Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye

  • rojane
  • 09:01 9 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku di nava gelên cîhanê de her ku diçe zêdetir xwedî li paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tê derketin û got: “Êdî dema azadbûna birêz Ocalan hatiye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de, ev 25 sal in di bin tecrîdeke girangkirî de tê ragirtin û ev 33 meh în jî tu agahî jê nayên girtin. Her ku diçe çalakiyên li her çar aliyê cîhanê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk were çareserkirin, çalakiyên cur bi cûr tên li dar xistin û kampanya tên meşandin bi mezinbûnê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên jinan û kesên di qada navneteweyî de tên naskirin ên di nava “Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî” cih digirin di 10’ê Kanûnê 2021’an de Roja Mafê Mirovan a Cîhanê di heman demê de weke “Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî” îlan kirin. Gelê kurd û dostên kurdan di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” qêrandin. 
 
Bi armanca kampanyayên nanveteweyî werin mezinkirin di 10’ê cotmehê de kampanyayek nû ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Destpêka kampanyayê ji hêla dostên gelê kurd, di 74 navendên cuda bi daxuyanî û meşan hat destpêkirin. Grevên birçîbûnê yên di girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, heman çarçoveya kampanyayê de hatine destpêkirin jî di roja 13’emîn de berdewam dikin. 
 
Îsal di 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Aştî ya Cîhanê de, di 160 navendan de dê bi navê “Roja Pirtûkên Ocalan a Kurewî”, rojên xwendinê bên lidarxistin. Biraziyê Rêberê PKK’ê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê kampanyayên ji “Abdullah Ocalan re Azadî” ji ajansa me re axivî. 
 
‘DI CÎHANÊ DE RIYA 3’YEMÎN TEMSÎL DIKE’
 
Ocalan destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Ocalan li her çar aliyê cîhanê hatiye asteke cuda û da zanîn ku sedema vê yekê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan a azadiya jinê ye. Ocalan bi bîr xist ku di cîhanê de gelek rewşenbîr, kedkar û kes ji bo azadiya Ocalan ked didin û got: “Meş, konferans, kampanyayên îmzeyan tên lidarxistin. Paradîgmaya birêz Ocalan, nirxên neteweyî jî di nava xwe de dihewîne lê ev netew bêhtir neteweya gerdûnî ye. Li her dereke cîhanê, her kesek dikare xwe di paradîgmaya Ocalan de bibîne. Beyî cihêkarî paradîgma ji bo her ziman, ol û rengan e. Birêz Ocalan di cîhanê de rêya 3’yemîn temsîl dike. Di cîhanê de du hêzên hegemonîk hene; bere yek ji van Rûsya bû û niha şûna wê Çîn derdikeve pêş. Ya din jî di serkêşiya Emerikayê û Ewropa ya hêzên nûnertiya mêtingeriyê dikin in. Ocalan li dijî van rêya 3’yemîn temsîl dike. Navê vê jî Modernîteya Demokratîk e. Ji ber vê yekê di cîhanê de bi mîlyonan kes fikrên Birêz Ocalan xwedî derdikevin. Helbet Birêz Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê, hatiye dinê lê belê bandora wî belavî her dereke cîhanê bûye. Zanist, rewşenbîr ji fikrên Ocalan bi bandor dibin.”
 
‘OCALAN FEYLESOFEKÎ ENTERNASYONAL E
 
Ocalan da zanîn ku netewdewlet krîz û kaosan ava dike û da zanîn ku pergala mêtinger pirsgirêkên mirovan çareser nakin. Ocalan anî ziman ku mêtingerî mirovan ji xwezaya xwe dûr dixe û wiha axivî: “Paradîgmaya Ocalan nirxên wek exlaqî û polîtîk ên di xwezaya mirovan de hene, derdixe holê. Nepêkan e ku tu kes vê paradîgmayê red bike. Îlankirina 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî ne tesaduf e. Nasnameyeke gerdûnî ya Birêz Ocalan heye, feylesofekî enternasyonal e. 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Roja îlankirina Danezana Mafê Miroavan a Gerdûnî ye. Ev danezan ji bo tevahiya gelên cihanê hatiye qebûlkirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya birêz Ocalan ya vê rojê ji bo me girîng e.”
 
‘DAXWAZ MEŞRÛ NE’
 
Ocalan destnîşan kir ku di 10’ê cotmehê de kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî hate destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Berî vê kampanyayê gelek kampanya hatin destpêkirin. Ev kampanya li aliyekî enternasyonal, li aliyê din neteweyî ye. Kurd çi dixwazin? Kurdên bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn, nikarin bi ziman, nav û statuyên xwe ve bijîn. Kurd di bin qirkirinekê de ne. Gelek caran ji qirkirinên fîzîkî derbas bûne. Di 45 salên dawî de şerek heye. Hezaran mirov cane xwe dan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev têkoşîn tê dayîn. Neteweyek heye bêziman hatiye hiştin. Armanca kampanyayê bi awayeke demokratîk pirsgirêka kurd çareserkirin e, tevî şikandina tecrîdê azadkirina birêz Ocalan û tevlikirina pêvajoya çareseriyê ye. Ev daxwaz daxwazeke meşrû ye. Di vê çarçoveyê de li gelek navendan meş, kampanyayên îmzeyan û çalakiyên rûnîştinê tên lidarxistin, ev bi nirx in. Xwestina azadiya birêz Ocalan bi nirx e.”
 
'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E' 
 
Ocalan balê kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27’ê mijdarê de ji hêla girtiyê siyasî yên li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên ragirtin, hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Girtî bi qasî ku ji wan tê dixwazin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Bi vê çalakiya xwe ve hem peyamê didin me hem jî didin dewletê. Heke em yên li derve, li gorî berpirsyariyên xwe tevgeriyabana dê ev bar neketiba ser milên wan. Divê her kesek li gorî berpirsyariya xwe tevbigere, ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd çi ji destê wî tê, bike. Heke em vî barî parve bikin dê çareserî zû pêk were. Ev çareserî jî azadiya birêz Ocalan e. Mafê tu kesê nîn e ku bibêje ‘Ev yek min eleqedar nake”. Heke ev pirsgirêk were çareserkirin, dê bandorê li her kesê bike. Ji bo çareseriya vê mijarê jî muxatab birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe, divê pêşî tecrîd were rakirin, piştre jî divê azad be.”
 
Ocalan anî ziman ku dê sibê li 160 navendan, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan werin xwendin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li cîhanê têkoşîna azadkirina birêz Ocalan her diçe mezin dibe. Divê kurd pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ne tenê li Kurdistanê, divê em li her derekê paradîgmaya birêz Ocalan bi dengekî bilind biparêzin. Gelên cîhanê paradîgmayê nîqaş dikin, ne hewce ye em jî xwe krîmînalîze bikin. Divê em bêhtir paradîgmayê nîqaş bikin. Di sedsala nû de paradîgmaya birêz Ocalan ji bo me şansek e. Ji birêz Ocalan bêhtir kes nabe vakarê aştiyeke birûmet. Êdî dema azadiya birêz Ocalan hatiye.”
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

13/12/2023
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî