Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'

  • jin
  • 21:27 22 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamentera HEDEP'ê  ya Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Heke ku pergala cîhanê biguhere, ev dê beyî jinan û paradigmaya birêz Ocalan çênebe.”
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de panela "Tecrîd û Qirkirina Jinan" li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Beritan Guneş û endama Komeleya Jinan a Starê ya Wanê Rojbin Bor wekî axivêr tev li panelê bûn. Panela li bazara kedê ya jinan hat lidarxistin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidan, rêxistinên civaka sivîl,  Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistina HEDEP'ê ya bajêr û yên navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. Di panelê de pankarta “ Dem dema azadiya jinan e” hat daliqandin. 
 
‘LI SER TUNEBÛNA JINÊ XWE DIKIN HEBÛN’ 
 
Panel bi axaftina Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê dest pê kir. Guneşê di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser jinan tên kirin û wiha axivî: "Pêşiya ku em behsa 25’ê mijdarê bikin divê em qala pergala baviksalarî ya bi salan e di nava me de ye bikin. Ev tundî ji hêla dewletê ve jî li ser jinan tê kirin. Îro bi hezaran jin tên kuştin û kujerên wan bê ceza dimînin. Ev kujer hêza xwe ji dewletê û polîtîkayên bêcezakirinê distînin. Lê tevî vê tundiya derûnî jî heye li ser jinan . Bi her awayî hestên jinan tên bikaranîn. Di encama şerê taybet de gelek jin tên kuştin. Jin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên qetilkirin. Minaka vê jî Îpek Er û Gulistan Dokuû ne. Her wiha di hêla aborî de jî tundî heye li ser jinan. Bi her awayî keda jinan tê binpêkirin. Bi her awayî êrişê dibin ser jinan. Li ser tunebûna jinê hebûna xwe ava dikin. Êrişên wan herî zêde jî di hêla çand û ziman de ne. Bi politikayên qirkirina çand û ziman dixwazin ku hebûna me  bime bidin jibîrkirin. Bi plana Şark Islahatê jî serî li vê dan. Û dibêjin em di serî de ji jinan dest pê bikin. J ber wê dizanin ku heke ku jin bi zimanê xwe neaxive zarok jî nikarin biaxivin. “ 
 
‘GUHERTINEK ÇÊBIBE EV DÊ BÊYÎ PARADÎGMAYA OCALAN NEBE’ 
 
Guneşê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Birêz Ocalan li dijî van polîtikayan hêza çareseriyê ye. Ji ber wê serî li komploya navneteweyî dan  û biréz  Ocalan teslîm girtin. Îro tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Ji ber wê gelê ku vê bi paradigmayê dizanin û doza aştiyê dikin  doza  azadiya Ocalan dikin. Ew welatên ku em wan nas nakin jî îro doza azadiya Ocalan  dikin. Ji ber wê divê em êdî tecrîdê bişkînin. Îro bi saya vê paradîgmaya birêz Ocalan tekoşina jinên kurd li her deverên cîhanê tê nîqaşkirin. Jinên kurd li dijî hovitiyeke weke DAÎŞ’ê li ber xwe da. Heke pergala cîhanê biguhere ev dê bêyî jinan û paradîgmaya  birêz Ocalan çênebe. “
 
‘NE TENÊ BI ÇEK PIRALÎ ÊRIŞÎ ME DIKIN’ 
 
Piştre ji Komeleya Jinan a Star a Wanê Rojbin Bor axivî.
 
Borê jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ku li ser jinan tê meşandin û wiha got: "Îro em bi xwe jî li dijî diktaroriyekê tedikoşin. Ev dîktator civaka baviksalarî ye, mêrê desthilatdar û dewleta desthilatdar e. Di 2’yê mehê de çawşên pispor  li Wanê êrişî jinan kirin. Li wir berteka  gel girîng bû. Lê belê gotina çawîşên psipor balkéş bû. Gotin,’Ev der welatê me ye û em çi bixwazin em ê wê bikin’ lê binêrin şerê taybet wisa xwe birêxistin dike. Heman mînak li Elkê jî çêbû ū fermandarê ku tevlî daweta çawîşekî pispor bibû got, ’êdî tekoşina me ya li dijî terorê ev e.’ Li vir me dît ku dewletê şerê xwe yê taybet li dijî jinên kurd da destpêkirin. Me vê di bûyera Îpek Erê de jî dît. Mûsa Orhan pişta xwe spart dewletê û ji ber wê ev tişt kir. Divê em zanibin ku ev kes bi taybet tên hilbijartin û li Kurdistanê tên bicihkirin. Êdî dewlet ne tenê bi çekê, bi awayekî piralî êrişî me dike. Çima herî zéde li ser me jinan disekinin, ji ber ku dizanin ev tekoşina azadiyê tevgera jina azad e. Ji ber wê sond xwarine ku vê têkçûyinê bi jinan pêk bînin. Divê em jin her tim hişyar bin û nekevin tora hêzên mêtingeriyê. Divê em di her kêliyên jiyanê de li ber xwe bidin.” 
 
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan