Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin

  • rojane
  • 12:12 1 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Gelê Amedê yê bi gotina “Em jî cîhan jî dizane ku çima hatiye girtin” bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Selçûk Mizrakli hatiye birîn da, anî ziman ku ew ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin.
 
Selçûk Mizrakli yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an de ji sedî 62 dengê gel wergirt û weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hate hilbijartin, piştî 3 mehan ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû Mizrakli. Lê ev biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin û doz jinûve hat lidarxistin. Di doza li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jinûve hate lidarxistin de ji ber îfadeyên şahideke din, heman ceza dîsa li Mizrakli hate birîn.
 
Mizrakli yê di danişîna biryarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, di parastina xwe de diyar kir ku bi komployekê re rû bi rû ye û wiha got: “Ne ez ê serî bitewînim û çok deynim ne jî ez ê serê gelê xwe û hevalên xwe bidim tewandin.”
 
Me li Ameda ku Mizrakli ji sedî 62 deng wergirt û hate hilbijartin, cezayê hefsê yê li Mizrakli hate birîn ji welatiyan pirsî. 
 
‘HINCET ÇÎROK IN, JI BER KU KURD E’ 
 
Mehmet Yayik, anî ziman ku desthilata AKP’ê bi hinceta “rêxistinê fînanse dikin” qeyûm tayînî şaredariyên HDP’î hatin kirin û wiha got: “Lê dema tu raporên dîwana muhesebatê (sayiştay) dinêrî bûyer berovajî ye. Di raporan de derdikeve holê ku şaredariyên bi qeyûman hatine xespkirin çawa hatine talankirin û valakirin. Hevşaredarên bi vîna milyonan kesan hatin hilbijartin bi hincetên vala bi biryarnameyên nîv şevekê qeyûm tayîn dikî û ji peywîrê digirî. Mafê we nîne ku kesekî bi vîna gel hatiye hilbijartin ji wir bigirin. Hemû hincetên pêşkeşkirine çîrok in. Ji ber kurbûn û sekna wan ceza li wan hate birîn. Di heman demê de gelê kurd dixwaze were cezakirin. Gelê me dê her tim xwedî li vîna xwe derkeve û bi vîna xwe hevşaredarê xwe hilbijêre.”
 
‘DI HILBIJARTINÊ DE DÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYÎN’ 
 
Yek ji welatiyan Îbrahîm Şenît jî destnîşan kir ku polîtîkayên zext û mehandinê yên li dijî tevgera siyasî ya kurd û nûnerên wê ji berê ve tên meşandin. Şenît, anî ziman ku li vî welatî tu tiştên têkildarî kurdan de nayê qebûlkirin û wiha got: “Dewlet her tim vê yekê dike. Li dijî vê yekê divê em weke gel bizanibin ku em çi bikin. Em serî li ber kesê natewînin. Di dîrokê de mezinên me jî serî netewand. Gel dê di sindoqê de bersiva pêwîst bide. Gumana me ji vê yekê nîne.”
 
‘EM Ê JI QEYÛMAN PAŞ VE BIGIRIN’ 
 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Mûtlû jî bi lêv kir ku Amed paytextê Kurdistanê ye û anî ziman ku gelê Amedê dê her tim xwedî li Mizrakliyê weke hevşaredar hilbijartine derkeve. Mûtlû axaftina xwe wiha domand: “Madem hûn cezayê didin hilbijartiyên me, wê demê em jî dê di hilbijartina herêmî de bi awayekî xurttir li vîna xwe xwedî derkevin. Divê em ala ku Selçûk Mizrakli li pey xwe hiştî bilindtir bikin. Em ê şaredariyan ji qeyûman paş ve bigirin.”
 
Davût Ûlûs, diyar kir ku heke qeyûm were tayînkirin jî dê hevşaredarên xwe careke din hilbijêrin û wiha got: “Em jî cîhan jî dizane ku çima Selçûk Mizrakli hatiye girtin. Bi zordariyê qeyûman tayîn dikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî serbikevin û qeyûman bêbandor bikin. Em ê wan mehkûm bikin.”
 
EM CEZAYÊ HATIYE BIRÎN QEBÛL NAKIN!
 
Bakî Cam, ê polîtîkayên qeyûm ên li Kurdistanê tên meşandin weke encameke bêhiqûqiya li welat penase kir, têkildarî cezayê li Mizrakli hatiye birîn wiha got: “Ji xwe heke heq hiqûq hebûya ew ji peywîrê nedigirtin. Her tişt girêdayî peyvên ji nav du lêvên Erdogan derdikevin e. Li welatekî ku edalet lê neyî her tişte dikare bibe. Mizrakli dizî nekir, tenê ji ber fikrên xwe ev ceza wergirt. Me ji sekna Mizrakli yê bi dengê gelê kurd hate hilbijartin a li dadgehê re rêz girt. Ji bo me jî rastî ew e; em serî natewînin. Em ê careke din hevşaredarên xwe hilbijêr in. Bila kerem bikin careke din qeyûman tayîn bikin, xwe li cîhanê rezîl kirin. Em ê bi partiya xwe berdewam bikin. Berxwedana Selçûk Mizrakli berxwedana xwedî derketina vîna xwe ye.”
 
Cam, bal kişand ser skandala bertîlê ya li Şaredariya Rezanê û wiha berdewam kir: “Diziyên ku qeyûm dikin li holê ne, rojên borî li Şaredariya Rezanê dema pere hatin dayîn li ser sûc hatin girtin. Wî çima nagirin? Çima ceza li wî nabirin? Demek ew jî hevkar in. Selçûk Mizrakli da xizmetê bide destûr nedan ku xizmetê bike. Di nava 3 mehan de qeyûm tayîn kirin. Biryareke nehiqûqî siyasî di holê de ye. Em jî vê biryara siyasî şermezar dikin.”
 
‘EM Ê DÎSA DENG BIDIN XWE’ 
 
Şahîn Kaya jî anî ziman ku cezayê li Mizrakli hatiye birîn qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin kesê ji bo gelê xwe bişixule bê berdan. Em li dijî ji peywîr girtina kesê ji bo ku xizmetê ji bajarê me re bike hatiya hilbijartinin. Em ê dîsa serî netewînin û deng bidin xwe. Bi şer çareserî nabe.”
 
Fahriye Tohûmek jî wiha got: “Bi vê biryarê nikarin gel bitepisînin. Dema di hilbijartina pêş de gelê me biryara xwe da dê bi hestiyartir bibe.”
 
 
 

Sernavên din

08/05/2024
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin