Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin

  • rojane
  • 09:04 19 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên Botanî diyar kirin ku şikandina tecrîdê peywira jinan e û wiha gotin: “Divê jin bi şev û roj qet nesekinin. Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên girtin ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ev rewşa agahînegirtina mutleq, di raya giştî ya gelê kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li pey wê jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin. 
 
Jinên Botanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî axivîn û bertek nîşanî tecrîdê dan. 
 
'XWEDÎDERKETINA LI OCALAN ERKEKÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Têkildarî mijarê Azîme Tansu diyar kir ku navnîşana demokrasiyê Îmrali ye û wiha got: “Em dixwazin ev tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Heke ku birêz Ocalan azad bibe em hemû dê azad dibin. Heke tecrîd rabe dê aştî jî bibe, kuştin û girtin bi dawî bibin. Heta tecrîd ranebe dê aramî çênebe. Divê ku dayik nerûnin û dengê daxwazên girtiyan bilind bikin. Xwedîderketina li birêz Ocalan û girtiyan, erkekî mirovahiyê ye.”
 
‘DIVÊ JIN BI ROJ Û ŞEV NESEKININ'
 
Jina bi navê Niharîn Buruntekîn jî bal kişand ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ya Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê jin pêşengiya berxwedana li dijî tecrîdê bikin. Buruntekîn, anî ziman ku jin bi saya felsefeya Ocalan azad bûne û wiha domand: “Birêz Ocalan mirovekî zana ye. Bi vê zanabûna xwe li dijî dewleta tirk rabû û serê xwe netewand. Divê ku gelê kurd rabe ser pêyan û daxwaza azadiya birêz Ocalan bike. Birêz Ocalan ji bo gelê xwe fedakarî kir û divê gelê kurd jî ji bo wî vê fedakariyê bike. Divê em bi destên hev bigirin û xwedî li birêz Ocalan derkevin. Divê em jin bi şev û roj nesekinin.  Ew ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.” 
 
‘HÊJ DARBEST DERNEKETIN DIVÊ EM BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’ 
 
Ji jinan Meryem Fîdan jî xwest ku tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Fîdan, destnîşan kir ku heta ku Abdullah Ocalan dîlgirtî be, gelê kurd jî dê azad nebe û wiha pê de çû: “Divê bi taybet jî jin rabin ser pêyan. Heta birêz Ocalan azad dibe em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Heke her kes dengê xwe derxîne, dê darbest ji girtîgehan dernekevin. Lewma hêj darbest derneketin divê em bikevin nava tevgerê. Heta îktîdar gav diavêje divê em li ser pêya bin.”
 
'TECRÎD BI RÛNIŞTINÊ NAYÊ ŞIKANDIN’
 
Derheqê mijarê de Ayşe Tokay jî got ku şikandina tecrîdê bi yekitiya gelê kurd dibe û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin zarokên me di greva birçîbûnê de bimirin. Divê tecrîda li ser Apo rabe da ku ev ciwanên girtîgehan de jî azad bibin. Heta ku ev tecrîd hebe dê zarokên me greva birçîbûnê de bin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji me re bên. Em dixwazin her kes bi destê hev bigire û û li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Tecrîd bi rûniştinê ranabe. Divê her kesên xwedî wijdan û îman bêdeng nemîne.” 
 
Dexîla Atmiş jî wiha bertek nîşan da: “Ma ev zilm û zordestî dê heta kengî li ser gelê kurd bidome? Ji zarokatiya xwe heta niha em vê zilmê dibînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Banga min ji bo gelê kurd ew e ku bibin tifaq. Heke yekitiya me hebe em ê bikarin tecrîdê bişikînin.” 
 
'HETA KURD NEBIN YEK DÊ TECRÎD RANEBE’
 
Zerîn Aytiş jî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha got: “Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin. Bila gelê kurd pişta hev bigire. Bi xwedê heta destê xwe nedin hev dê ji mirin û komkujiyan xelas nebin. Ev 26 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Birêz Ocalan şer naxwaze. Mirovahî û aştiyê dixwaze. Heta kurd nebin yek dê tecrîd ranebe.” 
 
Têkildarî mijarê Fîkriye Kunur jî diyar kir ku divê şikandina tecrîdê rojev her kurdekî be û got ku heta tecrîd ranebe dê zextên li girtîgehan jî xelas nebin. Ji dayikan Emîne Alkiş jî bertek nîşanî tecrîdê da û got: “Divê em barê girtiyan li xwe bigirin da ku tecrîdê bişikînin. Lewma banga min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku bibin yek û li qadan bin.” 
 
'XWEDÎ DERKETIN TENÊ ERKA MALBATÊN GIRTIYAN NÎNE’ 
 
Herî dawî jî ji Dayikên Aştiyê Asya Tay axivî û wiha derbirî: “Zarokên me yên di bin zexteke giran de, ji bo tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ketine greva birçîbûnê. Heta tecrîd ranebe em ê azad nebin. Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê kurd lê serokê hemû gelên bindest e. Îro li dijî tecrîdê derketin ne tenê berpirsyariya girtiyan û malbatên girtiyan e. Divê em bizanin ku ev pirsgirêka me hemûyan e û divê em hemû li dijî vê li ber xwe bidin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

28/05/2024
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket
26/05/2024
21:55 Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin
21:35 Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn
20:49 Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn
18:46 Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da
18:25 Deriyên wezaretê 113 roj in ji Şenyaşarê re girtî ne
16:15 Di rojekê de li Derayê 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatin kuştin
15:52 TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin
14:52 Akdogan ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
14:39 Girtiyê edlî Çakar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:17 Girtiyê krîza dil derbas kirî ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
14:13 Li Stenbol û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:09 Nûçeyên têkildarî qeymeqamê gef li rojnameger xwaribû hatin astengkirin
13:28 Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
12:52 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:43 Ji bo Yildirim ê hatibû qetilkirin li Amedê şîn hate danîn
11:39 Li Kanîreşê erdhej çêbû
11:35 Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde
10:08 Bakirhan: Ne kesên komkujî kirin, yên li dijî wê derketin hatin darizandin
09:30 Dê ji bo girtiyê nexweş Çam dîsa serî li ATK’ê bidin
09:17 Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû
09:08 Bal kişandin ser çareserkirina krîza aborî: Divê hikûmet biguhere, meseleya kurd çareser bibe
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Parêzer Ece: Girtiyê nexweş daketiye 41 kîloyan, tenê dikare bêhnê bistîne
09:00 Berxwedana li Marûnisê didome: Em dixwazin maden bê girtin
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike