Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin

  • rojane
  • 09:06 12 Kanûn 2023
  • |

ŞIRNEX -  Di qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de bi dehan kes li ber deriyên mala xwe bi guleyên sekvanan hatin qetilkirin. Malbatên wan 9 sal in ji bo edaletê têdikoşin û dibêjin: "Em ê wan rojan ji bîr nekin û li pey doza wan bimeşin. Kujerê zarokên me dewlet e."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel îlankirina "Xwerêveberiyê" di 14'ê kanûna 2016'an de qedexeya derketina derve de hat ragihandin. Li gel ragihandina qedexeyan li taxên Başak, Cûdî, Nûh û Ş. Harûn ji hêla leşker û tîmên taybet ên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser girên navçeyê polîs û leşkerên sekvan hatin bicihkirin. Li taxan pêvçûnên dijwar qewimîn. Di pêvçûnan de 29 kes di encama gulebaranên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Piraniya wan jî li ber deriyên malan xwe hatin qetilkirin. Her wiha di êrişên dewletê de gelek mizgeft, navendên tenduristiyê û dibistan jî hatin rûxandin. Li gorî rapora ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatibû amadekirin, ji ber pevçûnên ku li navçeyê qewimîn 350 avahî xera bûn û wêran bûn. Her wiha di pevçûnan de hêzên dewletê boriyên avê teqandan û têlên ceyranê birîn. Navçeya ku ji hemû mafên rewa bêpar hat hiştin, di nav şert û mercên giran de li ber xwe da. Malbatên kesên ku di qedexeyên derketina derve de hatine qetilkirin 9 sal in li benda edeletê ne. 
 
Malbatên ku zarokên wan di dema qedexeyê de hatin qetilkirin gotin ku kujerê zarokên wan dewlet e.
 
KURÊ WÊ LI PEY WÊ ÇÛ, HAT QETILKIRIN
 
Ciwanê bi navê Hidir Tamboga yê 18 salî ku ji bo biçe zanîngehê amadekarî dikirin, li ber deriyê mala xwe bi guleyekê hat qetilkirin. Dayika wî Zeynep Tambogayê anî ziman ku zarokên wan hedef hatine girtin û hatine qetilkirin û wiha axivî: "Baweriya me bi edeletê nayê. Heke edelet hebûya dê kujerên zarokên me di nava van 9 salan de eşkere bûbûna. Ma zarokên me çi kiribûn? Kurê min xwendekar bû. Kurê min amadekariyên ji bo zanîngehê dikirin. Ez wê rojê ji malê derketim çûm serdana xesuya xwe. Kurê min jî li pey min hat. Piştre gule li kurê min reşandin. Gule li sînga wî ket. Heta ku şimik pêyê kurê min de nebû. Serê sibehê saet di 7'an de kurê min hat qetilkirin. Heta ez saxbim ez ê li pey doza kurê xwe bim. Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Ez kezeba xwe ji bîr nakim."
 
Dayik Tambogayê wiha domand: "Ev kujerên zarokên me li ber çavê me diçin û tên, ez pir aciz dibim. Ev dewlet çawa kujerên zarokên me tespît nake? Dizanin lê nabêjin. Çimkî dizanin ew gule ya dewletê ye û ji ber wê jî nabêjin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Ew kesên ku ew şandin ser serê me xwedê kezaba wan jî bişewitîne. Ez wan rojan tu carî ji bîr nakim. Cenazeyê kurê min birin nexweşxaneyê, nehiştin ez biçim bibînim. Ew kesên ku li Silopiya hatin qetilkirin hemû zarokên min in. Ev 9 sal in ku vê dewletê pirsek ji me nekiriye û negotine,'kurê we çi jê hat?' Heke tu dewlet bî û li ser hiqûqê hatibî avakirin çawa dibe ku tu pirsa van mirovan nakî?Te kurê min li ber deriyê min kuşt. Ev 9 sal in xelk dawetên xwe dike ez naçim temaşe bikim. Ji wê rojê heta niha ez nikarim kincekî xweşik li xwe bikim. Min soz daye ku ez ê negirîm. Ez ê hêstiran nebarînim da ku ew keyfxweş nebin. Ez ne kurê xwe ji bîr dikim û ne jî ew tiştê ku anîne serê Silopiya ji bîr dikim."
 
QETIL KIRIN Û CENAZEYÊ WÎ JÎ REVANDIN
 
Bazin Eren
 
Ciwanê bi navê Reşît Eren ê 17 salî li taxa Cûdiyê li ber deriyê malê ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Cenazeyê Eren ji aliyê hêzên dewletê ve hat revandin û bêyî malbata wî hat definkirin. Lê piştî hewldanên malbatê cenaze piştî 30 rojan hat dîtin.
 
Dayik Bazin Erenê jî têkîldarî qetilkirina kurê xwe axivî û got: "Di dema qedexeyan de her tiştî gulebaran kirin. Me nedikarî derkeve ber deriyê mala xwe. Bi tanq û topan hatin ser serê me. Di roja 4'an a qedexeyan de kurê min hat qetilkirin. Mexrîb bû, kurê min dema ku derbasî aliyê din dibû hat qetilkirin. Piştre me tu agahî jê nestand. Bi ku ve birin me nezanî. Ez heta sax bim ji bîr nakim. Ew rêya ku ew tê de çûye ez ê li pey wê rêyê bimeşim. Ez dest ji meşa wê rêyê bernadim. Girtin be, kuştin be ji min re ne derd e ez bernadim. 9 sal li ser derbas bûn, lê hê birîna min welî roja ewil e. Dema ku em çûn nexweşxaneyê polîsan ji min re got, 'kê kurê te kuştiye.' Min got, 'we ew kuşt.' Piştî 30 rojan me cenaze dît, lê cenazeyê wî hê wekî xwe bû. Wî tevî kincan defin kiribûn. 9 sal derbas bûnî lê hê edelet pêk nehatiye. Em her cara aştiyê dixwazin, ew şer dixwazin, ew neyartiyê dixwazin. Em dibêjin yekîtî, ew dibêjin kuştin. Heya ez sax bim, ez ê wan rojan ji bîr nekim. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Baweriya min bi edeleta vê dewletê nayê. Ji Şêx Seîdan heta niha kengî edelet çêbûye? Daxwaza min tenê ew e ku heqê kurê min li erdê nemîne."
 
DEMA KARGEHA XWE VEDIKIR HAT QETILKIRIN
 
Hanim Pûsat
 
Mutalîp Pûsat (24) jî li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin. Pûsat bavê zarokê bi navê Merwan Pûsat ê 1 salî bû. Pûsat ê ku hat qetilkirin piştre jî kargeha wî hat şewitandin. 
 
Dayika wî Hanim Pûsatê jî bi lêv kir ku ew ê wan rojan ji bîr neke û got: "Kurê min dema ku diçû kargeha xwe vedikir hat qetilkirin. Bi dengê bombardumanê ez çûm ber derî. Kurê min birîndar bûbû. Ji ber ku kesî ew nebir nexweşxaneyê dereng ma. Piştre nasekî me ew li wesayîtê siwar kir. Heta ku me ew bir sed gule li wesayitê reşandin. Me xwe gihand nexweşxaneyê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da. Hêviya min bi edeletê nîn e. 9 sal di ser qetilkirina kurê min derbas bûn, lê tu guhertin çênebûne. "
 
DELÎL NEHATIN KOMKIRIN
 
Ji lêpirsîn û pêvajoyên hiqûqî yên ji bo kesên di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan hatin destpêkirin jî, tu encam nehatiye standin. Parêzera malbatan Zozan Acarê ji der barê pêvajoya hiqûqî de axivî. 
 
AcarÊ diyar kir ku tevî sûcê ku hatiye kirin li ber çavan hatiye kirin jî heta niha wan tu encameke hiqûqî bi dest neketiye û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku piraniya lêpirsînên ku hatine vekirin de bi îdiaya ku kiryar nehatine dîtin, delîl nayên berhevkirin û hesabê vê nayê pirsîn. Bi lêgerîn daîmî delîl nayên komkirin. Dîsa di dadgeha îdarî de, tevî ku hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û extiyar in jî, bi hinceta girêdana wan a razber a bi rêxistinê re dozên tazmînatê jî hatine redkirin û em li benda encamê ne. Ji bo dîtina kiryaran û ji bo ku  li pêşberî darazê hesab ji wan bê pirsîn û ji bo ku edalet pêk were em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Her wiha em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bidin heke ku rêyên îtirazê xilas bibin, em ê heta dawiyê bişopînin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

12/12/2023
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan