DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan 27 navçeyên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin û diyar kir ku dema serlêdana bernamzetan heta 25’ê kanûnê hatiye dirêjkirin. 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya duh de hatine wergirtin li Navenda Giştî ya HDP’ê aşkere kirin.
 
KOMKUJIYÊN MEHA KANÛNÊ 
 
Dogan, kesên di Komkujiya Mereşê de û êrişa di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatiye kirin de hatine qetilkirin bi bîr anîn. 
 
Dogan, Dayika Taybet a di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiya ya Şirnexê de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma bi bîr xist û wiha got: “Kurê wê çû cenaze wergire gule lê hatin barandin û birîndar bû, hevjînê wê çû wergire gul li wî jî hatin barandin û birîndar bû. Çi hate gotin? Gotin qedexeya derketina derve heye.”
 
CIHÊN KU DÊ LI TIRKIYEYÊ NAMZETAN LÊ NÎŞAN BIDIN 
 
Dogan a biryarên têkildarî hilbijartinên herêmî yên MYK'ê parvekirin da zanîn ku dê li bajarên Tirkiyeyê namzetan nîşan bidin û navê 27 navçeyan parve kir. Navên navçeyên hatin parvekirin wiha ne: “Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”
 
BANGA LIHEVKIRINA BAJÊR 
 
Dogan, destnîşan kir ku bi rêbaza “Lihevkirina Bajêr” ew dixwazin bajaran bi rê ve bibin û ev tişt gotin: “Em bang li kesên bajaran diafirînin dikin, bang li jinan, ciwanan, kedkaran, xwendekaran, astengdaran, karkeran dikin; em bang li herkesên ji bo mafê bajar dixwazin bajarên demokratîk û ekolojîk biafirînin dikin. Esas lihevkirina bajêr bangeke. Li saziyên sivîl ên civakî, li odeyan, li baroyan, li rêxistinên girseyî yên demokratîk, li hemû dînamîkên siyasl û civakî û hemû tevnên civakê bangeke. Em dibêjin ‘Werin em bi hev re bajarên xwe tamîr bikin, baş bikin û ava bikin’. Em bi salan e dibêjin ku bajarên birîndar azad bikin. Ev di heman demê de hewldana feraseta me ya rêveberiyên herêmî belavî hemû beşên civakê bike ye. Em bang li herkesên dibêjin ‘bajar ê min e’ dikin ku bi lihevkirina bajar bi hev re serbikevin.”
 
‘EM DIKARIN DI XAÇERÊYA DEMOKRASIYÊ DE BÊN BAHEV’ 
 
Dogan, diyar kir ku Lihevhatina Bajar ji bo bajarên azad, ekolojîk, demokratîk, mirov bikare lê bijî Û hevdîtinên nû firsendeke û anî ziman ku bi pirsgirêka kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dozên derbarê endamên partiya wan de ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin. Dogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi meseleya demokrasiyeke nikare were çareserkirin diçin. Ji ber wê yekê ji bo DEM Partiyê hilbijartinên herêmî tenê ne hilbijartina şaredariyê ye.”
 
‘EM DIXWAZIN BIBIN BÊHNEKE NÛ’ 
 
Dogan, got ku “Em dikarin bi hevdîtinên nû, zêdetir bihêz bibin û zêde bibin û di xaçerêyeke demokrasiyê de bên ba hev” wiha got: “Lihevhatina bajêr ji bo me di heman demê de peymaneke civakî ye. Em dixwazin bi lihevkirina bajar ji her derê Tirkiyeyê re bibin bêhneke nû.”
 
DEMA SERLÊDANÊ 5 ROJÊN DIN HATE DIRÊJKIRIN
 
Dogan, diyar kir ku dema serlêdana bernamzetiyê careke din dirêj dikin û wiha lê zêde kir: “Me beriya niha heta 20’ê kanûnê dirêjkiribû. Niha jî em ê 5 rojên din dirêj bikin. Em careke din bang dikin; Werin em bi hev re serbikevin û bila bi lihevkirina bajar re bajarên me gel bi rê ve bibin.”
 
ÎDIAYA PIŞTGIRIYA JI BO CHP’Ê DEREWAND
 
Dogan nûçeyên têkildarî dê DEM Partî piştgiriya CHP’ê bike hatine çêkirin derewandin û ev tişt got: “Ji bilî agahî û daxuyaniyên partiya siyasî û lijneyên têkildar hemû spekulatîf in û armanca wan çêkirina ferasetê ye. Dema ku em dibêjin wê gel bi lihevhatina bajêr bi ser bikevin, bi rastî jî em bang li tu partiyên siyasî nakin. Bila ji kerema xwe ji vir banga me wisa neyê fêmkirin. Em bang li dînamîkeke civakî ya bi ser partiyên siyasî dikin.”
 

Sernavên din

25/12/2023
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine