Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan destnîşan kir ku siyaseta şer civakê xizan kiriye û tecrîd dike û bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin." 
 
Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. 
 
Ji îmzevanên deklerasyonê Hevseroka Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê diyar kir ku meseleya kurd meseleya herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got ku heya meseleya kurd neyê çareserkirin dê Tirkiye nebe welatekî demokratîk. 
  
Dogan anî ziman ku meseleya kurd êdî veguheriyeke meseleyeke gerdûnî û bal kişand ser bangên têkildarî meseleya kurd ên li seranserê cîhanê tên kirin. Dogan bal kişand ser xalên "Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî" ku îmzeya Tirkiyeyê jî li binî wê heye û got: " Hemû mirov bi awayekî azad, wekhev û xwedînirx tên dinyayê. Lewma divê bi xwişk û biratî nêzî hev du bibin. Ev mafên ku dewletê ew qebûl kirine kurd jê tên mehrûmkirin. Gava dewlet van mafan nade kurdan pirsgirêka civakî û şer rû didin. Ev yek jî ber bi qadên têkoşînê yên cuda ve diçe. Helbet daxwaza me jî ew e ku ev yek di çarçoveyeke qanûnî de bê çareserkirin." 
 
 ‘MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Dogan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di warê çareserkirina meseleya kurd de xwedî roleke girîng e û bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de. Dogan got: "Dewlet li dor maseyê rûnişt û pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Me di vê pêvajoya çareseriyê de dît ku birêz Ocalan di warê meseleya kurd de xwedî roleke diyarker e. Fikirên Ocalan li bara civakê bûn xwedî beramberiyekê. Lewma wekî 'rêber' tê pênasekirin. Lewma divê birêz Ocalan wekî muxatab esas bê girtin û di çareserkirina meseleyê de rola xwe bilîze." 
 
‘TECRÎD LI HER DERÊ BELAV BÛ'
 
Dogan diyar kir ku Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got: "A rast, ev polîtîkaya tecrîdê ne tiştekî ber aqilane ye. Abdullah ocalan mehkûmek e û mafên mehkûman di Destûra Bingehîn a welêt de hatine mîsogerkirin. Destûra Bingehîn nayê sepandin û bi ser d ejî ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye." 
 
‘EM JIYANÊ AVA BIKIN'
 
Dogan destnîşan kir ku şer ne çareserî ye û got ku desthilat hemû tiştên welêt firotine û ji bo siyaseta şer xerc dike û ji ber vê welat di warê aborî de xizan bûye. Dogan axaftina xwe bi vî rengî domand: "Hemû tiştên welêt difiroşin û ji bo şer xerc dikin. Ev jî welêt xizan dike. Tiştên ku niha Îsraîl li Filistînê dike, divê em wan neynin serê gelê kurd. Ma em ê heya kengî bi vî awayî bidomînin. Ne şer, em jiyanê ava bikin." 
 
‘JIYANA WEKHEV'
 
Dogan diyar kir ku modela jiyana wkehev û azad a jina kurd bandoreke mezin li wê kiriye û wiha got: "Ez elewî me û di baweriya me de rê Dê ye. Dê, hînker û avakera civakê ye, yanî murşîdeke xwezayî ye. Li cihekî ku jin tune bê hesibandin û bê qirkirin, dê bêaramî û şer serrwer be. Lewma di baweriya elewîtiyê de 'Dê' bingeha jiyaneke demokratîk û aştiyane ye. Ji ber ku felsefeya jiyana wekhev û azad dişibe vêû parelelî baweriya min e, bandoreke mezin li min kiriye." 
 
Dogan bilêv kir ku hem ji ber ku elewî ne û hem jî kurd in rastî gelek êrişên nijadperest hatine û got: "Ji ber nasname û baweriyê li Tirkiyeyê komkujî çêbûn. Lewma em dixwazin di civakeke wiha de aştiyê ava bikin û pêşî li ber komkujiyan bigirin." 
 
‘EZ Ê TIM BIBÊJIM AŞTÎ'
 
Dogan anî ziman ku dê xebatên xwe yên têkildarî deklarasyonê bidomînin û dê di civînan, mîtîngan û kongreyan de aştiyê berbiçav bikin û got: "Pir ji peyva aştiyê ditrisin. Gava hûn behs aaştiyê bikin, hûn hebûna şer qebûl dikin. Ji ber ku şer tê veşartin, ji peyva aştiyê nerihet dibin. Lê gava tu aştiyê bilêv nekeî jî dê rastî te bike çi? Dê tim xwe li te ferz bike. Îro em ji ber vê rastiyê bedêla xizaniyeke giran û tecrîdeke giran didin. Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin. Ez ê tim bibêjim aştî."
 
MA / Ferdî Bayram
 
 

Sernavên din

25/04/2024
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê