Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan

  • rojane
  • 13:54 27 Mijdar 2023
  • |
img
 
ŞIRNEX - Rojnamegerên ku li Şirnexê çalakiya 25’ê Mijdarê dişopandin û bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, serî li ÎHD’ê dan. 
 
Di dema şopandina çalakiya 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ya Şirnexê de polîsan rojnameger derb û îşkenceyê binçav kirin û ekîpmanên wan ên teknîkî jî şikandin. Rojnamegeran, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Omer Akin û nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn piştî serlêdanê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togurlu jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
DURGUT: NEXWESTIN EM TUNDIYÊ BIKIŞÎNIN
 
Rojnameger Durgut da zanîn ku tevî jinên çalakvan hatin binçavkirin û wiha got: “Li gel ku polîsan em nas dikirin jî em binçav kirin. Ji ber ku nexwestin em tundiyê bikişînin. Di dema binçavkirinê îşkence û heqaret li me hate kirin. Di wesayîtê de em bi saetan destkelemçekirî hatin sekinandin. Em ê tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin.” 
 
GULTEKÎN: TUNDÎ LI ME HATE KIRIN
 
Rojnameger Gultekîn jî diyar kir ku di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de tundî li wan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em jin bûn û xebatkarên Çapemeniya Azad bûn lewma rastî vê tundiyê hatin. Tu mudaxile li xebatkarên çapemeniya nêzî îktîdarê nekirin. Lê gef li me hatin xwarin û hatin binçavkirin. Jin jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ev dîmenên îşkenceyê ku em hatin binçavkirin lewma hatin kişandin. Ji bo şikandina kameraya min tundî kirin. Ji ber vê tundiyê jî di tiliya min derizî.” 
 
AKIN: DESTÊ XWE NÊZÎ ÇAPEMENIYA ALÎGIR NEKIRIN 
 
Rojnameger Omer Akin jî bal kişand ser tundî û zexta li xebatkarên Çapemeniya Azad tê kirin. Akin, wiha got: “Dema em hatin binçavkirin, nûçegihanên Ajansa Anadoluyê û çapemeniya nêzî îktîdarê jî li wir bûn. Lê ew nehatin astengkirin. Me piştre li nûçeyên wan nihêrt û me dît ku çalakvan weke sûcdar nîşan dane. Hewl dane hêzên ewlekariyê rewa nîşan bidin. Em hedef hatin girtin û binçavkirin. 10-15 polîsan dor li min girtin, kameraya min bi darê zorê ji min standin, bi pêhn û kulman hatim derbkirin. Ji bo ku dengê wan ji hêla kamerayên wan ve were qeydkirin, diqîriyan û digotin ‘li ber xwe nede’ û derb dikirin. Min dît ku kameraya min li erdê xistin. Piştre li erdê hatim dirêjkirin û derketin ser pişta min. Dema li erdê destên min ji piştve hatin kelemçekirin. Di wesayîtê de polîsekî çêr li min kir û got; ‘ma me negote te nekişîne?’ Rapora ‘derb tune ye’ dan. Polîsê TEM’ê ji min re got; ‘heke em te careke din li van deveran bibînin dê bêhtir li te bixin.’” 
 
Bi domdarî Akin, diyar kir ku ji bo jêbirina dîmenên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de, polîsan kameraya wî şikandine û wiha pê de çû: “Dema ez li emniyetê, kameraya min anîn. Dema min kontrolkirî min dît ku beşa xwendina qerta SD’ê hatiye şikandin. Xuyaye ku hewldane dîmenên min kişandin tune bikin. Em li sre şopa Apê Mûsa ne û dê îro jî sibe jî bixebitin. Ne îşkence ne jî girtin dê nekarin me têk bibin.” 
 
TOGURLU: EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togurlu jî wiha got: “Dema em li kitekitên serlêdanê dinihêrin, dibêjin ku hêzên ewlekariyê bi îşkenceyê ew binçav kirine. Têkildarî mijarê em ê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.”
 

Sernavên din

06/05/2024
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome