Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan

  • jin
  • 16:15 17 Mijdar 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Jinên ku li navçeya Qoserê bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî dan, destnîşan kirin ku dê tecrîda teqez rakin û jiyana azadîxwaziya jinê ava bikin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) starta aktîvîteyên ku têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî li dar bixe li navçeya Qosera Mêrdînê da. Bi tevlibûna jinên ku ji bajarên bakurê Kurdistanê hatin û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Salîha Aydenîz hate xwestin ku di çarçoveya bernameya li Qada Azadiyê de meşek bê lidarxistin. Lê polîsan jin dorpêç kirin û destûr nedanê. Jinan li ser vê yekê li cihê lê sekinîn wêneyên jinên hatine qetilkirin rakirin û bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” xwestin ku dorpêça polîsan bê rakirin. Piştî muzakereya hate kirin jinan li qadê daxuyanî dan. 
 
REWŞA KRÎZA PIRALÎ
 
Aktîvîsta TJA’yê Jiyan Oner a li ser navê jinan daxuyanî da, diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” pêşwazî dikin û wiha got: “Ji bo keda jinê azad bibe em hemû jin dê bi hev re têkoşîna bi rêxistinkirî ya kedê bilind bikin.” Oner diyar kir ku desthilata ku dixwaze têkoşîna jinê ya ku muxalefeta li dijî tundiyê, polîtîkayên kuştina jinan û pergala zilam-serweriyê di asta gerdûnî û herêmî de bi rêxistin dike asteng bike, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir kiriye, bi kûrkirina tecrîdê re pirsgirêkên civakê jî mezin bûne û rewşeke ji krîzên piralî derketiye holê. Oner, destnîşan kir ku tecrîd têkildarî paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Ocalan bi pêş ve biriye ye û anî ziman ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd û kaosa li Tirkiyeyê Ocalan e û wiha berdewam kir: “Em biryardariya xwe ya ji bo şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyaneke azadîparêz a jinê didomînin.”
 
 
‘JIN BI DIRÛŞMEYAN LI QADAN IN’ 
 
Oner, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên zayendperest û serweriya zilam ên desthilatê jin bi dirûşm, tilîlî û rengên xwe li qadan e û wiha lê zêde kir: “Werin em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin ku sedsala 21’an veguherînin serdema şoreşa jinê. Vê berpirsyariyê li Rojhilat di şexsê Jîna de tayê porê veguherand serhildanê. Bû mîrateya Nagîhanê li Başûr li du xwe hiştî. Berxwedana Evîn û Sarayê ya li Parîsê li Rojava bû hêviya ku jinan ava kiriye. Li ser vê bingehê ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna me bi jinên cîhanê re dike yek. Bi pêşengiya jinan em bang li hemû jinan dikin ku azadiya civakî mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qadan di nava têkoşînê de bicivin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME EWILÎ JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ YE’ 
 
Parlamenter Salîha Aydenîz a pişt re axivî, bal kişand ku ji bo ev roj bibe roja têkoşînê jinên cîhanê gelek bedel dane û wiha got: “Li dijî feraseta mêr-dewlet, mîlîtarîst, zayendperest, ev mîrate ev têkoşîn heta van rojan me anî. Ji ber vê yekê em ê li kolanan bin.” 
 
Aydenîz, da zanîn ku jinên kurd îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ya azad diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên kurd li cîhanê re bûn mînak. Hemû sazî û dezgehên dewletê li hemberî azadiya jinê radiwestin û li dijî azadiya jinê polîtîkayên taybet diafirînin. Me vê tiştî di tayînkirina qeyûman de dît. Qeyûm cara ewilî sazî û dezgehên jinan girt. Her wiha îro li Kurdistanê tundiya karmendên dewletê yên bi unîformayî li pêş e. Jinên kurd dê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna xwe bidomîne. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin. Tecrîd didome. Têkoşîna me dê ewilî ji bo rakirina tecrîdê be. Hûn nikarin hêza jinan bişikînin, hûn nikarin bi tu saziyên xwe li pêş azadiya jinê bibin asteng. Heta ku em tifaqa jinan û civakê pêk bînin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
 
 
 

Sernavên din

27/04/2024
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin