Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve

  • rojane
  • 17:01 9 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên tevli Nobetên Edaletê yên li 4 bajaran bûn, bang kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê herkesên xwedî wijdan destên xwe deynin binê kevir û xwedî li çalakiyan derkevin. 
 
Nobetên Edaletê yên bi armanca piştevaniya bi girtiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd li 4 bajaran hatine destpêkirin didomin.
 
AMED
 
Nobeta Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê hatiye destpêkirin di roja 6’an de berdewam dike. 
 
Li eywana avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê ku nobet lê didome pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. Kesên di çalakiyê de cih digirein pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) HEDEP û nûnerên Hewldana 78’an serdana nobetê kirin. Beşdarvanan jî heman pêşmalk li xwe kirin. 
 
Çalakvanan, ji bo ku tecrîd were şikandin herkes vexwendin têkoşînê. Dayikên di çalakiyê de dest bi çêkirina êlek û qazaxan kirin gotin ku dê wan ji bo girtiyan bişînin. Çalakî bi stranên ku dayikan gotin bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hin nûnerên saziyên sivîl tê de cih girtin. 
 
‘NOBETÊN EDALETÊ DÊ VEGUHERÎNIN AKADEMIYAN’ 
 
Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş ê di nobetê de axivî, anî ziman ku Nobeta Edaletê ya îro diyarî jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di çalakiya greva birçîbûnê de ne dikin. Altûntaş, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de berdewam dike û wiha got: “Nobetên Edaletê bi tevlibûna saziyên me û gelê me berdewam dikin. Plana me heye ku ji niha şunde naveroka nobetan dagirin, veguherînin akademiyên ku fikrên Serokatiyê bên nîqaşkirin û bi perwerdehiyan berdewam bike.”
 
Altûntaş pişt re peyamên jinên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin parve kirin. Di peyama jinan de wiha hate gotin: “Çalakiya me ya greva birçîbûnê bi awayekî dorveger didome. Di serî de dayikên di Nobetên Edaletê de Nobetên Edaletê silav dikin. Di serî de Serokatî hemû zindanan silav dikin. Em ê serbikevin.”
 
Di nobetê de stran hatin gotin û bi awayekî bi dîmen ligel kesên di Nobetên Edaletê yên Amed û Wanê de hate axivîn. Peyamên piştevaniyê hatin dayîn û bi hev re stran hatin gotin. 
 
EDENE
 
Di çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Edeneyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bênavber dewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP’ê, HEDEP’ê û HDP’ê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li avahiya TUAY-DER’a Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) berdewam dike bûn. 
 
Rêveberê AATUHAY-DER'ê Saît Sûndûk, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye, xwest her kes piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî hatiye destpêkirin. Saît bang kir, "Eger em çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, divê tecrîd bê rakirin." 
 
WAN
 
Li Wanê jî çalakiya ku ji hêla TUHAY-DER'a Wanê ve li avahiya rêxistina DBP’a Bajêr de hatî destpêkirin di roja 5’emîn de ye. Rêxistina HEDEP û DBP'ê, aktîvîstên TJA, endamên MEBYA-DER'ê û nûnerên saziyên sivîl piştevaniya çalakiyê dikin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. 
 
Parlamentera HEDEP'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di çalakiyê de axivî û got: "Pêwîste her kes bi berpirsyarî rabe û her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiyan derkeve. Divê em tecrîdê bişkînin. Riya şikandina tecrîdê berxwedana me ye. Em bawer dikin ku ger em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin em ê bi ser bikevin. Ez hemû girtiyan û malbatên wan bi rêzdarî silav dikim.

Sernavên din

12/12/2023
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan