Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin

  • rojane
  • 09:23 9 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka MA TÛHAY-DER'ê Dîlek Demîrê anî ziman ku di warê grevên birçîbûnê de bar dikeve ser milê her kesî û got: "Ger em xwedî li tevgera civakî derkevin, em ê karibin ber bi cîhaneke aramtir û aştîxwaz ve biçin." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan desdest pê kir, ket roja 13’an. Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.
 
Demîrê anî ziman ku 3 sal in agahî ji Rêberê PKK'ê Ocalan nayê girtin û bi bîr xist ku hemû serlêdanên malbatê û parêzeran yên ji bo hevdîtinê bê encam mane. Demîrê diyar kir ku bi "Meşa Gemlîkê" ya li dijî vê bêhiqûqiyê pêngaveke demokratîk hatiye destpêkirin û got ku girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî bi greva birçîbûnê bersiv dane vê pêngavê.
 
Demîrê got: "Ev grevên birçîbûnê wekî bersivekê, ji bo bidawîkirina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî dest pê kirin."
 
Demîrê da zanîn ku girtiyên siyasî yên li 10 girtîgehên Herêma Marmarayê niha di greva birçîbûnê de ne û got ku bi çalakiya ku hatiye destpêkirin re zextên li ser girtiyên siyasî jî zêde bûne. Demîrê diyar kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku girtiyên siyasî li girtîgehên Tîpa S a Antalya û Girtîgeha Tîpa S a Bafra ya Samsûnê xistine hucreyên yekkesî û hin girtî jî hatine sirgûnkirin. 
 
‘RAKIRINA TERÎDÊ DÊ AŞTIYA CIVAKÎ MÎSOGER BIKE'
 
Demîrê diyar kir ku tecrîd ne tenê bi Girtîgeha Îmraliyê ve sînordarkirî ye, her wiha hemû civak di bin tecrîdê de ye. Demîrê wiha domand: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, tecrîda li ser civak û girtîgehan bi dawî nabe. Ji ber ku em dizanin ger tecrîda li ser Ocalan rabe, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, darizandinên derhiqûqî û şewitandina înfazên girtiyan jî dê ji holê bên rakirin. Ev yek dê aştiya civakî mîsoger bike."
 
‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ ME Û CIVAKÊ'
 
Demîrê destnîşan kir ku xizmên girtiyan destekê didin biryara girtiyan a ji bo greva birçîbûnê û di vê mijarê de gelekî hesas in û got ku divê civak jî piştgiriyê bide vê biryara girtiyên siyasî. Demîrê grevên birçîbûnê yên di salên 2018-2019'an de hatin lidarxistin bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Grevên birçîbûnê yên 2018-2019’an li bara civakê bersivek dît. Ez difikirim ku dê bi vê pêvajoyê re atmosferek bi vî rengî pêk were. Ji bo pêvajo nermtir bibe divê civak piştgiriyê bide vê biryara girtiyên siyasî. Di vî warî de berpirsyariya me û civakê pir e. Ger em piştgiriyê bidin vê tevgera civakî, em ê karibin ber bi cîhaneke aramtir û aştîxwaz ve biçin." 
 
Demîrê anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê û grevên birçîbûnê di destê civakê de ye û got ku li gel panel, civîn û daxuyaniyên çapemeniyê ew ê derî bi derî jî bigerin û tecrîdê û greva birçîbûnê ji her kesî re vebêjin.
 
Demîrê di dawiyê de ûbang li hemû aliyên hestiyar kir û got: "Divê em ji vê bêhiqûqîtî, bêedaletî û rizandinê re bibêjin 'bes e.'" 
 

Sernavên din

13/12/2023
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî