Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye

  • rojane
  • 10:16 11 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku divê neberdana girtiyên nexweş weke îşkence bê hesibandin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin. Di nava 2 salên dawî de zêdetirî 100 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Gelek girtiyên nexweş dema dikevin nava nivînan tên berdan. Di nava 4 mehên dawî de 4 girtî demekî kin piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî Cemal Tanhan (68) ku yek ji girtiyên nexweş bû, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, 43 roj piştî tehliyeyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Pispora Tipa Edlî û Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş dijîn û raporên Saziyên Tipa Edlî (ATK) ku ji bo girtiyên siyasî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dide, axivî. 
 
NÊZIKATIYA BIÇÛKXISTINÊ
 
Fîncanci, diyar kir ku ji ber darizandinên bi awayekî girtî girtîgeh pir qelebalix bûne û wiha got: “Lewma girtî heta dema derdikevin revîrê jî neçar dimînin ku xwe li benda dora xwe bigirin. Di rewşeke lezgîn de divê biçin saziyeke tenduristiyê lê di vê mijarê de gelek kêmasî derdikevin. Bi taybet jî pêvajoya sewqkirinê pir bi pirsgirêk e. Wesayîtên sewqkirinê guncav nînin. Kesên nexweşiyên wan ên giran hene bi van wesayîtan tên sewqkirin û ev bi tena serê xwe rewşeke ne bi tendurist e. Pergala germkirin û hênikkirinê nîne. Beriya hatina cem wesayîtên sewqkirinê, di ketin û derketina girtîgehan de nêzikatiyeke dermirovî û biçûkxistinê li dijî girtiyan tê raberkirin. Ji ber ku di bin navê lêgerînê de li nava devê wan, carnan li organên wan ên zayendî dinêrin. Lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Em qala girtiyên ku nikarin sola xwe jî derxînin dikin. Hinek ji wan nikarin xwe biçemînin. Lewma gelek ji wan naçin nexweşxaneyê. Her wiha hewl didin di dema sewqkirinê de bi hev ve tên kelemçekirin. Ev jî nêzikatiyeke din a biçûkxistinê ye.” 
 
MUAYENEYA DESTKELEMÇEKIRÎ
 
Bi domdarî Fîncanci bi lêv kir ku piştî girtî diçin nexweşxaneyê jî rastî binpêkirinan tên û wiha pê de çû: “Bi destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Bi vî awayî têxin odeya muayeneyê. Hêzên ewlekariyê bi israr hewl didin li wir bin. Bi vê yekê re rêgeza mehremiyetê tê binpêkirin. Jixwe derfeta muayeneyê ya destkelemçekirî nîne. Mafên girtiyan hene û divê weke kesên azad bên muyanekirin. Divê muayene li gorî rûmeta mirovahiyê bê kirin. Di soza bijîşktiyê de jî ev yek bi eşkereyî hatiye diyarkirin. Lê ev yek tê binpêkirin.” 
 
‘NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DERMAN Û AMÛRÊN TIBÎ’ 
 
Di berdewamê de Fîncanci destnîşan kir ku girtî di mijara peydakirina derman û alavên tibî de zehmetiyan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Piştî ku tenduristî li piyasayê hate vekirin, girtî bi pirsgirêkên weke dermanên nayên dayîn û hwd. re rû bi rû dimînin. Ji tecrûbeya xwe mînakekî bidim; sînûzîta min a kronîk heye. Divê ez cîhaza ku van sînûsan bi rêk û pêk paqij dike bi kar bînim lê li girtîgehê ev cîhaz nedan. Pirsgirêka min a pereyan jî nîne lê tu nikarî bi pereyên xwe jî van alavan peyda bikî. Girtîgeh, ji bo girtiyên rewşa wan giran vediguhere cihekî wisa ku nema dikare lê bijî. Bi ragirtina wan a li girtîgehê re tenê mafê tenduristiyê nayê binpêkirin. Divê ev rewş weke îşkence bê nirxandin.” 
 
‘ATK SAZIYEKE SERBIXWE NÎNE’
 
Fîncanci, bi bîr xist ku ATK saziyeke girêdayî Wezareta Edaletê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Gumanên her kesî hene ku biryarên serbixwe nade. Ji hêla qanûnî ve ATK ne saziya biryara dawî dide nîne. Lê di meriyetê de hewl didin wisa nîşan bidin. ATK bi destê darazê weke saziya biryara dawî dide tê nîşandan. Lê rastiyeke vê nîne. ATK girêdayî Wezareta Edaletê ye. Ji ber ku dibe sererastkirinên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ên Wezareta Edaletê û ATK’ê hev negirin. Di rewşên wiha de divê saziyên serbixwe bikevin dewrê. Di demên berê de ev dihatin kirin. Lê bi AKP’Ê re rêxistinên mafên mirovan û saziyên serbixwe ji van rayeyan bêpar hatin hiştin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

15/12/2023
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin