Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe

  • rojane
  • 14:39 3 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Di rapora girtiyên nexweş a OHD, ÎHD û Baroya Rihayê de hat gotin ku rewşa girtiyan roj bi roj girantir dibe. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de têkildarî rewşa girtiyên nexweş raporek amade kir û eşkere kir. Rapor, li avahiya Baroya Rihayê bi daxuyaniyê hate parvekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parêzerê Serokê Navenda Mafên Mirovan a Ahmet Taş a Baroya Rihayê Ahmet Taş diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Divê girtiyên tehliyeya wan bi awayeke derhiqûqî tên astengkirin tavilê bên berdan. Tehliyeyên Şervan Muhammed, Enver Kanmaz û Hasan Kiliç hatin taloqkirin. Hem mafê ewlehiya azadiya kes hem jî mafê hêviyê yê girtiyan hatiye binpêkirin.”
 
64 GIRTIYÊN REWŞA WAN GIRAN Û NEXWEŞIYÊN KRONÎK PÊ RE HENE 
 
Bi domdarî Taş got ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê gelek girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha domand: “64 girtiyên rewşa wan giran û nexweşiyên wan ên kronîk heye, hene. Divê rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên tedawiya wan di girtîgehê de ne mimkin, derfetên tedawî û tehliyeyê çêbike. 
 
Di berdewamê de Taş qala pirsgirêkên girtiyê nexweş Emîn Guler ku ji sedî 94 astengdar e, nexweşa penceşêrê Şehrîban Mîmkara, Fevzî Arslan û Eyûp Kudîn kir. Taş, diyar kir ku girtiyên nexweş dema sewqî nexweşxaneyan tên kirin lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Her wiha li nava solên wan dinêrin. Rêveberiya girtîgehê ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafê tenduristiyê, divê gavan biavêje. Divê li dijî îşkence, miameleya dermirovî û xerab û binpêkirina mafê jiyanê ya li girtîgehan ji vê rewşa neçalak derkeve. Divê lêpirsînên serbixwe, bêalî û bibandor bide destpêkirin.” 
 
BANG LI CPT’YÊ KIR
 
Di berdewamê de Taş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hatiye destpêkirin û wiha derbirî: “Divê sedemên vê grevê bên vekolandin û li daxwazên girtiyan guhdar bin. Divê tavilê dev ji bisînorkirina mafên bingehîn ên girtiyan û sepanên derhiqûqî û keyfî were berdan. Divê derheqê peywirdarên cemaweriyê yên kiriyarên derhiqûqî dikin de mekanîzmayên lêpirsînê yên bibandor bikevin dewrê. Banga me ji bo CPT, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ew e ku têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi peywira xwe rabin.” 
 
HÛRGILIYÊN RAPORÊ
 
Piştî daxuyaniyê jî têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û rêyên çareseriyê agahiyên berfireh hatin parvekirin. Di raporê de hûrgiliyên hevdîtinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê bi Şervan Muhammed, Selamî Çîftçî, Îsmet Balî, Îbrahîm Bulbul, Fevzî Arslan, Îbrahîm Kurt, Mehmet Akîf Yildiz, Sabrî Kaya, Huseyîn Arslan, Omer Arslan û Yaşar Gunduzalp re hatin kirin; li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê bi Emîn Guler, Îsmaîl Hakki Tursun, Enver Kanmaz, Rojda Bînîcî, Şehrîban Mîmkara, Azad Mîmkara, Huseyîn Muhammed, Hasan Kiliç, Mehmet Beşîr Dal, Mehmet Samur û Doze Salih Temo re hatine kirin û li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Sêweregê bi Eyyup Kudîn re hatiye kirin hatin parvekirin. 
 

Sernavên din

11/05/2024
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin