Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2023
  • |
img
SÊRT - Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Êlihê hevdîtin bi girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya yê 80 salî re kir got: "Demildest divê bê berdan û di şert û mercên baş de bê dermankirin." 
 
Li girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê 80 salî, ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ku di sala 2008'an de beşdarî wê bûbû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 sal cez ahat birîn û Dadgeha Bilind cezayê li Kaya hat birîn di sala 2011'an de pesend kir. Kaya ku li Bûrsayê ji ber nexweşîna prostatê emeliyat bû, di 14'ê mijdara 2020'an de hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê. Kaya li vir 60 rojî bi tena serê xwe di hucreyekê de hat hiştin û piştî serlêdanan di 4'ê çileya 2021'ê de cezayê wî ji bo 6 mehan hat taloqkirin. Piştî taloqkirina ceza Kaya hat Sêrtê û li vir tedawiya xwe domand. 
 
ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
 
Kaya tevî nexweşînên xwe jî di 31'ê adara 2023'yan de car din hat girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Parêzerên malbatê ji bo taloqkirina ceza serlêdan kirin, lê ji ber ku Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê di 31'ê tebaxê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da, serlêdan hat redkirin. 
 
NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ: NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIMÎNE
 
Kaya ku çavê wî yê çepê nabîne û guhê wî yê çepê nabihîse, gurçikên wî xera bûne. Kaya ku nexweşîna demansê jî lê peyda bûye, ji ber nexweşîna dil salek berê anjiyo bûye. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê di 12'ê cotmeha 2022'yan de rapora "ji sedî 93 astengdar e" da Kaya. Nexweşxaneyê di raporê de diyar kir ku "Kaya nikare bi tena serê xwe bidomîne." 
 
KAYA: BAVÊ MIN BER BI MIRINÊ VE DIŞÎNIN
 
Felemez Kaya bertek nîşanî neberdana bavê xwe de û got ku ATK'ê bi rapora xwe ya "dikare di girtîgehê de bimîne" bavê wî ber bi mirinê ve şandiye. Kaya da zanîn ku di 10'ê mijdarê de çûye cem bavê xwe û ev tişt gotin: "Rewşa wî qet nebaş bû. Nikare pêdiviyên xwe yên serşûştinê û lawaboyê dabîn bike. Gelek nexweşînên wî hene. Lê dîsa jî nayê berdan. Di girtîgehê de ragirtina kesekî 80 salî bêwijdanî ye. Gava min dibîne dibêje 'Ez li vir deyax nakim. Ger min bernedin ez ê li vir bimirim. Xew bi çavê min nakeve.' Divê bavê min bê dermankirin. Lê ya tê kirin zilm e. Demildest divê bê berdan. Ya tê kirin ne hiqûqî û mirovî ye." 
 
SEROKÊ BAROYÊ: ME BERSIVEKE ERÊNÎ NESTAND
 
Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn jî di 16'ê mijdarê de li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Êlihê serdana girtiyê nexweş Kaya kir. Alptekîn ku têkildarî rewşa Kaya ji ajansa me re axivî got: "Gava min hevdîtin pê re kir, ji ber temenê wî û nexweşînên wî pêwendîdanîn zehmet bû. Nexweşîna dilî û gurçikan pê re heye û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye, lê ATK'ê serlêdanên me bi neyînî bersivand." Alptekîn da zanîn ku herî dawî ji bo karbidestiya serokkomar a ji bo girtiyên nexweş serlêdan kirine, lê di 15'ê mijdarê de bersiva ku ewraq kêm in ji wan re hatiye. 
 
'DEMILDEST DIVÊ BÊ BERDAN'
 
Alptekîn destnîşan kir ku ji bo Kaya her diçe wext kêm dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pir pêdivî bi piştgiriya rayedaran û raya giştî heye. Bi xemgînê dibêjim ku her diçe wext ji bo wî kêm dibe. Demildest divê bê berdan û dermankirin." 
 
MA / Fethî Balaman
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2023
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe