Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye

  • rojane
  • 16:08 20 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek welatî çûn serdana çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” a li 5 bajaran hatiye destpêkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, çû serdana çalakiya nobetê û got: “Kengî ku pirsgirêka kurd çareser bû, birêz Ocalan azad bû dê wê çaxê aştî û demokrasi ava bibe.” 
Çalakiyên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro jî berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, berdewam dike. Îro Dayikên Aştiyê, rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, çû serdana çalakgerên nobetê. 
 
Li avahiyê komeleyê yê nobet lê dihat girtin de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Biî berxwedanan zîndanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Serokê TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş di çalakiyê de axivî û anî ziman ku zextên li ser girtiyên ketine grevên birçîbûnê, zêde bûne û da zanîn ku odeyên bisunger li girtiyan ferz dikin. Altuntaş diyar kir ku tu girtiyên siyasî paş de gav navêjin û dê têkoşîna dayikan jî li wê derê berdewam bike.
 
EDENE
 
Çalakiya Nobeta Edalatê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê nûnerên saziyên sivîl, û gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê.  
 
Dayika Aştiyê Refîka Akin anî ziman ku tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew jî di bin tecrîdê de tên ragirtin û anî ziman tekane daxwaza wan pakanîna azadiya Ocalan û anîna aştiyê yê. Akin bilêv kir ku ew ji ber kurd in, bi salan e rastî zext û îşkenceyan tên û diyar kir ku ew ê heya aştî were têbikoşin.  
 
WAN
 
Li Wanê Nobeta Edaletê ya TUAY-DER a Wanê daye destpêkirin, di roja 16’emîn de berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwana a DEM Partiyê û rêveberên Rêxistinên navçeyên Payîzava û Artemêtan çûn serdana çalakgerên nobetê. 
 
Di çalakiya nobetê de gelek caran  dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” hate berzkirin. 
 
‘TECRÎD ASTENGIYA AŞTIYA CIVAKÎ YE’
 
Di serdanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin axivî. Avci destnîşan kir ku tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengî ye û got: “Ji me re dibêjin ku ‘Hûn çima hember li tecrîdê derdikevin?’ Ji ber tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengî ye. Dema pêvajoya hevdîtin dihatin kirin de yek dilopek xwînê nerijiya. Kengî ku pirsgirêka kurd çareser bû, birez Ocalan azad bû dê wê çaxê aştî û demokrasî ava bibe.” 
 
Niha tecrîd belavî her derekê bûye. Hemberderketina tecrîdê hemberderketina şer û rijandina xwînê ye. Di girtîgehan de têkoşînek cidî tê meşandin. Sedan, hezaran hevalên me li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Divê îro milyonan kes bibin hevparê vê têkoşînê. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê hatiye destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Gelek kes çûn serdana Nobeta Edalatê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezan tê domandin. 
 
Ji kesên çûne serdana çalakiya nobetê Meryem Tûran anî ziman ku daxwaza wan, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên ketine grevên birçîbûnê ye û got: “Em aştiyeke birûmet û yekitiya gelan dixwazin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin.” 
 
Kesên tev li çalakiyê bûne, piranî dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û klam gotin. 
 

Sernavên din

25/12/2023
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine