Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere

  • rojane
  • 09:17 22 Mijdar 2023
  • |
img
 
AMED - Zilamên amedî yên ku me pirsa tundiya li dijî jinan jê pirsî destnîşan kirin ku sedema tundiyê pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêr e û wiha gotin: “Divê ji ewil zîhniyete biguhere û ji bo vê jî divê mêr bên perwerdekirin."  
 
Tundiya li dijî jinan ne tenê di 25’ê Midrarê de heme hema her roj di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ye. Sedema sereke ya vê yekê jî dibe cihêkariya zayendî û ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristî û mafên mirovan. Mekanîzmayên qanûnî jî têrî xwe nayên şixulandin. Me îcar sedemên tundiya li dijî jinan ji zilamên amedî pirsî.
 
PIRSGIRÊK ELIMANDINÊN BERÊ NE
 
Salih Kalir ê 55 salî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bingeha xwe ji elimandinên berê digire û anî ziman ku jin ji ber bandora olê jî ji gelek mafên xwe dûr ketine û di malê de girtî mane. Kalir, da zanîn ku di salên dawî de hestiyariyek pêş ketiye û wiha got: “Berê ji ber ku jinan xwe nas nedikir in, tim di bin zextan de dijiyan. Tim kêmasî di jinê de dihat dîtin û tundî lê dihat kirin. Lê her ku çû jin bi xwe hesiyan, serî li ber tundiyê netewandin û zext qebûl nekirin. Tu ferq di navbera jin û mêr de nîn e. Dema ev yek tê jiyîn çima tenê jin tên cezakirin? Ji ber ku di bûyerên tên qewimandin de mêr jî heye. Di vir de bêedaletiyek heye. Çareserî têkoşîna jinan e. Ji ber ya ku civakê mezin dike jin e.”
 
‘DIVÊ ZILAM WERIN PERWERDEKIRIN’
 
Welatiyê bi navê Remzî diyar kir ku sedema tundiya li dijî jinê polîtîkayên dewletê ne û ev tişt anî ziman: "Di serî de ez, hemû mêr  jinan gelek cuda dibînin. Lêbelê, dema ku em li dîrokê dinêrin, jin û mêr xwedî heman mafan in. Çawa ku azadiya mêr hebe wisa jî mafê azadiya jinê jî heye. Ji bo ku pirsgirêkê baş fêm bikin, divê zilam pir bixwînin, xwe perwerde bikin û jinê fêm bikin. Em li welatekî wisa de dijîn ku her roj jinek ji hêla zilamekî ve tê qetilkirin. Tirkiye ber bi rejîma Îranê ve diçe.”
 
‘ÇIMA ACIZ DIBIN?’
 
Mehmet Erdem jî da zanîn ku dema bavê wî di sala 1972’yan de zewaca duyem kiriye, bi dayika xwe re di mala bapîrê xwe de bicih bûne û diyar kir ku jin beriya civakên olî, pêşengên civakê bûn û wiha pê de çû: “Zilam naxwazin vê yekê bibînin. Yên li Kobanê û Şengalê têdikoşiyan jin bûn. Avabûna li wê derê bi destê jinan bû. Her tim jinên têkoşer hedef hatin girtin. Çima zilam ji jina porê wê bêeşerp ewqasî aciz e. Min çar pirtûkên pîroz ên mezin xwendin lê belê yek jî der barê xwe girtin û vekirina jinê de tişekî nabêje. Îro bi qasî jin li pêş in, zilam li pêş nînin. Divê pêşî feraseta zilaman biguhere. Zilam ji ber naxwaze desthilata xwe winda bike, tundiyê li jinê dike.”
 
‘BÊBAWERÎ HEYE’
 
Têkildarî mijarê Ahmet Bîlînmez kjî destnîşan kir ku jin weke çîneke duyemîn a mirovan tên dîtin û bilêv kir ku ev yek xelet e. Bîlînmez, bi bîr xist ku jin û mêr xwedî heman mafan in. 
 
Welatiyê bi navê Îbrahîm Gozetîcî jî der barê mijarê de nêrîna xwe wiha parve kir: "Tiştekî xelete ku sedema hemû pirsgirêkan weke jin tê dîtin. Jin û mêr wekhev in. Divê piştevaniya hevdû bikin. Em di cîhaneke bêedalet de dijîn."
 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan