê Şêx Seîd xayîn nîne. Yên ji min hez dikin bila bizanin ku ez neviyê Şêx Seîd im. Hem kurdên sosyalîst hem jî yên îslamîst dizanin bê ka Şêx Seîd çi ye. 
 
TOPAL OSMAN LEHENGÊ ÇI YE?
 
Qaşo bibîranîna Şêx Seîd xiyanet e. Baş e lê Topal Osman çi kiriye ku tê bibîranîn? Ez ji Meral Akşener dipirsim. Tu serhildan û cînayetên ku Topal Osman nekirîn nema ne. Yek ji kesên ku bi sûcê sûîqesta li dijî Mûstafa Kemal tê sûcdarkirin jî Topal Osman e. Em li ser welatê hevpar dijîn û tu Topal Osman bi bîr tînî. Çi tiştê vî qehreman e? Orgeneral Mûstafa Mûglali bi bîr tînin. Vî serpelî akademiya şer qedandiye. Di 30’ê tîrmeha 1943’yan de li navçeya Qelqeliyê dest û lingên 33 kesan girê daye û înfaz kiriye. Ji vê hate darizandin û ceza lê hate birîn. Lê hema tenê li Googleyê binêrin,  li her derê ‘Cadeya Mûstafa Mûglali’ heye. Di bibîranîna Mûglali de pirsgirêk tune ye lê dema Şêx Seîd tê bibîranîn qiyametê radikin. 
 
YA HERÎ NAVDAR SABÎHA GOKÇEN E 
 
Mesela Abdullah Alpdogan li her derê bi bîr tînin. Li Dêrsimê bi hezaran kurdên elewî qetil kiriye. Ya herî navdar ez bibêjim; Sabîha Gokçen. Ya ku balafira Dêrsim bombebarkirî bi kar anî ev e. Dema ev kes tên bibîranîn kurd dengê xwe nakin lê dema kurd Şêx Seîd bi bîr tînin qiyametê radikin. Bila neyê jibîrkirin Yê herî navdar jî Kenan Evren e. Ji darbekariyê hate darizandin û hêj niha jî navên wî li ser bûlwar, cade û mizgeftan heye. Yaw ev kes darbekar e.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê.

Sernavên din

27/12/2023
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome