Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike

img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd hêzê digire û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."
 
Piştî ku Endamê Meclisa Şaredariyê û Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun li bajarokê Sigêrkê yê Qilêban a Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê careke din rûye xwe nîşan dan. Polîtîkayên şerê taybet ên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Tirkiyeyê û bi taybet li bajarên Kurdistanê dimeşîne gihaştiye lûtkeyê. Li hinek cihan polîtîkayên şerê taybet ên asîmîlasyon, binçavkirin û girtinê û li gelek deveran jî bi komkujiyan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir der barê polîtîkayên şerê taybet de ku li Kurdistanê bi destê dewletê tên meşandin axivî. 
 
'BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DIXWAZIN HEBÛNA XWE MAYINDE BIKIN'
 
Bayindir bi lêv kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê ne tenê di salên dawî de ji roja ku têkoşîna azadiya kurd dest pê kiriye heya niha 40 sal in tên meşandin û wiha axivî: "Di van 40 salan de li çar perçeyên Kurdistanê li her qadê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Dixwazin bi hişê dewletî û neteweperestiyê li Kurdistanê serweriya xwe ava bikin. Tirkiye ev 100 sal in nikare hebûna xwe li Kurdistanê bi awayekî rewa mayinde bike. Lê her tim bi tundî û zordariyê hewl dide hebûna xwe biparêze û emrê xwe li Kurdistanê dirêj bike. Gelê kurd her tim bi serhildan û têkoşînên cuda nerazîbûna xwe ya li hemberî van polîtîkayan nîşan daye. Ji ber vê yekê bi taybetî desthilata AKP û MHP’ê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û bi van polîtîkayan hewl dide ku li Kurdistanê xwe bi cih bike." 
 
'HIN MALBAT Û EŞÎR JI HÊLA DEWLETÊ VE TÊN BIKARANÎN'
 
Bayindir da zanîn ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet li deverên ku gelê kurd lê zêde ne kuştin, girtin, zext û tundiyê pêk tîne û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî li gorî şerê taybet pêngav tên avêtin. Ji ber vê di qadên aborî, tenduristî û perwerdehiyê de jî vê polîtîkaya xwe dide meşandin. Dewlet li Kurdistanê bi taybetî jî li Botanê ku her polîtîkayên komkujî, girtin û tundiyê dide meşandin û li aliyê din jî di nava gelê kurd de hin kes û malbatên ji bo van polîtîkayên qirêj ên dewletê tên bikaranîn. Dewlet van kesan wekî sîxur û cerdevanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Armanca vê polîtîkayê jî hem sirgûnkirina gelê kurd û hem jî tunekirina kurdê welatparêz e. Bi vê yekê re jî armanc dike ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd qels bike. Lê li gel hemû êrişên dewletê jî encam nehatine girtin. Tenê hêviya wan ew e ku ji van polîtîkayan encamê bigirin. Dewlet dizane ku li Kurdistanê tu rewabûna wan a siyasî di nava gelê kurd de nîn e. Ji bo vê jî dewlet di şexsê AKP û MHP’ê de bi hemû derfetên xwe polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dixwazin bi şer, komkujî, tundî û koçberiyê hebûna xwe li Kurdistanê bidomînin."
 
'BAJARÊN SER SÎNOR DI HEDEFÊ DE NE'
 
Bayindir diyar kir ku dewlet dixwaze li bajarên sînor ên wekî Botan û Colemêrgê bi polîtîkayên xwe yê şerê taybet êrişên xwe bidomîne û wiha domand: "Ji ber vê yekê li van bajaran polîtîkayên herî tarî û qirêj xistin meriyetê. Kuştina hevalê me Ahmet jî encama vê siyaseta tarî û qirêj e. Em dizanin hevalê me bi destê kê û bi piştgiriya kê hatiye qetilkirin. Dewlet vekirî piştgiriyê dide wan. Ev suîqastên bi vî rengî hem ji welatparêzan re û hem jî ji tevahiya gelê kurd re peyamek e. Di vê peyamê de dibêje; ger hûn ji bo gelê xwe têbikoşin, çok daneynin dê dawiya we bê. Ev jî rasterast ji aliyê dewletê ve yan jî ji aliyê hin kesên ku ji aliyê dewletê ve tên parastin ve tê kirin. Dixwazin ku vê peyamê bidin civaka kurd. Gelê kurd ne xerîbê van polîtîka û peyaman e. Îro gelê Şirnexê li dijî van polîtîkayan têdikoşe. Haya wan jê heye ku ev komkujî û kuştin ji hêla kê ve û çima hatine kirin. Ne dewlet û ne jî yên ku hewl didin êrişî hevalên me bikin dê negihêjin armanca xwe."
 
'GELÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE DIDOME'
 
Bayindir bi lêv kir ku Tirkiyeyê di salên 80, 90 û 2000'î û niha de gelek hêzên tarî bi kar anî ne û got: "Ji JÎTEM'ê heta Tîmên Hançer û heta Hizbullahê, heta pêkhateyên cuda ji bo qirkirina gelê kurd hemû hêzên tarî û qirêj bi kar anî. Lê dema em îro lê dinêrin, di van 50 salên derbasbûyî de gelê kurd li hemberî polîtîkayên tarî û qirêj ên dewletê serî netewandiye û paşve gav neavêtiye. Îro gelê kurd di her warê jiyanê de li bajar, tax û kolanan xwe bi rêxistin dike. Ew gelê kurd e ku bi serbilindî li ber xwe daye û hê jî li ber xwe dide û birûmet dijî. Lê ev hêzên tarî ên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên bikaranîn tên şermezarkirin û bikaranîn. Ev kes bêrûmetiya herî mezin dijîn. Gelê kurd, bi têkoşîna xwe, bi çand û zimanê xwe bi rûmet têkoşîna xwe didomîne.”
 
JI BO JIN Û CIWANAN BANG 
 
Bayindir bal kişand li ser ciwan û jinan û got ku dewlet di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de ciwan û jinên kurd dike hedef û armanca xwe û got: "Bingeha têkoşîna gelê kurd ciwan û jin in. Ji ber vê yekê dewletê bi taybetî li hemû bajaran ciwan û jinên kurd hedef girtine û bi polîtîkayên qirêj hewl dide wan bêhêvî bike. Berpirsiyariya vê yekê dikeve ser milê me hemûyan. Em wekî jin û ciwan li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk divê civaka xwe û bajarên xwe biparêzin.”
 
'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ ERK Û BERPIRSYARIYA XWE PÊK BÎNIN'
 
Keskin Bayindir anî ziman ku dewletê di meşandina polîtîkayên şerê taybet de ji nebûna tifaqa gelê Kurd cesaretê girt û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk di meşandina van polîtîkayan de wêrekiya xwe ji nebûna tifaqa gelê me yê Kurdistanê digire. Ji ber vê sedemê jî Tirkiye ji bo ku bigihêje armanca xwe bi hêsanî dikare li Kurdistanê hin eşîr û şexsiyetan bi kar bîne. Dema em îro lê dinêrin bi deh hezaran çekên dewletê di destê kurdan de ne û bi van çekan kurdan qetil dikin. Ev şermeke mezin e. Ji bo vê jî divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û kesek jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê re neke. Û divê destûr neyê dayîn ku kes bixebite. Divê bi vê hişmendiyê tevbigere. Li vir jî bareke mezin dikeve ser milê me, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl. Divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê gelê kurd tifaqa xwe ava bike. Ger di nava gelê kurd de tifaqeke neteweyî û hişmendî çêbibe Tirkiye tu carî nikare li Kurdistanê tu kesî bi kar bîne. Armanca me ew e kesek jî xizmeta van polîtîkayên Tirkiyeyê bike. Bingeha vê jî bi yekîtiya gelê kurd pêkan e. Ev yekîtî roj bi roj pêş dikeve, lê dîsa jî kêmasî hene. Ji bo ku em van kêmasiyan ji holê rakin em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, kêmasiyan ji holê rakin û bi ser bikevin."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Omer Akin

Sernavên din

18/12/2023
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!