Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin

  • rojane
  • 16:28 19 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgûn Ûçar di salvegera bîranîna Dayika Taybet Înan de axivî û got: "Bila dewlet û hikûmet li vir binêre. Hevalên têkoşer ên Dayika Taybet, gelê Silopiyayê, gelê kurd têkoşîna xwe didomînin. Îro bi hezaran Dayikên Taybet hene.”
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, di qedexeya derketina derve ya sala 2015'an ku 38 rojan berdewam kiribû de Dayika Taybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsûf Înan re hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû ragirtin. Di 8'emîn salvegera qetilkirina wê de Rêxistina Partiya Wekhevîyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Berdevka DBP’ê ya Jinan Berîvan Bahçeçî, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Şirnexê, MEBYA-DER, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bîranînê bûn.
 
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar, diyar kir ku di 8 salan de hê kujerên Taybet Înan nehatine darizandin û wiha axivî: "Em nizanin ku em îro behsa kîjan komkujiyê bikin. Em îro ji bo Dayika Taybet li vir in. Xwezî ji bo ku vê qurnefîlê bidin dayika xwe em li vir bûna. Her wiha îro salvegera Komkujiya Mereşê ya ku kurdên elewî bûn hedef û hatine qetilkirine. 45 sal in di doza Mereşê û rastiya wê de tu pêşketin çênebû. Dîsa der barê doza Dayika Taybet de tu pêşketin çênebû."
 
‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ HATE KRÎMÎNALÎZE KIRIN’ 
 
Ûçar, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev hovitiye pêk anî û got: "Em kesên di hemû komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin. Em îro ji bo Dayika Taybet li vir in, di heman demê de ji bo ku qala çîroka 100 salî ya komarê bikin em li vir in. Kurdan di nava vê çîroka 100 salî de cih negirtin. Zimanê zikmakî, nasname û têkoşîna kurdan hate înkarkirin. Têkoşîna wekhevî û azadiyê hate înkarkirin û krîmînalîzekirin. Di 30’ê cotmeha 2015’an de planek hat aşkerekirin. Navê vê plana ku weke biryarên MGK’ê ji raya giştî re tê nîşandan û jê re ‘Plana Hilweşînê’ tê gotin, plana mirinê ye."
 
‘BI HEZARAN DAYIKÊN TAYBET HENE’ 
 
Uçar, anî ziman ku ew ê Taybet Înan ji bîr nekin û wiha domand: "Dema ku Konseya Ewlekariya Neteweyî ya vî welatî pêvajoya çareseriyê ya tam didomand û gelê kurd li hemberî vê înkara 100 salî vîna xwe ya aştiyê xurt kiribû, dewletê ev bersiv da; Em pêvajoyê têxin sarincê. Bi qasî ku hûn dixwazin rakirin. Gelê kurd ê ku we înkar kir û we ziman û nasnameya wî ji qebûl nekir heta îro hat û  li her derê ye. Erdnîgarî, ziman, çand, nasname û têkoşîna xwe berneda. Mîna Dayika Taybet.Tişta ku me di 19’ê Kanûnê de jiyan kir operasyona dewletê bû. Operasyonek taybet bû ku ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê dihat kirin. Bila dewlet û hikûmet li vir binêre. Hevalên têkoşer ên Dayika Taybet, gelê Silopiyayê, gelê kurd têkoşîna xwe didomînin û bêguman wê têkoşîna xwe bidomînin. Dayika Taybet a ku we qetil kir, hûn dibêjin rêhevalê wê tune ye, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiye û Kurdistanê nobeda edaletê dimeşîne. Lewma em dibêjin; Bi hezaran dayikên me yên Taybet hene."
 
Piştî axiftinan girseyê bi dirûşmeyên “Şehid namirin” , “Dayika Taybet nemire” qurnefîl danîn kolana ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin. Şande piştre derbasî mala tiyê Taybat Înan, Yusuf Înan ê ku bi wê re hatiye qetilkirin bû. Piştre jî serdana malbata mala Mele Hesen Sanir û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir ku di qedexeya derketina derve de hate qetilkirin kir. 

Sernavên din

25/12/2023
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine