‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’

  • rojane
  • 09:11 4 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Gelê Elkê diyar kir ku li dijî kesên ku vîna wan nas nakin divê gel li ser sindoqan helwesta xwe nîşan bide û wiha gotin: “Piştî ku me vîna xwe nîşan da dixwazin bila qeyûm tayîn bikin, an jî tiştekî din bikin tu wateyeke wê nîne.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) piştî kongreya xwe ya mezin niha jî kongreyên xwe yên navend û navçeyan li dar dixe. HEDEP’a her wiha amadekariyên hilbijartinên herêmî didomîne, li navçeya Elkê ya Şirnexê kongreya xwe ya ewil li dar xist. Welatiyên tev li kongreya HEDEP’ê bûn, piştgiriya biryarên partiyê yên têkildarî hilbijartinên herêmî kirin û anîn ziman ku dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên qeyûm ên desthilatê. 
 
‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDAN’ 
 
Haci Acar (52) diyar kir ku biryara HEDEP’ê ya pêşhilbijartinê di cih de ye û wiha got: “Dewlet bi hemû derfetên xwe hewl dide hileyan bike. Vîna gelê me tune dihesibîne. Divê gelê me jî bi awayekî xurt li cem partiya xwe û namzetê ku were nîşandan bibe.” Acar, anî ziman ku bêtehamuliya dewletê ya li dijî kurdan di hilbijartinê de jî derdikeve holê û wiha berdewam kir: “Tevî veguhestina dengan û dek û dolaban gelê me vîneke xurt nîşan dide kesekê/î dihilbijêre, dewleta ku tehamulî vê yekê nake qeyûm tayîn dike û ji peywîrê werdigire.”
 
‘HILBIJARTIN BI HÎLEYÊN DEWLETÊ TÊ DIYARKIRIN’ 
 
Acar, bi lêv kir ku dewlet ji bilî polîtîkayên qeyûm di hilbijartinan de bi veguhestina dengan mudaxileyî sindoqan dike û ev tişt gotin: “Bi leşkerên çend mehan li vir dimînin deng didin avêtin û li gorî xwe hewl didin vîna gel biguherînin. Em li vir dijîn lê em nikarin şaredarê vê derê diyar bikin. Ma ev karê mirovahiyê ye?  Yekane armanca wan ew e ku partiya me bi ser nekeve. Heke gel AKP’ê an partiyeke din hilbijêre em ê qebûl bikin. Kes jî tiştekî nabêje. Lê vîna gel hilbijartina li vir diyar nake. Hileya dewletê diyar dike.”
 
‘DIVÊ GEL NAMZETEKÎ KU GEL BIKE YEK DIYAR BIKE’ 
 
Hakki Ozkan(76), destnîşan kir ku girîng e gel bi pêşhilbijartinê  namzetên HEDEP’ê diyar bike û wiha got: “Divê gel jî namzetekî ku gel bike yek, hembêz bike û herkes li pişt bisekine diyar bike. Divê namzetekî ji rêzê neyê hilbijartin. Divê kesekî xwedî tecrube û dikare gel temsîl bike bê diyarkirin.”
 
‘EM Ê BERSIVA QEYÛMAN BIDIN’ 
 
Sadî Cîn (66) bi lêv kir ku divê gel di heman demê de di hilbijartinan de yekitiya xwe jî ava bike û wiha got: “Di vê hilbijartinê de em bi hêvîtir in. Em ê serbikevin. Qeyûm neheqîne  û li dijî vîna gel in. Bi qeyûman nîşan didin ku vîna me nas nakin. Zimanê me û nasnameya me înkar dikin. Dibêjin em xwişk û bira ne lê bi kiryarên xwe nîşan didin ku ev yek derew e. Em ê di hilbijartinên pêşiya me de jî bi awayekî xurt piştgiriya partiya xwe bikin û bi şandina qeyûman bibin bersiv.”
 
Mehemed Ataman (70) jî anî ziman ku gelê kurd dê di hilbijartinan de bersiveke pewîst bide qeyûman û wiha axivî: “Heke gelê me bibe tifaq dê bersiva pêwîst were dayîn. Dê bersiva herî mezin jî bibe ev. Dê gelê me yê welatparêz mal bi mal bigere û bêyî cudakariyê dê di hilbijartinan de hem ji AKP’ê û hem jî ji qeyûman re bibe bersiv. Bêyî ku em li dijî wan serê xwe bitewînin em ê têkoşîna xwe bidomînin û di hilbijartinan de piştgiriya namzetê xwe bikin. Em winda bikin em ê bi namzetê xwe winda bikin, em serbikevin jî em ê weke gel li rex namzetê xwe bisekinin.”
 
Dewlet Yîgîtê (45) jî destnîşan kir ku divê gelê kurd tifaq û yekitiya xwe ava bike û wiha got: “Gelê kurd dê bersiveke mezin bide qeyûman. Dê encam li gorî dilê me bin. Em ê dengê xwe bidin partiya xwe çi bikin bila bikin. Heta mirinê dê destê me li ser wijdana me be.”
 
‘DIVÊ DI HILBIJARTINAN DE TIFAQEK PÊK WERE’ 
 
Halîme Dûrsûnê (60) jî anî ziman ku dê hemû şaredariyên di hilbijartinên herêmî de bi qeyûman hatin xespkirin paş ve wergirtin û got: “Bila dengê me ji me re bin bila ew qeyûman tayîn bikin. Dewlet e bi hêz e dike lê divê gel xwe bizane. Heke em tifaqa xwe pêk bînin dê dinya jî li rex me be.”
 
‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE’ 
 
Hawa Atamanê (50) jî ev tişt gotin: “Divê gelê kurd xwedî li dengan derkeve û dengên xwe bide xwe. Piştî ku gel deng da xwe çi dibe bila bibe. Qeyûm tayîn bikin jî tayîn nekin jî em ê dengê xwe bidin xwe.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

11/05/2024
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin