Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin

  • rojane
  • 16:28 17 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Welatiyên tev li civînên ji bo Meşa Gemlîkê bûn bal kişandin ser sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê û wiha got: “Em kurd mafê xwe dixwazin û dev ji azadiya Rêbertiya xwe bernadin.” 
 
Li navçeyên Amedê ji bo Meşa Azadiyê ku dê sibe bê lidarxistin bi gel re civîn hatin kirin. HEDEP, TJA, DBP û MED TUHAD-FED’ê têkildarî Meşa Azadiyê ku dê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve were lidarxistin, li avahiya HEDEP’a Peyasê bi gel re civîn lidarxistin. 
 
Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn, Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Ceylan Akça û gelek welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû daliqandin. 
 
Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn di civînê de got ku Abdullah Ocalan paradîgmaya “Konfederalîzma Demokratîk” pêş xistiye û wiha got: “Dîrokê careke din piştrast kir ku birêz Ocalan mafdar e. Di nava mercên herî baş de jî ji bo pêşeroja gelê xwe afirand lê me tişta tê xwestin nekir. Pêwîste ev gel piştgiriyê bide Ocalan. Tecrîd, êdî gihiştiye asteke wisa ku bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Em weke gel dikarin bi parastina nirxên xwe wî rizgar bikin.”
 
Parlamenter Ceylan Akça jî destnîşan kir ku tenê kurd dikarin pêşiya vê erdnigariyê vekin û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê çirûskek bes e. Divê em peywira xwe ya ji bo Ocalan pêk bînin. Şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tenê bi paradîgmaya Ocalan dikare bi dawî bibe.”
 
‘EM DEV JI AZADIYA RÊBERTIYÊ XWE BERNADIN’
 
Di civînê de welatiyekî jî got ku ew dev ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bernadin û wiha dom kir: “Weke kesên can û malên xwe feda kirin û gundên wan hatine şewitandin, Rêbertiya me dest ji vê dozê berde jî em dev jê bernadin. Ez bi tenê bim jî ez dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadim. Em weke 40 milyon kurd mafên xwe dixwazin û dest ji azadiya Rêbertiyê xwe jî bernadin.”
 
Piştre jî nameya Ocalan a 21’ê kanûna 2010’an hate xwendin û civîn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 
REZAN: SIBE ROJEV TECRÎD E
 
Bi heman awayî li eywaneke dawetê ya navçeya Rezanê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Hevseroka DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz, parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Halîde Turkoglû û rêveberên partiyê jî tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû daliqandin. 
 
‘DIVÊ AMED BI ROLA XWE YA DÎROKÎ RABE’
 
Hevseroka DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz bal kişand ser Meşa Azadiyê û wiha got: “Divê Rezan jî rola xwe ya di vê meşê de bilîze û her kolanê veguherîne qada berxwedanê. Em sibe saet di 14.00’an de li Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Rakirina tecrîdê bes nake, divê ji hêla fîzîkî ve jî birêz Ocalan azad bikin. Bila bi rola xwe ya dîrokî rabe û ber bi Gemlîkê ve bimeşe.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN 25 SAL IN LI BER XWE DIDE’ 
 
Parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Halîde Turkoglû jî bal kişand ser girîngiya meşê. Turkoglû, got ku Abdullah Ocalan 25 sal in li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Em dixwazin tecrîdê bi dawî bikin û birêz Ocalan azad bibe. Divê em tevek ji bo vê bi rola xwe rabin. Tevî hemû zextan jî em ê meşa xwe li dar bixin. Heta ku tecrîd ranebe, dê azadî neyê vî welatî. Bêhiqûqtî ji ewil li ku dest pê kiribe divê mirov ji wir dest pê bike. Lewma divê em tecrîdê bi dawî bikin. Divê em li her derê qala tecrîdê bikin. Heta ku tecrîd ranebe tu kes ji me azad nabe. Ev meseleye meseleya gel e. Tekane rajeva me, têkbirina tecrîdê ye.” 
 
BISMIL: DEMA ÇALAKIYÊ YE
 
Li avahiya HEDEP’a Bismilê jî bi gel re civîn hate lidarxistin. Tevî Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray û hevşaredarên Bismilê yên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin, gelek welatî tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin. 
 
Yaray, di civînê de got ku gelê kurd dixwaze Rêberê xwe di nav xwe de bibîne û ev tişt anî ziman: “Çavê cîhanê dê li meşa Gemlîkê ya sibe be. Mafê tu kesî nîne vê meşê asteng bike. Çi dibe bila bibe em ê vê meşê li dar bixin.” 
 
Hevserokê DBP’a Amedê yê berê Hayrattîn Altun jî di axaftina xwe de bang li her kesî kir ku sibe tev li Meşa Azadiyê bibin. 
 
Welatiyên tev li civînê bûn jî destnîşan kirin ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tê wateya erêkirina tecrîdê. 
 

Sernavên din

21/11/2023
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî