Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e

  • rojane
  • 09:04 20 Kanûn 2023
  • |
img
ÊLIH - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê kongreya xwe di 24'ê kanûnê de li dar bixe. Endamên Meclisa Ciwanên a DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo azadiya gelê kurd rêxistinbûn pêwîst e û hemû ciwan vexwendin kongreyê.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê kanûnê de 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Kongreya ku amadekariyên wê bi hefteyan berdewam dikin dê bi dirûşma "Vejînek Ciwan" li Eywana Dawetê ya Geterler a Amedê bê lidarxistin. 
 
Di kongreyê de ku dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdar bibe, "tecrîd" û "polîtîkayên şerê taybet" dê rojevên sereke bin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanên a Êlihê der barê amadekariyên kongreyê de agahî dan.
 
Endamê Meclisa Ciwanan Çetîn Avşar diyar kir ku wan 2 meh berê dest bi xebatê kiriye û di vê demê de bi gelek ciwanan re hevdîtin pêk anîne got ku ew li bendê ne ku ji bajêr gelek kes beşdarî kongreyê bibin.
 
Avşar diyar kir ku ew ê bi kongreya xwe li dijî fihûş, tiryak û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ciwanan tên meşandin bersiveke tund bidin û got: "Têkoşîna di pêşengiya ciwanan de bê pêşxistin wê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne." Avşar bang li ciwanan kir ku beşdarî kongreyê bibin. 
 
‘EM BEHSA RASTIYA ŞERÊ TAYBET DIKIN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Mete Başmacî jî diyar kir ku ciwanên ku dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet têkoşîn û berxwedanê didomînin. Başmacî got: “Hewl tê dayîn ku bi tiryak û fihûşê civak ji têkoşînê bê dûrxistin. Dema ku em ji bo beşdariya li kongreyê dixebitîn, me rastiya şerê taybet jî ji malbat û ciwanan re vegot. Me polîtîkayên tiryak, fihûş û asîmîlasyonê eşkere kirin. Ne tenê li Êlihê li bajarên din jî li dijî ciwanan êriş pêk hatin. Bersiva me ya li hemberî van êrişan xebateke zêde bû. Wan dît ku zext nikarin me bişkînin. Em ê di kongreyê de careke din nîşan bidin ku em ê li dijî êrişan serî netewînin û li ber xwe bidin."
 
‘JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ EM LI KONGREYÊ BIN'
 
Başmacî, da zanîn ku tecrîda ku pêngava konsepta şerê taybet e, roj bi roj bi rengekî giran dewam dike û wiha pê de çû: “Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir û li hemû beşên civakê belav bû. Niha hemû beşên civakê bi tecrîdê re rû bi rû ne. Armanca me ya bingehîn şikandina tecrîdê ye. Tecrîd binpêkirina mafan e ku bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em beşdarî kongreyê bibin. Berxwedana li dijî polîtîkaya çokşikandinê didome. Em dixwazin bi kongreya re ku dê di 24’ê kanûnê de bê lidarxistin, bersivê bidin tecrîd û zextên li ser gel."
 
‘RIZGARIYA GELÊ KURD BI RÊXISTINKIRINÊ PÊKAN E'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Yakûp Orak jî diyar kir ku azadiya gelê kurd bi rêxistinbûnê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku kongre ji bo rêxistinbûnê gaveke girîng e. Orak, anî ziman ku ew li qadan li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatê her tim têdikoşin û got ku ew ê di roja kongreyê de bi tevlibûneke xurt bersiva polîtîkayên qirêj ên desthilatê bidin.
 
BANGAWAZÎ
 
Endamê meclisê Bariş Avşar jî diyar kir ku armanca wan a bingehîn şikandina tecrîdê ye ku bi rengekî giran dewam dike. Avşar, da zanîn ku xebatên wan ên di vî warî de berdewam dikin û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin dê têkoşîna me bidome. Di kongreyê de em ê jî balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê û berxwedana wan silav bikin. Wekî ciwan divê em rol û erk û têkoşîna xwe bi cih bînin. Divê her ciwan bi vê hişmendiyê daxilî nava têkoşînê bibe."
 
Avşar, bang li kesên ku dê bên kongreyê jî kir ku bi xwe re hevalên xwe û malbatên xwe jî bînin. 
 
MA/ Fethî Balaman

Sernavên din

02/06/2024
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin