‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’

  • rojane
  • 16:48 19 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya salvegera 23’yemîn a Komkujiya 19’ê Kanûnê hatin dayîn de got ku “Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!” û hate xwestin ku hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û edalet pêk were. 

 
Girtiyên li dijî Girtîgehên Tîpên F derdiketin, çalakiya greva birçîbûnê ya di 20’ê cotmeha 2000’an de dabûn destpêkirin di 19’ê kanûnê de veguherandin rojiya mirinê. Bi biryara koalîsyona DSP’ê, MHP’ê û ANAP’ê di 19’ê kanûna 2000’an de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de bi ser 20 girtîgehan de hate girtin. Di êrişa leşkeran de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan girtî jî birîndar bûn. Di serdegirtinan de her wiha 2 peywîrdarên cemaweriyê jî jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera komkujiyê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê de li ber Girtîgeha Umraniyê ku yek ji girtîgehên bi ser de girtin bû. 
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Yekitiya Têkoşînê, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) jî piştgirî da daxuyaniya li vir hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Me komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir, nadin jibîrkirin” hate vekirin û dowizên “Em li girtîgehan mirinê naxwazin” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Mirov bi mafên xwe mirov in” , “Bila girtiyên jin bên berdan” hatin hilgirtin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ku di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku di dema “Operasyona Vegera li Jiyanê” de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Yolerî, bi lêv kir ku di operasyonê de gazên kîmyewî hatine bikaranîn, dozên hatin vekirin hatin astengkirin û dewletê peywîra xwe bi cih neanî û destnîşan kir ku piştî operasyonê girtî hatin tecrîdkirin. 
 
GIRTÎGEH VEGUHERÎN ‘NAVENDÊN BINPÊKIRINÊN MAFAN’ 
 
Yolerî, bi lêv kir ku li girtîgehên niha gelek pirsgirêk mayînde bûne û got: “Girtîgeh veguherîna navendên binpêkirinên mafên mirovan.”
 
TECRÎD Û ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Yolerî, bal kişand ku girtî îro li dijî pêkanîna tecrîdê ya li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha berdewam kir: “Mixabin çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên li girtîgehan di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin didome.”
 
‘DIVÊ BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN’ 
 
Yolerî ya diyar kir ku weke parêzvanên mafên mirovan dê li pey berpirsyarên komkujiya 19’ê kanûnê bin, xwest ku hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û edalet pêk were û daxwazên xwe rêz kirin. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdar bûn. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yûsûf Erdogan ê daxuyanî xwend, bi bîr xist ku kesên ji komkujiyê xelas bûn bi îşkence û tecrîdeke mezin re rû bi rû man û wiha got: “Ne berpirsyar ne jî faîlên vê hovîtiya ku gazên kîmyewî lê hatin bikaranîn hatin darizandin. Dozên hatin vekirin hatin astengkirin. Dewlet bicihneanîna peywîra xwe bûye berpirsyarê vê komkujiyê.”
 
‘NAVENDA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’ 
 
Erdogan, bal kişand ku di nava 23 salan de tecrîd hate kûrkirin, binpêkrinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û da zanîn ku bi girtîgehên nû yên weke tîpên S û Y pergala tecrîdê ya li ser girtîgiyan hem bi awayekî fizîkî hem jî bi awayekî zîhnî rê li ber texrîbatê vedike. Erdogan, da zanîn ku bi 14 Girtîgehên Tîpên F, 7 Tîpên S, 22 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 14 Tîpên Y tecrîdeke giran li girtiyan tê kirin. Erdogan daxwazên ÎHD’ê yên têkildarî komkujiyê rêz kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a piştî Erdogan mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku yek ji parêzera ku bûye şahidê Komkujiya 19’ê Kanûnê ye û diyar kir ku ji bo ev komkujî çênebe gelek rêxistinên sivîl ên civakî û hin partiyên siyasî xebatên cidî meşandin. 
 
BINPÊKIRINA MAFAN DIDOMÎNE
 
Keskîn, da zanîn ku di encama xebatan de biryar hate girtin ku bi girtiyan re nîqaş bên kirin lê rayedarên wê demê bêyî ku li benda vê yekê bisekinin dest bi êrişê kirin û wiha got: “Me êşên malbatan ji bîr nekirin. Hemû rayedar sûcdar bûn lê mixabin di vê komkujiyê de jî bêyî hesab bidin bi encam girt. Îro tenê cîgirê serokwezîr ê demê Devlet Bahçelî tên sax e. Ew jî binpêkirina mafên mirovan didomîne. 
 
‘KESÊN JI KOMKUJIYÊ BERSPIRYAR ME JI BÎR NEKIRIN’ 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku demokrasî rêzgirtina li dijî mafên mirovan a li girtîgehan tê pîvan û got: “Dema em li girtîgehan dinêrin binpêkirinên mafan ên giran û komkujî çêdibin. Di 19’ê kanûnê de gav bi gav hate jiyîn. Me ji bîr nekir. Me siyasetmedarên dibin hevkarê komkujiyan jî ji bîr nekirine.”
 
ÎZMÎR 
 
Li Îzmîrê jî Şaxên OHD, ÇHD, ÎHD û Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Komkujiya 19-22’yê Kanûnê ji bîr nekir, nadin ji bîr kirin” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” , “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” , “Dewleta kujer dê hesabê bide” hatin berzkirin. Metna çapemeniyê endamên ÇHD’ê Arman Atilgan xwend. 
Atılgan ê bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 23 sal derbas bûne, anî ziman ku girtiyên şoreşger bi şewitandin, gulereşandin, jehrkirina bi çekên kîmyewî, lêdanê ji aliyê fîzîkî ve hatine tunekirin û got: “Tiştên wê rojê hatin jiyîn weke hevrê, dost, mexdûr û parêzerên wan di hişê me de ne. Bila nefikirin ku me ji bîr kirî ye!”
 
WAN
 
Di pêşengtiya Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê de li ber avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û hemû rêxistinên sivîl ên li bajêr tev li bûn. Di daxuyaniya pankarta “Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin” hate vekirin de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan hate berzkirin. Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn ê daxuyanî xwend, anî ziman ku dê daxwaza xwe ya ku faîl û berpirsyarên komkujiyê bên darizandin bidomînin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê de daxuyanî hate dayîn. Di pêşengtiya ÎHD’ê de li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn. 
 
Di daxuyaniya ku pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê jiyanê diparêzin, bila girtiyên nexweş bên berdan, dimirin bêdeng nemîne” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku tevî 23 sal derbas bûne jî pergala tecrîdê girantir bûye û got: “Li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan didomin.”
 
ENQERE 
 
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê jî li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci yê daxuyanî xwend wiha got: “Di nava 23 salan de pergala tecrîdê girantir bû û li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan bi zêdebûnê berdewam dikin.”
 
RIHA/DÎLOK
 
Li Rihayê jî di pêşengtiya Şaxa ÎHD’a Rihayê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî hate dayîn. Ji bilî pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên DEM Partiyê, DBP’ê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Di daxuyaniyê de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Prz. Ahmet Ceylan axivî û got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em ê dest ji berpirsyarên Komkujiya 19’ê Kanûnê bernedin, em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan ên dewam dikin bisekinin û ji bo girtî li gorî rûmeta mirovahiyê jiyanekê bidomînin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Şaxa ÎHD’a Dîlokê, bi tevlibûna OHD’ê, Meclisa 78’an a Dîlokê têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê li ber Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD’ê yê Dîlokê diyar kir ku dê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîna xwe bidomînin. 
 

Sernavên din

25/12/2023
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine