Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin

AMED - Hevserokê Giştî yê HEDEP’e Tûncer Bakirhan bal kişand hêzên paramîlîter ên li Tirkiyeyê û bang kir ku herkes li dijî van hêzan têbikoşe û xwe bi rêxistin bike. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, li Amedê bi rêxistinên partiya xwe yên bajar û navçeyan re civiya. Di civîna ku li oteleke li navçeya Sûrê pêk hat de pankarta “Ji bo serkeftinê jinûve HEDEP” hate daliqandin. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, têkildarî rojevê nirxandin kirin. 
 
‘EM Ê CAREKE DIN QEYÛMAN BIŞÎNIN’ 
 
Bakirhan ê bi rexnekirina polîtîkayên qeyûm dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Em ê careke din qeyûman bişînin.” Bakirhan, xwest ku civîn bibe wesileya rêyeke nû û wiha berdewam kir: “Vedat Aydin, Alî Tekdag û bi hezaran hevalên me yên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez silavên xwe ji Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Selçûk Mizrakli ku ji Amedê derketine û teşe dane siyaseta me dişinim. Em di kesayeta wan de hemû girtiyên siyasî silav dikin.”
 
‘DIVÊ EM BIRÊXISTIN BIN’  
 
Bakirhan, bal kişand ku erdnîgariya Rojhilata Navîn weke laboratûvarekê tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her saniye û deqîqeyên li erdnîgariya em lê dijîn gelek girîng in. Mîna laboratûwarekê ye ku polîtîkayên tên meşandin bala welatên emperyalîst, hêzên herêmî û welatên mêtînger dikişînin. Di erdnîgariyeke wiha de em kurd her tim zêdetir bi rêxistinbûyî ne û li dijî van pergalên me tune dihesibînin bi parastina rêxistibûyîna xwe re rûbirû ne. Carna zêdebûna bi awayekî hejmarî nayê wê wateyê ku mirov serbikeve. Heke wisa bûya divê statuya bi milyonan kurdên di cîhanê de dijîn hebûya. Lê demek wisa nabe. Divê em bi rêxistin bin. 
 
Tenê ziman û nasnameya me tune nahesibînin, di heman demê de bi nirxên me û pêşeroja ciwanên me dilîzin. Di serî de Amed li Kurdistanê siyaseta xwe ya bêeman têxin meriyetê. Ez keda hevalên me yên êşa gelên me li ser milê xwe hîs dikin û di nava xwerêveberiyên me de cih digirin, dizanim. Divê em xwe bigihînin hîn bêhtir mirovan. Divê em li dijî vê pergalê her kurdî her mirovî qezenc bikin. Dê bixwazin me mehkûmî vê feraseta tirkparêz û yekperest bikin. Hûn jî şahid in kesên ji bo Filistînê rondikan dibarînin, dema gotûbehs dibin kurd dest ji vê feraseta xwe ya zordar bernadin. Em bi gelê Xezayê û Filistînê re ne. Gelê kurd her tim li cem gelên mazlûm e. Lê pergala ku li Amedê ji bo gelê Filistînê rondikên bi derew dirijîne li dijî gelê kurd e. Tu eleqeya vê pergalê ne bi ol, ne bi bawerî ne jî bi mirovahiyê re nîne. Hatina bahev a paytextê vê erdnîgariyê berpirsyariyê li me bar dike. Em ji xwe bawer in ku di pêvajoya jinûve avakirin û rêxistinkirinê de em ê bi teşhîrkirina van serbikevin.
 
BERTEK NÎŞANÎ BERDANA SAMAST DA 
 
Me duh bi hev re temaşe kir. Ermen tenê rastî qirkirinê nehatin. Ermenên mayî hewldan bijîn. Hrant Dînk hate qetilkirin, kesê ew qetilkirî duh hate berdan. Selahattîn Demîrtaş ji ber fikrên xwe, Selçûk Mizrakli ji ber ku kiryarên qeyûm anîn ziman di hundir de ne, Gultan Kişanak jî di hundir de ye lê kesê Hrant Dînk qetil kir, destê xwe dihejîne û derdikeve. Ji bo ku demokrasî û hiqûqa rast were ser vê axê tişta ji destê me tê em ê bikin.
 
BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN OZEL DA
 
Di CHP’ê de pêvajoyeke kongreye dest pê kir. Lê em dişopînin weke ku zêde tiştek nayê guhertin. Em bûn şahid ku qasî bi qodên dewletperest, feraseta netewperest bê berdewam kirin guhertina navan gelek ne girîng e. Em axaftina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a derbarê birêz Ocalan ku bi milyonan mirov weke vîna xwe dibînin qebûl nakin. Anîna dijî hev a kurdan a serokê giştî yê partiyeke ku îdia dike ku dê vê meseleyê çareser bike, ne etîk e, ne exlakî ye ne jî dê tevkariyê li siyasetê bike. Bila li hundirê xwe binêrin, bêedaletiyê bînin ziman. Li dijî vê pergala ceberût bila derkevin kolanan û li ber xwe bidin. Bila dest ji vî zimanê dabeşkar berdin. Em careke din vê axaftinê rexne dikin, em dixwazin diyar bikin ku şerê li ser kurdan tê meşandin û aktorên kurd bidin ber hev rast nabînin.
 
DIVÊ EM ZÊDETIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN
 
Pergal bi qetilkirinê, bi dabeşkirinê serneket. Niha bi rêbazên qirêjtir hewl dide bi hêzên paramîlîter serbikeve. Em dixwazin li dijî van hêzên paramîlîter we hevalên me hişyar bikim. Ev ax, ev erdnîgarî ya me ye, em ked didin. Divê em li dijî van hêzên ku pergalê li ser vê axê afirandine hestiyar bin. 
 
Divê em li kolanan bin, kesekî/e ku destê wî negirtî nehêlin. Divê em li taxan, li kolanan bin. Divê em di serdema nû de zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Cihên ku em lê neyî ev kesên li dijî kurdan dagirin. Ez dixwazim diyar bikim ku hevalên me yên rêveber divê li dijî vê feraseta bi xeter zêdetir têbikoşin.
 
BANG LI DESTHILATÊ KIR 
 
Di serî de Amed ev bajêr bi qeyûman tên birêvebirin, divê em dawiyê li vê bînin. Dixwazin di nava civakê de belav bikin ku dê dîsa qeyûman tayîn bikin. Em ê şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin û zêdetirî wan bi dest bixin. Ez dixwazim bang li desthilatê û hevkarê wî yê biçûk bikim; em ê destûr nedin ku mewziyên vî gelî bi can û xwîna xwe bi dest xistine, bi qeyûman dîsa bi dest bixin. Ez ji vir desthilatê û hezkiriyên qeyûman hişyar dikim. 
 
Me di civînên kirin de bi rexne û pêşniyarên we jinûve birêxistin bûn. Em bi hevalên xwe yên ciwantir û dînamîk re vê pêvajoya nû pêşwazî bikiln. Armanca me ya vê civînê jî ew e ku xeta xwe ya polîtîk a di vê pêvajoyê de zelal bikin û bikin ku çalakî û aktîvîteyên pêşiya me bi hêz derbas bibin.” 
 
AHMET KAYA Û SEYÎT RIZA BI BÎR ANÎN 
 
Salvegera mirina Ahmet Kaya ye, dixwazim wî jî bi bîr bînim. Ez pergala ku li ser vê axê mirin, sirgun û girtîgeh nîşanî gelê kurd da şermezar dikim. Em ê bi têkoşîna xwe vê pergalê rojekê têk bibin. Di heman demê de salvegera mirina Seyît Riza jî ye, wî jî bi bîr tînim. Weke ku Pîr Seyît Riza got em ê tu car dest jê bernedin. Seyît Riza li dijî pergala ku ziman û çanda me tune dihesibîne, ji bilî komkujî û girtîgehan tu rê nehiştin rê nîşanî me da.”
 
Piştî axaftina Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

17/11/2023
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn