ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê daxwazên girtiyan ên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine bên qebûlkirin û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê ji holê bê rakirin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî geşedanên siyasî û rojeva hilbijartinê li navenda partiya xwe civiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya ewilî di civînê de axivî, da zanîn ku bi civîna Meclisa Jinan a îro û civîna Meclisa Partiyê ya sibê were kirin dê têkildarî stratejiya hilbijartinê nirxandin bên kirin.
Axaftina Hatîmogûllari ya di civînê de axivî, wiha ye: “Tirkiye di demeke aloz de ye, krîza aborî û feqîrî di asta herî jor de ye. Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêk kurd li girtîgehan greva birçîbûnê berdewam dike. Li derve jin, dayik, aştîxwaz, jinên kurd di nobeda edaletê de ne. Ez nobeta edaletê silav dikim. Em careke din dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê tecrîd ji holê bê rakirin.
Pir girîng e ku daxwazên dayikan ên aştiyê neyên redkirin. Ev yek ji gavên lezgîn û bingehîn e ji bo lihevhatina civakî û nehiştina têkçûna hestyarî ya gelê kurd di vê civakê de. Di destpêka axaftina xwe de ez carek din kongreya çaremîn a Yekîtiya Jinên Elewî ya ku li Elmanyayê pêk hat, silav dikim. Helbet me weke jin peyama xwe ji wan re şand û careke din serkeftinê ji wan re dixwazin. Dixwazim bibêjim ku em vê rêxistina jinan a li Ewropayê ji aliyê refleksên wê yên li ser Tirkiyeyê ve pir girîng dibînin.
BAL KIŞAND SER ÎŞKENCEYA LI DIJÎ CIWANAN
Di 8'ê mijdarê de li Stenbolê li ser êrişên li dijî cenazeyan daxuyaniyek hat dayîn. Li tu deverê cîhanê li dijî malbat û cenazeyan êrişek bi vî rengî nîne. Cenazeyan naxin qutiyên qartonê û bi kargoyê nayên şandin. Jinan li dijî vê yekê xebatek da destpêkirin, komeleyên ku xebat domandin Meclîsa Ciwan a partiyê jî piştevaniyê dan çalakiyê. Di 8'ê mijdarê de daxuyaniyek hat dayîn lê îşkence li ciwanên me kirin. Îşkence li Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya me û nûnera Meclîsa Ciwanan Edanûr Îbrahîmoglu pêk hat. Me wêneyên îşkenceyê dît. Ev tişt tê wateya tabloya tundiyê ya desthilatê.
EM Ê BIBIN DENGÊ ÇAPEMENIYA AZAD
Jinên ku li Stenbolê li dijî îşkenceyê li hev civiyan hatin astengkirin. Li avahiya partiya me daxuyanî hat dayîn û li vir jî me dît ku çawa êriş birin ser jinan. Berê îşkence bi dizîkî dihat kirin, li îşkencexaneyên qereqolan dihat kirin. Lê niha li her derê li her kolanê îşkence tê kirin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em li ser helwesta xurt a Meclîsa Ciwanan a li dijî polîtîkayên tiryak û avakirina çeteyan ku weke polîtîkaya şerê taybet bi taybetî li dijî ciwanên Kurd dimeşînin, radiwestin û em li cem Edanûran in. Di heman rojê de em bûn şahidê tundiyeke din. Nûçegihana JINNEWS'ê Elfazî Toral û xebatkara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz dîsa ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Ne pêkan e ku em van neheqî û zextên li ser çapemeniya azad, bi taybetî jî xebatkarên çapemeniyê qebûl bikin. Pênûsa kevneşopiya çapemeniya azad nayê şikandin. Em ê li dijî medyaya alîgir û zayedperest bibin dengê çapemeniya azad.
‘AN EM Ê RÊYEKÊ VEKIN AN JÎ EM Ê RÊYEKÊ BIBÎNIN’
Di heman demê de em di nava vê kavila tundiyê de ne û Doza Komployê ya Kobanê ya ku bi armanca tepisandina hemû hêzên şoreşger ên demokratîk û sosyalîst ên li Tirkiyeyê bi taybetî jî hêzên partiya me û welatparêzan tê meşandin, didome. Jinên ku di Doza Komployê ya Kobanê de tên darizandin bi xwe nayên darizandin, vê sîstemê, vê rejîmê, vê pergala serdest a mêr a ku dixwaze jinan ji qada siyasî û giştî derxîne, bi awayekî herî tund darizîne. Binêrin Sebahat Tûncel di parastina xwe de çi got. ‘Tecrûbeyên cîhanê nîşanî me dan ku hêza jinê ya birêxistinkirî di guhertina kapîtalîzmê de roleke girîng dilîze. Ev jî zîhniyeta li Tirkiyeyê ditirsîne. Êrişên dewletê yên li ser jinên kurd û krîmînalîzekirina rêxistinên jinan nîşaneya vê tirsê ye. Polîtîkayên zextê yên li ser siyasetmedar û aktîvîstên jin ne nû ne, lê belê li dijî zilmê berxwedan weke xwişkên xwe mîrateya me ye. Em ê yan rêyekê vekin an jî rêyekê bibînin.’ Erê, em jin li dijî van neheqiyan û van dozên komploya siyasî ne, çawa ku Rêzdar Sebahat got; 'Em ê rêyekê bibînin yan jî vekin'.
BUDÇEYA ŞER Û BUDÇEYA MÊR E
Niha dîsa rojeva hevdîtinên butçeyê heye. Niha di pêvajoya lijneya giştî de hevdîtin didomin. Ew ê heta dawiya salê ev hevdîtin bidomin. Me di axaftinên xwe yên parlamentoyê de dîsa wiha got; Ev butçeya butçeya şer e butçeya mêr e butçeya kûrbûna rolên zayenda civakî ye. Me got ev budçe budçeya polîtîkaya desthilatê ye. Ev budçe li ser esasên tercîhên polîtîk pêk tê. Em dizanin ev tercîh ji bo jinan nayê kirin ev tercîh ji bo sîstema desthilatdar û otorîteyê tê kirin.
EM Ê TEQEZ WEZARETA JINAN AVA BIKIN
Ev budçe keda jinan nabîne û mexdûrên erdhejê jî nabîne. Ev budçe bedelên giran ên jin ji ber xizaniyê nabîne. Di vê butçeyê de jinên astengdar tune ne jinên li wargehan dimînin jî tune ne. Li dijî vê budçeyê me budçeya xwe ya demokratîk danî holê. Me got divê her wezaret ji bo jinan budçeyê veqetîne. Me got em ê di vê budçeyê de wezareta jinan ava bikin. Em ê teqez Wezareta Jinan ava bikin. Ew ê wezareta jinan wekî wezaretên din hevdîtina butçeya xwe bike. Em di hizûra jinan de li vir soza xwe dîsa didin.
EM Ê DEMOKRASÎ Û MIROVAHIYÊ BÎNIN BAXÇEYÊN ŞAREDARIYAN
Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Ev yek ji rojevên bingehîn ên Tirkiyeyê ne. Me bi raya giştî re parve kir ku em ê bi stratejiyeke çawa tevli hilbijartinan bibin. Em di vê hilbijartinê de girîngiyê didin avakirina rêveberiyeke demokratîk. Ji bo budçeya şaredariyên me di warê zayenda civakî de butçeyek be em ê dîsa bi biryar bin. Kesên dibêjin qey ew ê bi tayinkirina qeyûman me biçewisînin û îradeya gel bi dest bixin bila vê yekê baş bizanibin ku ew ê jin şaredariyan ji feraseta qeyûm re nehêlin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê demokrasî û mirovahiyê bînin baxçeyên şaredariyan.
WERIN BIBIN ENDAMÊN DEM PARTIYÊ
Em wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga xwe nû dikin. Werim bibin endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê. Em mekanîzmayên soz û biryaran bi jinan re ava bikin. Em navenda têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi we re ava bikin. Em qadên xwe yên hilberînê ji nû ve ava bikin. Em wekî jin kooperatîf û navendên xwe yên piştevanî û şêwirmendiyê ji nû ve ava bikin. Em xwe û bajarê xwe bi rêxistin bikin. Em banga xwe li vir nû bikin. Niha serlêdanên ji bo namzetiyê dewam dikin. Bila jin serî lê bidin.
BANG LI HEMÛ SAZIYÊN JINAN KIR KU HEVKARIYÊ BIKIN
Helbet em ê bi rêbaza ku em jê re lihevhatina bajaran bi nav dikin, derbasî bijartina namzetan bibin, ne hewce ye ku em careke din bibêjin ku em weke hevserokatiyê ji temsîliyeta wekhev tawîz nadin. Jixwe em bi rêveberiyên herêmî re amadekariyên pergala hevserokatiyê dikin. Di heman demê de ez careke din girîngiya temsîliyeta jinan di endamtiya meclisên şaredariyan de bi bîr tînim. Dema em dibêjin lihevhatina bajaran hemû dînamîkên wî bajarî tên bîra me. Em xebatên xwe yên ji bo pêkanîna xebatên ku wijdanê hemû beşên tevgera jin, tevgera ciwan, parêzvanên xweza û mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, komeleyên herêmî, saziyên sivîl nîşan bidin û her îradeyê bikin motîfa îradeyê didomînin. Bi vê wesîleyê em bang li tevahî tevgera jinan a li Tirkiyeyê dikin ku guh bidin banga lihevkirina bajaran a li her bajarî tê kirin û hemû saziyên jinan guh bidin vê bangê, piştgiriyê bidin û hevkariyê bikin.
DESTHILAT RÊ LI BER TUNDIYA LI SER JINÊ VEDIKE
Me 25’ê Mijdarê li pey xwe hişt. Dema ku me li qadan li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn dida, em careke din bi tundiya hêzên hiqûqê û feraseta serdest a mêr a vê desthilatê re rû bi rû man. Li gelek deverên Tirkiyeyê li jinan tundî hat kirin. Midûriyeta Polîsan a Enqereyê yek bi yek bang li malbatên jinên ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê bûne kir û gef li wan xwarin. Jinên ku gef li wan hatin xwarin, serlêdana sûc kirin. Em diyar dikin ku em li vir bi wan re di nava piştevaniyê de ne. Erdogan xwe negirt û dîsa axaftina 25'ê Mijdarê kir. Erdogan di axaftina xwe ya 25'ê Mijdarê de ev tişt anî ziman. Wî got ku vekişîna wan ji Peymana Stenbolê bandorek neyînî nekiriye û anî ziman ku tundiya li ser jinê polîtîkaya wan ya bingehîn e. Lê me bawer nedikir. Li gel ku me li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn daye, çima me ev nedîtiye? Çima di dema desthilata we de tundiya li ser jinê û kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû? Çima Qanûna Hejmar 6284 ji nîqaşê re hat vekirin? Çima mafê jinan ê nefeqayê hate nîqaşkirin? We çima ji jinan re got, mudaxeleyî kar nekin û tenê zarokan bînin? Çima we gavên ku mafê jinê yê tenduristiyê û mafê kurtajê ji dest girtin avêtin? Wê demê em li vir bersiva we didin ku hûn ne li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin, berovajî vê yekê hûn tiştên ku rê li ber tundiya li ser jinê vedikin.
EM JIN EM Ê LI DIJÎ VÊ REJÎMA FAŞÎST TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
Tenê di meha mijdarê de 33 jin hatin qetilkirin û 24 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Em dizanin ku beşeke girîng a van mirinên bi guman kuştina jinan e, jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. 5 hezar sal in em ji vê jiyan û rolên zayendî yên li ser me tên ferzkirin re dibêjin na. Em ji bo vê têdikoşin. Em ê îro jî weke duh têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibêjin azadî, tevî yên ku dixwazin me ji jiyanê qut bikin, dixwazin me bi rolên zayendî bi sînor bikin, dixwazin me di malên me de bihêlin, dixwazin me vegerînin rojên tarî yên Serdema Navîn. Li dijî zîhniyeta ku di şeran de me dikuje û di şeran de bedena jinê teşhîr dike em ê li herêma xwe û li Rojhilata Navîn bikin. Çawa ku dayikên aştiyê bi laçikên xwe yên spî aştiyê diqîrin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd dikin, em ê jî têkoşîna xwe ya ji bo bilindkirina vê qêrînê bidomînin. Em ê parastina Peymana Stenbolê bidomînin. Em jin, li dijî vê rejîma faşîst a otorîter a ku dixwaze mafên me yên heta niha me bi dest xistine, bi dest bixe, têkoşîna xwe ya azadiyê û têkoşîna xwe ya rêxistinî bimeşînin. Bi van hest û ramanan ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û dibêjim têkoşînê bidomînin. Em hebûn, em hene, em ê hebin, jin jiyan azadî.”