Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin

  • rojane
  • 14:20 19 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de dest bi parastina xwe kir wiha got: “Hûn nikarin hesaba gotinên me ji me bipirsin. Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, kesên ku divê hesab bidin jî hûn in.”
 
Li Enqereyê danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin didome. Danişîna doza îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî şopandin. 
 
Piştî tespîta nasnameyan ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Dû re Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdagê têkildarî esasê de dest bi parastina xwe kir. Yuksekdag a şandeya dadgehê û daraz weke “maskeyê siyasetê” penase kir wiha got: “Desthilata siyasî li dijî me darizandineke bi maske dike. Cesaret nake ku rûyê xwe nîşan bide. Ji xwe nebawer e ku rûyê xwe jî nîşan bide. Min beriya niha jî got dîsa dibêjim; heyfa we, HSK di destê wan de ye, ev dadgeheke ku ji me hatiye danîne. Ji dadgeha rewşa awarte û DGM’yan cudatir nîne.”
 
‘EZ HATIN KU RASTIYAN BIBÊJIM’ 
 
Yuksekdag, anî ziman ku desthilat têkoşîna xwe ya hesabpirsîna siyasî rast nade û bi lêv kir ku 7 sal in bi şerekî nemerd û qirêj re rû bir û ne. Yuksekdag got ku bi operasyoneke qirkirineke siyasî ku li cîhanê kêm mînakên wê hene re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Îro ev Doza Kobanê parçeyekî vê qirkirinê ye. Di vê doza jê re doza hiqûqê tê gotin de kîjan hiqûq pêk hat? Hûnê biryareke ji aliyê desthilatê ve beriya niha hatiye nivîsîn bixwînin. Îro ez li vir li hemberî we me lê bawer bikin ku ji bo ez bawerî bi edaleta we tînim nehatim vir. Ez ji bo li nava çavên we û rûyê binêrim û rastiyan bibêjim hatim vir. Lê li hemberî min rûyek heye ew hêjayî niqaşê ye. Kesên vê zilmê li me dikin hêj jî bibêarî zilma xwe berdewam dikin û vê operasyonê didomînin.”
 
‘KESÊN DI VÊ DOZÊ DE DIDARIZÎNIN EM IN’ 
 
Yuksekdag a got ku “Doza Kobanê doza mirovahiyê ye” bi bîr xist ku derbarê girtiyên siyasî de 38 caran cezayê hefsê yê muebbeta girankirî tê xwestin. Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, jin in, ciwan in, elewî ne, hemû gel, bawerî û kedkarên bindest in. Dadger û dozgerê vê doza mirovahiyê em in. Heta niha me çawa têkoşiya ye em ê ji niha û şunde jî têbikoşin, hesap pirsin û darizînin.”
 
‘DARAZ VEGUHERÎ MEKANÎZMAYA TUNDIYÊ’  
 
Yuksekdag, bal kişand ku desthilata AKP’ê darazê weke amûrê bikartîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Saziyên darazê kê dixwazin weke terorîst îlan dikin, digirin, diavêjin hefsê. Ev yek veguheriye mekanizmaya tundiyê. Nava hiqûqê vala kirin. Dadgeh tên danîn destihalata siyasî ferman dide dozger jî bi lez û bez biryara girtinê didin. Bi taybetî jî ji bo mûxalefeta civakî mekanîzmayeke tundiyê çêbûye. Bûye organa navendî û tundiyê ya desthilatê.”
 
‘HIQÛQ TÊ QETILKIRIN’ 
 
Yuksekdag, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Daraz niha mekanîzmayeke qirkirinê ye. Hiqûq qetil dike, baweriya mirovan a bi edaletê qetil dike û dîsa xwe bi xwe dikeve nava pêşbaziyekê. Endamtiya serokê dadgehê ya şebekeyeke sûc mînaka vê yekê ye. Saziyên dewletê ketine nava avadaniyeke çeteyan. Pêvajoya Sûsûrlûkê ya di salên 90’î de ev e. Rastiya ku dewlet bûbû mafya li pêşiya me bû. Hûn dixwazin ceza li yekê were birîn, pere didî ceza didî birîn. Digotin borsaya FETO’yê. Çawa di borsaya FETO’yê de tahliye dihate firotin ne me nûnerên desthilatê gotin. Çerxên ku weke borsa dihatin binavkirin hatin avakirin. Dozger îro ji bo berjewendiyên xwe li dozgeran didin. Niha di nava van şertan de dê çawa baweriyê bi darazê bînî?”
 
‘DI 5 HEZAR Û 267 RÛPELAN DE DAIŞ NÎNE’ 
 
Yuksekdag diyar kir ku di mutalaya ji 5 hezar û 267 rûpelî pêk tê navê DAIŞ'ê li cihekî bi tenê nehatiye derbaskirin û destnîşan kir ku heta çend salên dawî jî li Tirkiyeyê darizandineke girîng a DAIŞ’ê nehatiye kirin. Yuksekdag, bi bîr xist ku endamên DAIŞ’ê yên dihatin girtin ji aliyê dozger û dadgeran ve dihatin berdan û wiha lê zêde kir: “Heke ji aliyê dadgehê ve bi xeletî hatibûna girtin jî demildest dihatin berdan û beraet dikirin. Heta niha desthilata siyasî li dijî DAIŞ’ê çawa tevgeriya ye daraza di bin kontrola wê de jî wisa tevdigere. Mekanîzmaya darazê di bin kontrola desthilata siyasî de helwesta xwe plan dike. Heke min sûcên ku civakê dirizîne kiribin, qaçaxçîtiya tiryakê, bazirganiya mirovan, cînayeta jinan, sûcên îşkenceyê kiribin, bi awayekî aşkere ji aliyê mekanizmaya darazê û desthilatê ve têm parastin.”
 
'KUJERÊN JINAN NAYÊN CEZAKIRIN'
 
Yuksekdag, anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê ya di darazê de tenê bi çeteyên DAIŞ'ê re sînordar nîne û diyar kir ku kujerên jinan jî bi bêcezabûnê tên xelatkirin û got: "Li vî welatî şîdeta li ser jinê ne sûc e; Peymana Stenbolê hat betalkirin û qanûna bi hejmara 6284'an di bin xeterê de ye. Desthilatdariya siyasî dixwaze vê weke muzakere û lihevkirinê pêşkêşî hevkarên xwe bike. Şîdeta li dijî jinan li vî welatî bêceza tên hiştin. Mêrên ku li dijî jinan sûc kirine ji girtîgeha vekirî derketin û karê ku neqedandibûn temam dikin."
 
'BERSÛC NEHATIN CEZAKIRIN'
 
Yuksekdag, destnîşan kir ku ji ber ku li ser navê gel siyasetê dikin tên darizandin û wiha nêrînê xwe anî ziman. "Di îdianameyê de wekî teşwîqkar cih digirin. Ji ber ku Tayyîp got 'Ev qatilên 41 birayên min ên kurd in' nehatin darizandin. Diviyabû kujerên din bihatana dîtin. Ya ku kêrî desthilatdariya siyasî û kesê di serê desthilatdariyê de bû ev bû. Rêya herî baş ji bo ji holê rakirina dijmin û hevrikê xwe yê siyasî, bikaranîna rêbazên şerê qirêj bû. Hîzbûllahên ku diviyabû di vê dozê de bersûc bin, bi efûya Serokomar an jî ji nû ve darizandinê yek bi yek serbest hatin berdan. Ev kesên ku rasterast bi kuştin û qetlîamê sûcdar hatin dîtin û hatin cezakirin. Ger tu bixwazî berdî tu dikarî gelek kilifan çêki.
 
DOZA KOBANÊ BERDEWAMIYA MANÎPULASYONÊ YE
 
Divê em hesabê bipirsin. Kesên ku xwedî li gelê Kobanê derketin û hatin qetilkirin, derbarê wan de lêkolînek nehat kirin. Li vir mekanîzmayeke  manîpulasyon û provokasyonê heye û li cihê ku despê kir nasekîne. Di vê darizandinê de Kobanê berdewamiya manîpûlasyonê ye. Provokekirina Kobanê tê wateya sûcê li hemberî me. Piştî 9 salan vekirina dozê û daxwaza cezayê tê wateya berdewamiya manîpulasyon û provokasyonê.
 
Em gihiştine rewşeke wisa ku ne mumkune em jê derkevin. Niha behsa pirsgirêka dejenerebûnê tê kirin. Ya ku herî zêde behs dike jî îktîdara siyasî ye. Ji bo veşartina vê dejenerebûnê ye. Hewl didin ku pirsgirêk û sedemênan berovajî bikin. Nayê hizirkirin ku li cîhekî ku siyaset ev qas qirêj e, gendelî nebe. Feqîrtî zêde ye. Li vî welatî herî zede ji bo şer pere tê veqetandin û ji ber vê jî ne mimkûn e ku xizanî jî kêm bibe. Civak ji aliyê nirx û aborî ve bêtir dikeve xarê. 
 
Civaka Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer û birçîbûnê tê terbiyekirin. Îro beşeke pir girîng a civaka Tirkiyeyê ji bo ku bêkar nemîne, rastî heqaret û bêhurmetiyê tê, ev yek tê wateya bêrûmetkirina civakê. Îro jin ji bo bijî bi êrişeke mezin e rû bi rû ne. 
 
KOBANÊ DOZA GEL Û MAFAN E
 
Di vê tabloya giştî ya darazê de mirov nikare behsa hiqûq û edaletê bike. Ez ê hinekî behsa têkoşîna me ya ji bo mafan bikim; Kobanê doza gel û mafan e. Sedema berxwedana gel e. Sedema biratiyê ye ku tê fikirîn ku hevgirtin bi têl û sînoran bi dawî nabe. Em hem dozger û hem jî dadgerê vê dozê ne. Yên ku divê hesab bidin hûn in. Em tenê dikarin bibin yên ku hesab bipirsin, ne yên ku berpirsiyar in. Gelek tişt hene ku em bigirin. Em ê bi ser bikevin û mafên ku heram tên dîtin ji bindestan re bigirin. Di jiyanê de her tişt bi peyvan dest pê dike, carinan pirtûkên pîroz dibêjin 'bixwîne', carinan jî dibêjin 'biaxive'. Hemî pirtûkên pîroz peyva rast navbeynkar dikin ku peyva rast ragihînin. Ji dîrokê heta niha her kes li peyvên rast digere. Em jî mirovên ji vê dîrok û kevneşopiyê tên.
 
Rabirdû ne tenê rabirdû ye, tecrubeyek e. Em têkoşîna heqiyê bi yên ji rabirdûyê hatine dikin yek. Tenê bila sozên ji bo gelan ji bo azadî û bindestan hebe. Ger mirov bifikire wê demê divê mafê mirov ê îfadekirinê jî hebe. Mafê gotinê mafekî bingehîn û yek ji mafê yekem ê vê gerdûnê ye. Hûn nikarin hesabê gotina me ji me bipirsin. Ne tenê hûn tu kes nikare bipirse. Tu qral û îktidar nikare bipirse. Me mafê gotinê ne ji we ji têkoşîna xwe ya ji dîrokê de ye, girt. Em ji bo jiyana em dixwazin biafirînin û ji bo jiyana em diparêzin, hesab nadin. 
 
ME TU CARÎ ÎXANET LI GOTINA XWE NEKIR
 
Me tu carî naverok û nirxên gotina xwe xera nekir. Me winda nekir. Me îxanet li gotina xwe nekir. Îro jî ev dadgeh dibêje îxanetê li gotina xwe bikin. Hûn ê hîn pir li hêviya vê yekê bin ! Em li hember soza xwe dirust bûn. Em ê ji niha şûnde jî xwedî li gotina xwe derkevin. Îro ev gel jî bi êrişeke mezin rû bi rû ye. Do HDP îro DEM Partî. Em dewam dikin lê belê bi berdêlên mezin ev yek pêk tê. Tu carî DEM Partî li qadeke azad bi awayekî azad nebû xwediyê mafê rêxistinbûyinê. Her tim hat astengkirin. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ ME BERDEWAM DIKE
 
HDP dikare di pirtûkên dersê yên dîrokê de bibe mijar, bibe beş. HDP tevî hemû şert û mercên zehmet tevî hemû bêderfetiyan çawa bi ser ket, divê ev yek wekî ders bê xwendin. Dibe ku sibehê yan jî du sibeh bi derengî bikeve. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 6 milyon û nîv mirovan dengên xwe dan HDP'ê. Di bin êriş û gulebaranê de di bin bombeyên gazê de me faliyetên siyasî dan meşandin."
 
Yuksekdag bi lêv kir ku mafên wan ên xwebirêxistinkirinê ne di binê ewlehiyê de ne û wiha got: "Biryara Dadgeha Bilind a derbarê navê kurt ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan de darbeya li dijî têkoşîna azadiyê radixîne pêş çavan. Êrişeke li dijî me dewam dike. Loma divê di nava her şert û mercî de fikra me, azadiya me bê parastin."
 
Wê rûniştin piştî navberê bidome.

Sernavên din

25/12/2023
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine