Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike

  • rojane
  • 09:31 13 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Karsazê AKP'yî Suleyman Bolunmez ku hemû kanên komirê yên li herêmê dixebitîne, ji bo rêya kanên komirê di bin gundê Avgamasya de tunelê çêdike. Ji bo çêkirina tunelê dînamît tên teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan li gund gelek avahî xesar dîtine. Şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku dawî li çêkirina tunelê bê. 
 
Li Şirnexê li Çiyayê Cûdiyê ku bilindahiya wê 2 hezar û 144 metre ye, ev 3 sal in qirkirina xwezayê didome. Li Çiyayê Cûdiyê dem bi dem ji ber hincetên ewlehiyê qedexeya derketina derve tê ragihandin. Lêbelê ev qedexe tenê ji bo pêşî li vekirina qirkirina xwezayê heye. Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê yê berê û karsaz Suleyman Bolunmez ku hema hema hemû kanên komirê yê li herêmê dixebitîne, bi çêkirina tunela ji bo kanên komirê rê li ber xetereyê vedike. Tunela ku di bin gundê Avgamasya yê Şirnexê de tê çêkirin, di dema çêkirina wê de dînamît tên teqandin. Ev bandoreke neyînî li gund dike. Ji ber dînamîtên ku tên teqandin, derz li avahiyên gund ketine. Gundî, ji ber rewşa heyî dilnerehet in. Şêniyên gund bertek nîşanî rewşa heyî dan û xwestin ku dawî li vê xebatê bê kirin. 
 
'AVAHIYÊN ME QELIŞÎNE'
 
Ji welatiyan Mûstafa Gungen (40) bi lêv kir ku ji ber dînamîtên ku tên teqandin tu rihetiya wan nemaye û wiha axivî: "Ev salek e tunelê çêdikin. Ji aliyekî ve jî harfiyata komirê dirijînin Çemê Nerdûşê. Ji ber qirêjiya çem bax û baxçeyên me kêm bûne. Di pêvajoya çêkirina vê tunelê de jî zirareke mezin gihiştiye me. Bîrên me û kaniyên me yên avê çikiyane. Ji ber vê komirê em nikarin li gund bisekinin. Ev tunela ku tê çêkirin di bin gund re dibin. Di bin de jî dînamitan diteqînin. Ji ber vê avên me çikiyane. Em dixwazin ku vê xebatê bidin sekinandin, em heqê xwe dixwazin. Ji ber teqandina van dînamîtan û çêkirina tunelê ya di bin gund de me daxwazname dan. Lêbelê rayedarên dewletê guh li daxwazên me nakin. Ji ber van dînamîtan avahiyên me kelişîne, texrîb bine. Bila rayedarên dewletê çareseriyekê ji bo vê tunelê bibînin. Ji ber ku ava çem komir diherike me ji xwe re bîr vekirine. Lê bîr jî kêm bûne. Heke wiha bidome dê biçikin. Bêyî agahiya me di binî gundê me de tunel çêkirine. Beriya vê baxçeyên me hebûn, darên me hebûn. Lê niha ji destê me derketine."
 
'GUNDÊ ME BÊ EWLE YE'
 
Ji şêniyên gund Vesîle Gungen (38) jî diyar kir ku di bin gund de çêkirina tunelê pêşî li ber xetereyê vedike û ev tişt gotin: "Ji roja ku ev tunel di bin gundê me de birine, em nikarin tiştekî bikin. Ji ber dînamîtên ku tên teqandin avahiyên me zirarê dibînin. Ez rojekê rabûm fayansên malê ketine erdê. Min xaniyê xwe nû çêkiriye, ji ber dînamîtan teqiyaye. Ji bo ku ev xebat bê sekinandin me daxwazname dan û doz vekir. Daxwaza me ew e ku bîrên me neçikin û avahiyên me xerab nebin. Bila vê talanê bidin sekinandin. Haya me jê nebû û ji me re gotin, 'Bolunmez di bin gund de tunelê ber bi kanên komirê ve çêdike.' Em vê qebûl nakin. Bila dawî li vê xebatê bînin. Gundê me ne ewle ye. Em her roj vî dengî dibîhizin. Darên me, bexçeyên me, bîrên me hişk kirin." 
 
'EM NIKARIN MAL BISEKININ'
 
Asya Gungenê jî got ku xwediyên şîrketê bêyî erêkirina gundiyan ev xebat dane destpêkirin û got: "Pereyê wan hebe kesek ne xema wan e. Ji par heta niha tunelê çêdikin. Ji par ve av û deravên me çikiyane. Heta niha gelek kaniyên me çikiyane. Kesek xwedî lê dernakeve. Heta ku bîrên me jî çikiyane. Dînamîtan ku diteqînin heçku di bin mala me de diteqînin. Tu kes xwedî li mirovê feqîr dernakeve. Kaxizek anîn ji me re gotin 'îmze bikin da ku wesayitên rêwiya bên gund' lê derew kirin. Niha tunelê çêdikin. Dema ku dînamitan diteqînin gund diheje, em nikarin di mal de bisekînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

15/12/2023
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin