Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir

  • rojane
  • 13:31 22 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Ji ber îşkenceya bikûçikan a li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû, li polîs Serdar Gok doz hatibû vekirin. Kesê pispor di rapora xwe de îdia kir ku “di bûyerê de qisûr tune ye” û li ser vê yekê dozger ji bo polîsê bersûc beraet xwest. 
 
Di 31’ê gulana 2020’an de polîsê bi navê Atakan Arslan li Amedê ji hêla Emîn Cura ve hatibû kuştin. Ji bo girtina Cura, bi ser malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtina mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz de ku hevjîn in, polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan îşkence li Yilmazan kir. Piştî giliyê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, derheqê polîs Gok de doz hatibû vekirin. Gok, ji sûcên “Peywira cemaweriyê xerab bi kar aniye û bi zanebûn birîndar kiriye” û “Bûye sedema birîndariya ku bi midaxileyeka tibî ya biçûk nayê dermankirin” dihat darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. 
 
Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li danişînê nebûn lê parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ê bi navê Selameddîn Varol amade bû.  
 
‘RAPOR BINAKOK E’
 
Di danişînê de parêzer Varol li dijî rapora ji hêla Fermandariya Navenda Perwerdekirina Hesp û Kûçikan a Cendirmeyan a Nevşehîrê ku îdia dikir “di bûyerê de qisûra polîs Gok tune ye” parastin kir. 
 
Varol, diyar kir ku rapora behsa xeberê bêyî ku derheqê bûyerê de agahiyên şênber hebin, di çarçoveya îfadeyên aliyan de hatiye amadekirin. Varol, bi domdarî destnîşan kir ku di raporê de agahiyeke ku wan qaneh bike tune ye û da zanîn ku îdiaya ji bo bersûc Gok a “qisûr tune ye” binakok e. 
 
DOZGER MUTALAA GUHERAND Û BERAETA BERSÛC XWEST 
 
Dozger, beriya niha ji bo bersûc Gok ceza dixwest lê piştî raporê mutalaaya xwe guherand. Dozger, rapora behsa xeberê weke hincet nîşan da û bi îdiaya ku di bûyerê de qesda bersûc tune ye daxwaza beraeta wî kir. 
 
DOSYAYA DIN A BERSÛC JÊ TÊ DARIZANDIN BI BÎR XIST 
 
Parêzer Varol li dijî mutalaayê parastina xwe kir û bi bîr xist ku tevî tu eleqeya miwekîlên wî tune bûn jî bi ser mala wan de hatiye girtin û bi kûçikan êriş li dijî wan hatiye kirin. Her wiha Varol diyar kir ku bersûc Gok, ne tenê li dijî miwekîlên wî, di heman demê de bi kûçikan êrişî Rojbîn Sevîl Çetîn jî kiriye û bûye sedema birîndarbûna wê. Varol, got ku dema van her du bûyeran didin berhev, xuya dibe ku meyla bersûc a ji bo sûc heye. 
 
Varol, xwest ku dosyaya bersûc Gok a li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ji bo lêkolînkirinê were xwestin. Varol, ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. 
 
DADGEHÊ DAXWAZ RED KIR
 
Dadger, daxwaza ji bo lêkolînkirina dosyaya li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê red kir, daxwaza demê ya ji bo parastinê qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê kanûnê kir.
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan