Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim

  • rojane
  • 09:04 16 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin diyar kiribû ku di 17’ê mijdara 2009’an de hucreya wî hatiye guhertin û peyama “neaxive” dane wî û gotibû: “Ez li vir ji bo gel têbikoşim, dijîm. Wê her tim têkoşîna minî ya bi rûmet û jiyana ji bo gel hebe.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de dîlgirtî ye. Ji bo ku Ocalan ji gel were tecrîdkirin û îzolekirin, li Girava Îmraliyê tê ragirtin. 32 meh bi tu awayî destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata Ocalan biçe hevdîtinê û ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî jê nayê girtin. 
 
Ji bo Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, bi sedan car cezayê hucreyê lê hat birîn. Ocalan di mijdara 2009’an de diyar kiribû ku di 17’ê mijdara 2009’an de hucreya wî hatiye guhertin û vê yekê wekî “darbeyê” nirxandibû. Ocalan guhertina hucreyê wek “Darbeya 17’ê Mijdarê” pênase kiribû û ji wê rojê ve ev 14 sal in tecrîda li Îmraliyê hat dijwartirkirin. 
 
HAT XWESTIN KU BI CEZAYÊN HUCREYÊ DENGÊ WÎ BÊ QUTKIRIN 
 
Ji roja Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hatiye ragirtin û heta roja me ya îro gelek caran bi îdiayên cuda cezayên hucreyê lê hat birîn û hat xwestin dengê wî bê qutkirin. 
 
Ocalan diyar kiribû ku piştî her nirxandinek dike cezayê hucreyê li gotinên wî tê birîn û gotibû, “Hewl didin peyama ‘tu neaxive’ bidin min. Mafên min ê parastinê tên binpêkirin.” 
 
Ocalan di 18’ê çileya 2006’an de di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kiribû ku ji ber nirxandinên der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de cezayê hucreyê lê hatiye birîn û wiha gotibû: “Min got her kes dikare mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwaze. Min ev yek ji bo hemû gelên Tirkiyeyê got. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku di belgeyên din ên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de jî cih girtiye. Ji ber ku ev her sê nifş mafên bingehîn in, her kes dikare daxwaza wan bike. Çi eleqeya vê bi serhildanê re heye? Ez deh caran difikirim, dipîvim û li gorî wê diaxivim. Tevî vê yekê jî ew vî cezayî didin min.” Abdullah Ocalan anîbû ziman ku şêwazeke çalakiya mîna Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'yan li ser wî hatiye ferzkirin û wiha got: “Çavê we li Îmraliyê be. Rewşeke xeternak e. Heke îmhaya min bihata kirin, wê qetlîameke kurdan a ku qetlîama ermeniyan du qat bikira pêk bihata. Bi dîtina min kesên wisa difikirin di nav dewletê de jî hene. Ez ji vê re dibêjim şêwaza çareseriya Enwerkî ya nû. Divê her kes di vê mijarê de hestiyar be."
 
DI WARÊ SIYASÎ DE CEZAKIRIN 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe ya 16’ê gulana 2007’an de diyar kiribû ku bi hucreya yek kesî "cezayê siyasî" lê hatiye birîn û têkildarî şert û mercên hevdîtina 19'ê îlona 2007'an de ev tişt anîbû ziman: "Bi rastî jî ez seranserî vî cezayê hucreyê zehmetiyan dikişînim. Jixwe li vir atmosferek dijwar û tengahî heye. Ez dixwazim hemû raya giştî bizanibe; Ev hucreya yek kesî ji polîtîkayên hikûmetê qut nîne. Hucreya yek kesî bi agahiya Serokwezîr tê dayîn. Roja ku Abdullah Gul ji bo serokkomariyê hat hilbijartin, li ser min hucreya yek kesî hat ferzkirin. Cezayê berê di roja ku mutabaqata 27’ê Nîsanê hat dayîn dest pê kir. Ev ne tesadufî ne.” 
 
‘DIXWAZIN KU EZ NEAXIVIM’ 
 
Di sala 2009’an de vê carê bi hinceta Ocalan “gef li Serokkomar û Serokwezîr xwariye” cezayê hucreyê lê hat birîn. Ocalan der barê mijarê de gotibû, “Helbet yek ji van jî ne rast e. Min gef li kesî nexwariye û ez naxwim jî. Û min hişyarî nedaye kesî jî. Armanca van cezayên ku didin min, bêdengkirina min e. Dixwazin ku ez bêdeng bibim. Nedana pirtûk û televîzyonan ku mafên min jî girêdane cezayê hucreyê. Yanî ji min re dibêjin, ‘heke tu biaxivî, tu yê ji mafên xwe mehrûm bimînî’. Li pişt van cezayên hcureyên tenê ne Tirkiye heye, Îsraîl jî heye. Nêrînên min dizanin, naxwazin ez biaxivim.” 
 
‘EZ JI BO AŞTIYEKE WATEDAR HEWL DIDIM’ 
 
Abdulah Ocalan di heman hevdîtinê de dîsa destnîşan kiribû ku ew ji bo aştiyek watedar hewldanan dide û dixebite û gotibû, “Ez wek kesek xwedî wîjdan, ewqas sal in ez ji bo çareseriyê têdikoşim.” 
 
Abdullah Ocalan rojek bi pey 17’ê Mijdara 2009’an re ku xistibûn hucreya yek kesî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û ew rewşa ku pê re rû bi rû mabû wiha nirxandibû: “Ev rewşa dijwartirkirina tecrîdê ye. Dixwazin derdora min teng bikin û bi girankirina şertên min re, min teslîm bigirin.” 
 
‘BILA CPT WERE BERHEMA XWE BIBÎNE’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê mijdara 2009’an de bi rêya parêzerên xwe têkildarî nêzîkatiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) wiha gotibû: “Niha min xistine hucreya 6 metre kareyi. Dixwazin bi vê guhertinê raya giştî şaşa agahdar bikin û zextên raya giştî û CPT’yê kêm bikin. Piştî guhertina hucreyê min li ser rewş û şertên xwe rapor pêşkêşî CPT’yê û DMME’yê kir. Jixwe CPT û DMME’yê vê girtîgehê pêşniyar kir. Ev proje û berhema wan e. CPT ji vê rewşê berpirsiyar e, ev plana wê ye. Ew neçar in werin vir, bibînin û lêkolînê bikin. Nexwê wekî din nabe. Divê ev yek eynî wisa ji wan re bê gotin. Divê CPT’î were vir û berhema ku afirandiye bibîne.” 
 
‘MENDERES 24 SAET LI VIR ÎDARE NEKIR’ 
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de der barê guhertina hucreya xwe de jî gotibû, "Weke hûn jî dizanin di 17'ê Mijdarê de min anîn vir. Ev derbe ye. Ez anîna xwe ya li vir weke darbeyê dibînim, weke darbeya 17’ê Mijdarê pênase dikim. Divê ev wek darbeya 17’ê Mijdarê bê zanîn. Tevî ku Menderes (Adnan) 24 saetan li vir ma jî, nekarî li ber xwe bide û îdare nekir. Ez yanzdeh sal in li vir têm ragirtin û hewl didim ku xwe li ser pêya bigirim. Heke baweriyeke min a pir xurt nebûya, min ê li vir çalakiyên mîna xwekuştinê bikira. Ez her roj ji bo berpirsyariyên xwe li vir têdikoşim û ji bo têkoşîna gel dijîm. Têkoşîna min a bi rûmet û jiyana min wê di vê çarçoveyê de her tim ji bo gelan be.” 
 
‘ÇALA MIRINÊ’ 
 
Ocalan di hevdîtina 13’ê çileya 2010’an de jî hucreya lê dihat ragirtin wek “Çala Mirinê” pênase kiribû û diyar kiribû ku cezayê hucreyê yê 20 rojan ku berê lê hatibû birîn hatiye erêkirin û daxwaz kiribû ku parastina wî ya 160 rûpel bo DMME’yê bê şandin lê belê parastina wî bi hinceta ku di parastina wî de perwerde, propaganda û fermndayîn heye hatiye redkirin. 
 
Abdullah Ocalan diyar kiribû ev hincetên ji bo parastina wî hatine nîşandan ne rast in û wiha gotibû: “Ez fermanê nadim kesî. Jê re tê gotin perwerde, lê hemû parêznameyên min perwerde ne. Di van şert û mercên dîlgirtinê de, di şert û mercên mehkûmî de ne mimkûn e ku ez vê yekê bikim û di vê rewşê de ez vê yekê exlaqî nabînim. Lê belê ez ê her nêrîn û fikrên xwe bidomînim. Tu kes nikare min ji ramanên min dûr bike û asteng bike. Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînin xwe bêjim. Tesbîtên ku ez li vir dikim, ne ferma in, lê analîz û dahurandinên sosyolojik in.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

20/11/2023
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan