Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ê li dijî tundî, xizanî û her cureyên êrişên ser jinan wezareta jinan ava bikin. Hatîmogûllari, her wiha got ku dê têkoşîna jinan a li dijî qeyûman bidome û hesabê ji zîhniyeta qeyûm bipirsin. 
  
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma jinan a partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Xwişkên Mîrabel û wiha got: “Xişkên Mîrabal û rêhevalên wê li dijî dîktotoriya Komara Domînîkê têkoşiyan û bandor li tevahiya welêt kir. Em hemû baş dizanin ku emrê perperoka kurt e lê bi rengîn e. Dema perperok difirin gelek zindiyan dixin nava tevgerê. Dîktadoriya faşîst tehemûlê wan perperokan nekir û bi îşkenceyên ew qetil kirin. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME
 
Carek din em 25'ê Mijdarê di nava tundiya mêr û tehekûmê de pêşwazî dikin. Îktîdara 21 salan a AKP'ê dixwaze di sedsala 21'an de jinan hepsî malê bike. Tenê di nava 2 salên dawiyê de hezar 79 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Her roj jinek tê qetilkirin. Ev jin bi awayeke tesadufî jiyana xwe ji dest nadin. Jin ji ber hişmendiya serdestiya mêr tên qetilkirin. Ji ber siyaseta dijminatiyê ya îktîdarê tên qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tên qetilkirin. Jin dibêjin 'Ewlehiya jiyana min nîne, mêr, hevjîn, bav, bira û hezkiriyên min gefan li min dixwin.’ Lê belê dewlet jî parastina wan jinan nake. Ji ber ku dewlet naparêze jin tên qetilkirin. Kujer piştî 3 û 5 sal şûnde ji girtîgehê derdikevin û careke din jinan qetil dikin. Ji bo mafê xwe em her tim têkoşiyan û em ê têbikoşin jî. Em careke din diqêrîn 'Jin jiyan azadî', 'Mara haye hirriye' em ê li kolanan biqêrin. 
 
EM Ê WEZARETA JINAN AVA BIKIN
 
Li meclisê civînên bûdçeyê didomin. Li vî welatî her ku diçe jin xizantir dibin. Ji sedî 99 sermayê ji hêla mêran ve tê birêvebirin. Jin di karê herî xirab de, bi heqdesteke kêm û bêewle dixebitin. Di dema pandemiyê de bêtir kar û barê jinan giran bû. Di dema erdhejê de di kon û konteyniran de bêtir barê jinan giran bû. Li vir dîsa avakirina jiyanê ji jinan re ma. Rastiya jiyanê ew e û niha di meclisê de bûdçe tê nirxandin. Di vê bûdçeyê de navê jinan, astengdaran nîne. Gelo di bûdçeyê de çi heye? Di bûdçeyê de sermaye, piştevaniya alîgiran, gendelî heye. Lê divê bê zanîn em ê Wezareta Jinan ava bikin û bûdçeya Wezareta Jinan jî cuda binirxînin. 
 
 
Îktîdarê pir xirabî kir û Peymana Stenbolê careke din betal kirin. Niha jî çavberdane qanûna 6282'yan û nefeqeyê. Hewl didin ku jinan hefsî malê bikin. Em ê li dijî zîhniyeta tarî û kesên ku xwedî li vî zîhniyetê ne bi hev re têbikoşin. 
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Ez bang li jinên ku qet deng nedane HEDEP’ê dikim. Her kes di cil û bergan de azad e û kesek bila vî tiştî neke amûra siyasetê. Şekl û şemala jiyanê û cil û bergan AKP û HUDA-PAR nikarin hilbijêrin. Em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî vê yekê derkevin. Ji bo azadiya jinan divê em bi civin û têkoşîna xwe mezin bikin, dest bidin destê hevdû li dijî îktîdarê. 
 
Me bi dehan caran li ser vê kursiyê anî ziman. Divê jin bêtir biaxivin. Di siyasetê de rola xwe bilîzin. Îktîdar îro çavberdaye tevgera jinên kurd, tevgera jinên tirk, siyasetmedarên jin ên HEDEP’ê, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev. Mêr dibêjin em ê siyasetê bikin û hewl didin ku mudaxaleyî me bikin. Hewcedariya me bi pergaleke demokratîk heye. 
 
DI ŞER DE BEDELA HERÎ GIRAN JIN DIDIN
 
Em li ser erdnegariyeke wisa dijîn ku her tim şerek heye. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd 40 sal in didome. Kurd dema behsa çareseriyê dikin, îktîdar jî dibêje şer, pevçûn, tecrîd û asîmîlasyon. Niha Îsraîl heman tiştî li hemberî gelê Filistînê dike. Şer têkçûn e, êş e, xwîn e û barandina rondikan e. Vê tiştî herî zêde jin baş dizanin. Bedela herî mezin jin didin. Li Enqereyê zarokeke êzidî hat firotin û em bûn şahîd. Jinên ku ji neçariyê koçber dibin rewşa wan li holê ye. Jinên ku dikevin destê DAIŞ'ê û di sedsala 21'an de li bazaran tên firotin. Ji bo fîdyeyê jin tên bikaranîn. Bi kargoyan cenazeyên zarokên kurdan tên şandin û goristan tên texribkirin. 
 
QETILKIRINA UGUR KAYMAZ
 
Îro salvegera qetilkirina Ugur Kaymez e ku gora wî hatibû texrîbkirin. Ligel her tiştî dayikên kurd dibêjin êşa me mezin e û ji bo gelê kurd bedel tên dayîn. Ji bo aştiyeke bi rûmet dê têkoşîna me bidome. Ligel êşa ku jiyane dayikên kurd hêj jî dibêjin aştî. Ji bo gelê kurd, ereb, çerkes û tirk wezîfeya jinan qêrina azadiyê ya bi hev re û têkoşîn e. Em tu carî paşve gav navêjin. 
 
EM Ê JI ZÎHNIYETA QEYÛM HESABÊ BIPIRSIN
 
Em ji qeyûman re dibêjin li nelirêtiyên ku hûn dikin binêrin, li bêhurmetiya xwe binêrin. Bertîl gelek zêde ye. Divê em van hemûyan pir baş ji civakê re vebêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka heta niha me li şaredariyên xwe çi kiriye û qeyûm tê çi wateyê. Desthilatdarên sextekar, hûn nikarin şaredariyên ku malên gelê me ne desteser bikin. Em ê jin di van hilbijartinên herêmî de ji zîhniyeta qeyûm û talanker hesab bipirsin. Tişta ku ya me ye teqez em ê paşde bistînin. Em ê şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin û tiştên ku wan hewl dan hilweşînin ji nû ve ava bikin. Em ê teqez zîhniyeta mêtingeriyê ji holê rakin. Em ê careke din nîşanî Tirkiye û hemû cîhanê bidin ku rêveberiyên herêmî dê di destê jinê de çawa bin. Ji bo vê jî di van hilbijartinên herêmî de erkek mezin dikeve ser milên me. Divê em bi biryardariyeke mezin xwe amade bikin. Bi taybetî ez xîtabî dayikên me dikim. Ez ji we daxwaz dikim ku her yek ji we li taxa xwe bixebitin. Em yek bi yek herin cîranên xwe.  Derngê xwe dabin kê bila bidin divê teqez em li deriyê wan bixin û her tiştî yek bi yek ji wan re bibêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka çawa şaredariyên me ji destê me girtine.
 
Qeyûm, walî û kesên tayînkirî yên AKP’ê nikarin şaredariyên me birêve bibin. Dibe ku AKP û hevkarên wê û bi taybetî jî hevkarê wê yê li Kurdistanê girîngiyê nedin vê û nebînin. Heke bidîta qeyûm tayîn nedikirin, şirîkê AKP'ê yê Kurdistanê dilxweş nedibû ku qeyûm hatine tayînkirin. Kurd gelê qedîm û welatiyên resen ên vî welatî ne. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi şev û roj bixebitin bila gumana kesî nebe.  
 
EM Ê DEV JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN 
 
Ji bo destkeftiyên îro me bedelên mezin dan. Me tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedaye û em ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Berovajî vê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên nû li destkeftiyên xwe zêde bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşma ‘Em serî natewînin, em li her derê ne’ li her derê Tirkiye û Kurdistanê bi jinan re bin. Em ê bi ruhê azadiyê yê tifaqa herî mezin a jinan li hemberî tifaqa mêr a ku vîna me nas nake û dixwaze me di malê de heps bike bersivê bidin.”
 

Sernavên din

23/11/2023
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan